Mehmet Uçum: Kurd bi nasnameya Tirkiyeyê serbillind in
RÛDAW……
Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum îdia kir ku Kurd bi hilgirtina nasnameya Tirkiyeyê serbilind in.
Şêwirmendê Serokkomar û Alîkarê Serokê Desteya Siyasetên Hiqûqî yên Serokkomariyê Mehmet Uçum, di nivîsa xwe ya yekşemê de ya bi sernavê “Dewlet û Kurd” de behsa Pirsgirêka Kurd kir.
Mehmet Uçum diyar kir ku li Tirkiyeyê rojeva di navbera dewlet û Kurdan de, di dema rêveberiya serokkomariya Erdogan de ji ‘pirsgirêkê’ derketiye û hêdî hêdî veguheriye mijarê.
Hiqûqnas Uçum di nivîsa xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Em dikarin bêjin pêvajoya ji pirsgirêkê ya ber bi mijarê ve hîn jî berdewam e. Nêrîna ‘ne pirsgirêk e mijar e’ bûye helwesta serwer a dewletê.
Hin kes gotina ‘Pirsgirêka Kurd’ bi rêya siyaseta nasnameyan bi kar tînin da ku yekparçebûna Tirkiyeyê bikin armanc. Hin kes jî wek ku Kurd pirsgirêk bin gotina ‘Pirsgirêka Kurd’ bikartînin.
Îro ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve ji bo Kurdên Tirkiyeyê pênaseyeke ‘Pirsgirêka Kurd’ nîne.
Pirsgirêka terorê ya çil salî operasyoneke emperyalîst e ku ne tenê Kurdên Tirkiyeyê lê hemû Kurdên herêmê bikartîne û qet nikare wek ‘Pirsgirêka Kurdî’ bê pênasekirin.”
Li gorî gotina Mehmet Uçum divê Kurd bi tenê mafên ziman bixwazin û dev ji daxwazên din berdin.
Hiqûqnas Uçum behsa beşdariya Kurdan a di demokrasiya Tirkiyeyê de kir û wiha got:
“Mijarên sereke ev in; divê Kurd dev ji daxwazên cuda berdin û bi temamî bi dewletê re bibin yek.
Wekî hemû pêkhateyên neteweya Tirk (Hemû beşên gelê Tirkiyeyê), divê Kurd bi temamî beşdarî pêşxistina demokrasî û geşepêdana Tirkiyeyê bibin û berpirsyariyê wergirin.
Azadiya Kurdî dikare were xurtkirin û berdewam bike.
Eger li hemberî helwesta erênî ya dewletê derbarê Kurdî de hin kiryarên xerab hebin, divê ew bên rakirin. Divê Kurdî vegere nasnameya xwe ya rastîn.
Ji bo çêkirina gavên bihêztir di van mijaran de, şertê bingehîn ew e ku Tirkiye bê teror be. Ji ber vê yekê, divê banga çekdanînê bê şert û merc be. Tu rêya din nîne”
“Kurd bi nasnameya Tirkiyeyê serbilind in”
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Uçum îdia kir ku Kurd bi hilgirtina nasnameya Tirkiyeyê serbilind in.
Mehmet Uçum wiha domand:
“Ti pirsgirêkên Kurdên Tirkiyeyê li ser hilgirtina nasnameya xwe nînin. Ti astengên hestiyarî jî nînin ku nehêlin Kurd bawer bikin ku ew welatiyên wekhev ên vî welatî ne.
Ti pirsgirêkên me yên hiqûqî û hestiyarî yên derbarê welatîbûna wekhev de nînin lê divê em di pratîkê de hesta wekhevbûnê di nav hemû welatiyên xwe de bi cih bikin.”