أربيل (رووداو) – قارن النائب عن حزب هدى، سيركان رامانلي، قضية كوباني بقضية روبوتوزيك، وقال إنه لم يتم الكشف عن من هم وراء الكواليس ولم يتم اتخاذ أي إجراء بشأنهم.
وذكر رامانلي أيضًا أنهم صوتوا لصالح اقتراح حزب الحركة الديمقراطية فيما يتعلق بأحداث 6-8 أكتوبر 2014 في البرلمان التركي.
نشر النائب عن حزب هدى سيركان رامانلي رسالة على حسابه على موقع التواصل الاجتماعي أمس حول قضية كوباني.
وقال سيركان رامانلي في رسالته:
“إن نتيجة قضية كوباني كانت نفس نتيجة قضية روبوزيك.
القاضي الذي قال في ملف روبوزيك “لم نعثر على مرتكبي المجزرة” قال أيضاً في هذا الملف أننا لم نجد من يقف وراء مقتل ياسين بورو وأصدقائه وعشرات المواطنين الآخرين! لديك ما يكفي من المحفزات.”
قدمت مجموعة حزب الديمقراطيين الديمقراطيين مقترحًا إلى رئاسة البرلمان التركي وأرادت التحقيق في حقائق أحداث 6-8 أكتوبر 2014.
أعلن حزب DEM في اقتراحه أن 54 شخصًا فقدوا حياتهم وأن 47 شخصًا كانوا أعضاء في حزب الشعوب الديمقراطي.
وكشف الرئيس رامانلي أنهم صوتوا بنعم على اقتراح حزب الحركة الديمقراطية حتى يتم الكشف عن الأشخاص الذين كان لهم دور في أحداث 6-8 أكتوبر 2014.
كما أبلغ رامانلي أن اقتراح حزب الحركة الديمقراطية قد تم رفضه بأغلبية الأصوات.
ماذا حدث؟
حكمت المحكمة العليا الثانية والعشرون في أنقرة على صلاح الدين دميرتاش بالسجن 42 عامًا، وفيجن يوكسكداغ بالسجن 33 عامًا و3 أشهر، وأميت تورك بالسجن 10 سنوات، وعشرات السياسيين الآخرين بالسجن عشر سنوات، في الجلسة 83 للقضية.
وفتحت قضية كوباني ضد سياسيي حزب الشعوب الديمقراطي عام 2016 بعد هجوم تنظيم داعش على كوباني، على خلفية الاحتجاجات والاحتجاجات يومي 6 و8 أكتوبر 2014 في عدة محافظات شمال كردستان.
وقُتل 46 شخصاً وأصيب 682 شخصاً في تلك المظاهرات.
ويتهم سياسيو حزب الشعوب الديمقراطي في قضية كوباني بالمسؤولية عن بدء تلك الاحتجاجات.
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli Doza Kobaniyê şiband Doza Robozikê û got ku yên li piştî perdeyê nehatine eşkerekirin û derbarê wan tiştek nehatiye kirin.
Ramanli herwiha diyar kir ku wan li Parlamentoya Tirkiyeyê dengê erê daye pêşniyara DEM Partiyê ya derbarê bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an.
Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Doza Kobaniyê peyemak belav kir.
Serkan Ramanli di peyama xwe got:
“Aqûbeta Doza Kobaniyê jî wekî ya Doza Robozikê lê hat.
Daraza ku di dosyeya Robozikê de gotibû ‘Me failên komkujiyê nedîtin’ di vê dosyeyê de jî gotiye me ew kesên li pişt kuştina Yasîn Boru û hevalên wî û bi dehan welatiyên din nedîtine! Tetikkêş besî we ne.”
Grûba DEM Partiyê pêşniyarek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir û xwest rastiyên bûyerên Çiriya Pêşîna 6-8ê 2014an bên lêkolînkirin.
DEM Partiyê di wê pêşniyara xwe de ragihand ku wê 54 kesan canê xwe ji dest da û 47 kes HDPyî bûn.
Serkan Ramanli eşkere kir ku wan dengê erê daye wê pêşniyara DEM Partiyê da ku kesên di bûyerên Çiriya Pêşîna 6-8ê 2014an de rola wan hebûye bên eşkerekirin.
Ramanli herwiha da zanîn ku ew pêşniyara DEM Partiyê bi piraniyan dengan hatiye redkirin.
Çi bûbû?
Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kiribûn.
Doza Kobaniyê piştî êrişa DAIŞê ya ser Kobaniyê, ji ber protesto û nerazîbûnên di 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ên li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê de sala 2016an li dijî siyasetmedarên HDPyê hatibû vekirin.
Di wan xwepêşandanan de 46 kes hatibûn kuştin û 682 kes jî birîndar bûbûn.
Siyasetmedarên HDPyê di Doza Kobaniyê de wekî berpirsên destpêkirina wan xwepêşandanan tên tohmetbarkirin.