Skip to content

السفينة

alsafina.net

Primary Menu
  • الرئيسية
  • الأخبار
  • افتتاحية
  • حوارات
  • أدب وفن
  • مقالات رأي
  • منوعات
  • دراسات وبحوث
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • الأرشيف
  • Home
  • Taximê kongir ( kurte çîrok ) Zara Salih
  • الملف الكوردي

Taximê kongir ( kurte çîrok ) Zara Salih

khalil المحرر يناير 3, 2024
Taximê kongir
( kurte çîrok )
Zara Salih
Bihnefişk pêket ta ku bi pêpelûkên derenca ve hilkişiya û giha salona textorê xwe yê dinana. Berdestîka textor bilez bi mamoste ve hat gava dît ku bihna wî wilo çikiha ye û hindik maye ku bikeve erdê de. Ew ser kursî rûnand û qedehek av jêre anî ta ku hinekî bihna wî hate ber.
Du nexweşên din jî li benda dora xwe bûn. Tirs bi wan jî ket çaxê wilo ew dîtin, heme herduwan gotin bere mamoste berî wan derbas bibe. Textor jî hate bi mamoste ve û ew derbasî hindur kir.
– Em î xitiyar bûne textorê delal, zimanê min bostekê derket heta ez gihiştim cem te.
– Tu hîn xortî mamoste, wilo ne bêje.
– Heme te taximê minî dinana amade kiri be?
– Belê, mane me cara berî vê hazir kiribû lê hinek serastkirin jêre diva. Hazir e, ka tê çi vexwê mamoste?
Mamoste tenê daxwaza aveke sar kir û got “mane tu dizane ku ev taximê min yê şeşa ye. Sisê te ji min re çêkirin, lê hersiyê berî wan ew yê rehmetiyê textorê min yê pêşî bûn”.
Textor di nav re jî taximê mamoste danî pêşiya wî û got “min vê carê gelekî asê û xweşik ji te re çêkiriye, weke xwesteka te ye, rengê pir sipî û çirisandî. Ma çima tu wilo bilezî?
– Behs neke, karê me heye.
– Ma qey çûna Şamê ye yan civînên we hene?
– Na, vê carê meztire. Kongirê me lidar dikeve û tu zanê ku heval dev ji min bernadin! Dibêjin dive her tu be.
– Xuya dike ku pir ji te hezdikin. Seîd Yûsiv jî stiraneke wî ya hezkirinê heye, dibêje ‘dev ji te bernadim ta ku saxim li dinê’.
Mamoste li ser kursiyê dinana xwe dirêj kir. Taximê wî siwar kir û eynik jî da dest.
– Sa’eta te pir xweş be textorê delal, zehf rehet e, û reng jî vê carê bi dilê min e, li çava dixe.
Rahişte taximê xwe û bi coşeke germ destê textor hejand û bi devlikenî got:
– Textor, çima tu jî nabe hevalê me? Heme welle emê te têxin komîta navendî de….
– Mamoste, bi saya xwedê û yên weke we tirs li ser kurdan nîne. Va win sekretêr in û hevalên we gelek in.
– Bawer bike textor ne ji daxwaza heval û cemawerên partiyê bana, ezî li mala xwe rûniştiba, bese bere dorma xortan be.
Piştî ku mamoste çû, textor hinekî ma, pûnijî û ji xwe pirs dikir: gelo çi girêdana taximê dinana bi kongir re heye? Mane bikêrî geza jî nayê!! Hate bîra wî ku herdu taximên mamoste yê berê di dema kongirê partiyên de bûn!! Mebesta mamostê sekretêr çi ye ji vê yekê?
Piştî rojekê, kongir destpêkir. Mamoste amade ye, taximekî nû li xwe kiriye ku berîkên wî ji derve bi çakêt ve dirûtî bûn, ji xeynî taximê dinana.
Bername û pilan li gor daxwaza mamoste bi rê ve diçû ta ku derbasî roja didiwan bûn. Endamên kongir îdî ji hev ketibûn ji ber kêmxewî, nemaze gava ku li ser ‘rêzika hundir’ rawestiyan.
Mamoste yê sekretêr haziriya xwe baş kiribû û zanîbû jî ku pîlanek ji hin serkirdeyan heye û dixwazin cihê wî bigrin.
