Stenbol (Rûdaw) – Piştî biryara girtina Şaredarê Esenyurtê û tayînkirina qeyûm a li şûna wî nerazîbûnên CHP û DEM Partiyê didomin.
Avahiya Şaredariyê Esenyurtê di bin dorpêça polîsan de ye û li meydana navçeyê jî mitîng û protesto hebûn.
CHP û DEM Partî ku bi hevkariyekê ew şaredarî bi dest xistibûn, biryara tayînkirina qeyûm wekî derbeyê bi nav dikin û dibêjin heta ku biryar bi paş de neyê wergirtin ew dê çalakiyan jî bidomînin.
Esenyurt navçeya herî mezin a li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Dorpêç û tevdîrên ewlehiyê li dora şaredariya ku qeyûm lê hatiye danîn ne li bajarekî Bakurê Kurdistanê ye vê carê li nava dilê Stenbolê ye.
Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat girtin û li şûna wî jî qeyûm hate tayînkirin.
Li meydana Esenyurtê bi hezaran kes kom bûn û wan biryar şermezar kir.
Parlamenterê CHPyê Mahmut Tanal li ser girtina Ahmet Ozer got:
“Li welêt dest datînin ser demokrasiyê. Azadiyan tune dihesibînin, dadweriyê tune dihesibînin.
Li vî welatî xala me ya hevbeş û hevpar demokrasî ye.
Xala me ya hevpar dadwerî ye. Xala me ya hevparî azadî ye.
Xala me ya hevbeş ew e ku em li ser pîvanên dijî faşîzmê bibin yek.”
Esenyurt bi hevpeymaniya “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hat bidestxistin.
Ji ber vê yekê bi qasî CHPyê, DEM Partî jî nerazîbûna xwe tîne zimên û biryarê wekî binpêkirina îradeya gel nîşan dide.
“Em qeyûman gelekî baş nas dikin”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî anî ziman:
“Em vê rêbazê û vê rejîma qeyûman gelekî baş nas dikin.
Ji ber ku rejîma qeyûman di serî de li bajarên Kurdan, di serî de li ser dengderên Kurd û ji bo wan hemû kesên ku alîgirên demokrasiyê ne hat bikaranîn.”
Piştî biryara tayînkirina qeyûm, CHP û DEM Partî di asta herî bilind de li Stenbolê kom bûn.
Her du partiyan jî civînên xwe yên komîteyên birêvebiriya navendî li navçeya Esenyurtê li dar xistin.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel hemû parlamenter û şaredarên partiya xwe jî vexwendin Stenbolê.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel da zanîn:
“Em dê tevî şêniyên Esenyurtê, tevî Stenboliyan li hemberî vê lîstika qirêj îradeya gel biparêzin.
Em dê îradeya Stenbolê biparêzin û paşeroja Tirkiyeyê biparêzin.”
Şaredar Ahmet Ozer ku xelkê Wanê ye bi tohmeta endamtiya PKKyê hat girtin.
Axaftina wî ya bi Remzî Kartal re, xwestina sersaxiyê ya ji malbateke ku xizmên wan di nava PKKyê de ne û navê wî yê ku li Îmraliyê di navbera Ocalan û şandeya HDPyê de derbas dibû wekî delîl têne nîşandan ku pêwendiya wî bi PKKyê re heye.
إسطنبول (روداو) – بعد قرار اعتقال رئيس بلدية إسنيورت وتعيين محافظ مكانه، تتواصل الاحتجاجات بين حزبي الشعب الجمهوري والديمقراطي الديمقراطي.
مبنى بلدية اسنيورت محاصر من قبل الشرطة وخرجت مسيرات واحتجاجات في ساحة المنطقة.
ويصف حزبا الشعب الجمهوري والديمقراطي الديمقراطي، اللذان فازا بالبلدية من خلال الشراكة، قرار تعيين المحافظ بأنه انقلاب ويقولان إنهما سيواصلان أنشطتهما حتى يتم اتخاذ القرار.
اسنيورت هي أكبر منطقة في تركيا وشمال كردستان.
إن التطويق والإجراءات الأمنية حول البلدية التي تم تعيين رئيس البلدية فيها ليست في مدينة في شمال كردستان، بل هذه المرة في قلب إسطنبول.
رئيس بلدية اسنيورت البروفيسور د. دكتور. وتم القبض على أحمد أوزر وتعيين حاكم مكانه.
وتجمع آلاف الأشخاص في ساحة أسنيورت وأدانوا القرار.
قال النائب عن حزب الشعب الجمهوري محمود تنال عن اعتقال أحمد أوزر:
“إنهم يهاجمون الديمقراطية في البلاد. إنهم لا يفكرون في الحرية، ولا يفكرون في العدالة.
في هذا البلد، نقطتنا المشتركة هي الديمقراطية.
نقطتنا المشتركة هي العدالة. نقطتنا المشتركة هي الحرية.
نقطتنا المشتركة هي الاتحاد حول معايير مناهضة الفاشية”.
وفاز في إسنيورت ائتلاف حزب الشعب الجمهوري وحزب الحركة الديمقراطية.
لذلك، بالنسبة لحزب الشعب الجمهوري، يعرب حزب الديمقراطيين الديمقراطيين عن استيائه ويظهر القرار على أنه انتهاك لإرادة الشعب.
“نحن نعرف الحكام جيدًا”
وقال الرئيس المشارك لحزب الديمقراطيين الديمقراطيين، تولاي حاتيموغولاري:
“نحن نعرف هذا الأسلوب وهذا النظام جيدًا.
لأن نظام المحافظ كان يستخدم بالدرجة الأولى في المدن الكردية، وبالدرجة الأولى على الناخبين الأكراد ولكل من يؤيد الديمقراطية.
وبعد قرار تعيين الحاكم، اجتمع حزب الشعب الجمهوري وحزب الحركة الديمقراطية على أعلى مستوى في إسطنبول.
وعقد الطرفان اجتماعات لجنة الإدارة المركزية في منطقة إسنيورت.
دعا رئيس حزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل جميع البرلمانيين ورؤساء البلديات من حزبه إلى اسطنبول.
أعلن الرئيس العام لحزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل:
“سنحمي إرادة الشعب مع سكان إسنيورت، جنبًا إلى جنب مع شعب إسطنبول ضد هذه اللعبة القذرة.
سنحمي إرادة إسطنبول ونحمي مستقبل تركيا”.
وتم اعتقال عمدة مدينة فان، أحمد أوزر، للاشتباه في كونه عضوًا في حزب العمال الكردستاني.
محادثته مع رمزي كارتال وطلب التعزية من عائلة ينتمي أقاربها إلى حزب العمال الكردستاني واسمه الذي ورد بين أوجلان ووفد حزب الشعوب الديمقراطي في إيمرالي تظهر كدليل على أن له علاقة بحزب العمال الكردستاني.