Li alîkî dî ji oda kongir, çend ji wan serkirdeyan li cem hev rûniştibûn. Tev de bi taxim û gerefêt bûn. qapûtên dirêj bi ser de li xwe kiribûn , lê ji pişt ve tev bibûn deqên sipî yên heriya ziwabûyî, ji meşa bilez di wê roja baranê de. Ew ji kêfa kongir bû, îdî derfete ku kesek ji wan bibe sekretêr .
Dem ber bi êvarê ve diçû, gihane xala hilbijartinê. Yên razayî û nîvşiyar tev hilçenîn, çavên xwe vekirin. Ji nîşkê ve yê mamoste rabû ser xwe û berê xwe da endamên kongir “ gelî hevalan, ev bû demeke dirêj ez sekretêr im û bi rastî temenê min jî nema alîkar e. Îdî bese, ezê bimînim alîkar bi were weke endamekî û naxwazim…..”.
Hîn mamoste axaftina xwe xilas ne kiribû, gotina wî birîn. Çend kes ji kel rabûn û xwe avêtin çakêtê wî. Bû kazkaz û xalxala wan û hinan xwe kelogirî kirin “ Em qebûl nakin mamoste, di vê dema hestiyar de ku partî û milet hewcedarê rêberiya we ye, win xwe bidin paş, nabe tu dev ji me berdê, wê partî parçe bibe û doza Kurdan wê beravêtî bibe.Tu serok û bavê me û partiyêyî û em bê te ne tiştekin….”. Di nav wê kel û coşa germ de, mamoste pêhesiya ku mîna sedên kîloyan bi herdû berîkên çakêtê wî ve daleqandî ne. Dengê çirêniya berîkan kete guhên wî, lê di xwe ne anî der. Kongir tev de ketne şîniyê de û çav hemû li mamoste bûn ku îdî piraniya endamên kongir bûne yek deng. Ji bo bihna wa kesan fereh bibe û kongir serkeftî be, mamoste careke din ma sekretêr piştî ku ‘daxwaza hevalê xwe bi cih anî’ . Destê wî ma hildayî ji silav û sipasiya, pê re jî taximê dinana yê sipî di çirisand bi kenê wî re.
Li hêla din, ew koma ku xwe amade kiribûn ji bo guhertina mamoste îdî, piştî rewş û şano dîtin, kevrê xwe di ber xwe re berdan. Hilbijartina serkirdeyan jî pêkhat weke ku mamoste pilan kiribû û kesek ji wê girûpa ku xwe jêre amade kiribûn navê wa derneket. Kongir serkeftî weke hercar bi dawî bû. Mamoste xwe bicih kir û qazmê xwe bikar anî di dema pêwîst de û bêdeng, li hember yên ku dixwestin cihê wî bigrin.
Berî nîvê şevê mamoste vegeriya mal. Jina wî derî vekir û pêre-pêre veciniqî:
– Ev tu kê pevçûne li kongir? Çima wilo herdû berîkên te qetiya ne? Ka were cilê xwe biguhere ta ez xwarineke sivik ji te re hazir bikim.
Mamoste xwe bi dev û rûwa ve avête ser têxt, hingî westiya bû û bê ku cilê xwe jî biguhere. Piştî çarîkê, hevjîna wî hat û sifre di dest de ye. Dît va taximê dinana yê nû li ser text e, gerefêta wî wilo daleqihaye. Fîrefîr û xirexir, dengan li hev vedgerînin. Sekretêr bêhiş hişkeling ketibû û di xeweke kûr û giran de bû ta kongirê were.
Li mala serkirdeyekî ji wanê berê, komek heval li hev civiya bûn.
– Gelî hevalan, em bêhêvî nebin, hîn riya xebatê dûr û dirêj e, dive em benda xwe ji niha ve xurt bikin bo cara werê, û vê carê bawerim ku emê dînê wa bi leqînin.
Mamosteyekî din ku çavê wî jî li sekretêriyê bû bi germî diaxifî, û pey re bi dengekî bilind bankire aliyê malê” Ka ma xwarna we hazir ne bûye?”.
• Ev çîrokeke ji pirtûka min ya bi navê (Saxên mirî), ku berî demeke nêzîk li Qamişlo hate weşandin.

Continue Reading

Previous: سيناريوهات لمرحلة ما بعد الحرب. مروان المعشّر.. المصدر:ديوان مركز مالكوم كير– كارنيغي للشرق الأوسط
Next: إسرائيل هددت بـ”ميونيخ ثانية”… من هم أبرز من اغتالتهم قبل العاروري؟ تل أبيب تتوعد عناصر “حماس” في كل مكان. سامي مبيض .. .المصدر: المجلة العرب الدولية .

قصص ذات الصلة

  • الملف الكوردي

اكرم حسين تيار مستقبل كردستان سوريا: بين أزمة الهوية وتحديات التجديد..؟.المصدر:صفحة الكاتب

khalil المحرر يونيو 1, 2025
  • الملف الكوردي

بيان بمناسبة الذكرى العشرين لتأسيس تيار مستقبل كردستان ….تيار مستقبل كُردستان سوريا 

khalil المحرر مايو 28, 2025
  • الملف الكوردي

عبدالحميد حسين…. وداع الزعامة……

khalil المحرر أبريل 22, 2025

Recent Posts

  • الحكومة السورية و«قسد» تتبادلان أسرى وجثامين في المرحلة الثانية للاتفاق…القامشلي سوريا المصدر: الشرق الاوسط…كمال شيخو
  • أميركا تعطي الضوء الأخضر لضم مقاتلين أجانب إلى الجيش السوري….دمشق المصدر : الشرق الأوسط
  • وثائق استخباراتية مسرّبة تؤكد: نظام الأسد احتجز الصحافي الأميركي تايس في دمشق…..دمشق المصدر : الشرق الأوسط»
  • سوريا تبدأ بطي عقود من تهميش الأكراد مصطفى الدباس.المصدر:المدن
  • حماية لبنان: الحكمة والوحدة الوطنية غازي العريضي..المصدر: المدن

Recent Comments

لا توجد تعليقات للعرض.

Archives

  • يونيو 2025
  • مايو 2025
  • أبريل 2025
  • مارس 2025
  • فبراير 2025
  • يناير 2025
  • ديسمبر 2024
  • نوفمبر 2024
  • أكتوبر 2024
  • سبتمبر 2024
  • أغسطس 2024
  • يوليو 2024
  • يونيو 2024
  • مايو 2024
  • أبريل 2024
  • مارس 2024
  • فبراير 2024
  • يناير 2024
  • ديسمبر 2023
  • نوفمبر 2023
  • أكتوبر 2023

Categories

  • أدب وفن
  • افتتاحية
  • الأخبار
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • حوارات
  • دراسات وبحوث
  • مقالات رأي
  • منوعات

أحدث المقالات

  • الحكومة السورية و«قسد» تتبادلان أسرى وجثامين في المرحلة الثانية للاتفاق…القامشلي سوريا المصدر: الشرق الاوسط…كمال شيخو
  • أميركا تعطي الضوء الأخضر لضم مقاتلين أجانب إلى الجيش السوري….دمشق المصدر : الشرق الأوسط
  • وثائق استخباراتية مسرّبة تؤكد: نظام الأسد احتجز الصحافي الأميركي تايس في دمشق…..دمشق المصدر : الشرق الأوسط»
  • سوريا تبدأ بطي عقود من تهميش الأكراد مصطفى الدباس.المصدر:المدن
  • حماية لبنان: الحكمة والوحدة الوطنية غازي العريضي..المصدر: المدن

تصنيفات

أدب وفن افتتاحية الأخبار المجتمع المدني الملف الكوردي حوارات دراسات وبحوث مقالات رأي منوعات

منشورات سابقة

  • الأخبار

الحكومة السورية و«قسد» تتبادلان أسرى وجثامين في المرحلة الثانية للاتفاق…القامشلي سوريا المصدر: الشرق الاوسط…كمال شيخو

khalil المحرر يونيو 2, 2025
  • الأخبار

أميركا تعطي الضوء الأخضر لضم مقاتلين أجانب إلى الجيش السوري….دمشق المصدر : الشرق الأوسط

khalil المحرر يونيو 2, 2025
  • الأخبار

وثائق استخباراتية مسرّبة تؤكد: نظام الأسد احتجز الصحافي الأميركي تايس في دمشق…..دمشق المصدر : الشرق الأوسط»

khalil المحرر يونيو 2, 2025
  • الأخبار

سوريا تبدأ بطي عقود من تهميش الأكراد مصطفى الدباس.المصدر:المدن

khalil المحرر يونيو 2, 2025

اتصل بنا

  • Facebook
  • Instagram
  • Twitter
  • Youtube
  • Pinterest
  • Linkedin
  • الأرشيف
Copyright © All rights reserved. | MoreNews by AF themes.