أربيل (روداو)- أمرت محكمة مرسين بالقبض على عضوين من منصة الشباب المستقل (PCS).

وتوجه أعضاء جمعية سيرك فلسطين إلى المحكمة اليوم، وتم اعتقال اثنين منهم وإطلاق سراح اثنين منهم.

وفي التاسع من الشهر الجاري، داهمت الشرطة مقر حزب سير العمل في محافظة ديار بكر بشمال كردستان واعتقلت 4 من أعضائه.

وبحسب المعلومات، فقد قامت الشرطة باعتقال مقر حزب العمال وأعضاء تلك الحركة بقرار من مكتب المدعي العام في مرسين، وبالتالي تم نقل جميع المعتقلين الأربعة إلى مرسين.

انتهت أقوال أعضاء PCS في إدارة أمن مرسين وتوجهوا إلى محكمة مرسين.

أمرت محكمة مرسين بالقبض على فريد آزاد وعضو آخر في حزب العمال الكردستاني على أساس “الانتماء إلى حزب العمال الكردستاني وحزب المجتمع الكردستاني”.

كما تم إطلاق سراح عضوين آخرين من جمعية سيرك فلسطين بشرط الرقابة القضائية.

حلت عضوة مدرسة سيرك فلسطين وزوجة فريد آزاد ضيفة نشرة رووداو الشمالية التي تقدمها هيفيدار زانا.

“كتبنا اعتبرت وثائق لحزب العمال الكردستاني”

وأفادت إيفين آزاد أنه تم اعتقال أعضائها للاشتباه في كونهم أعضاء في حزب العمال الكردستاني ومنظمة المجتمع الكردستاني، وتم التعرف على الكتب التي تحمل أسمائهم على أنها وثائق لحزب العمال الكردستاني.

وفي استمرار لحديثه قالت إيفين آزاد:

“تلك الكتب التي قرأناها وقرأها أعضاؤنا ليست محظورة وتم بيعها في معارض TUYAP.

ومن الواضح أنهم يبحثون عن أعذار للترهيب وقد تم اتهام أصدقائنا.

توقعنا أن يستمر عملنا، PCS لا تتكون من 2-3 أعضاء، المخلصون لنا، أصدقاؤنا، أعضائنا كثر، عملنا سيستمر.

سنكون أقوى وسنواصل أنشطتنا في المزيد من المجالات.

يوضح محامونا أيضًا أنه لا توجد مستندات تثبت أن أصدقائنا أعضاء في حزب العمال الكردستاني، وبحسب كلامهم، سيتم إطلاق سراحهم في الجلسة الأولى للقضية.

وتجدر الإشارة إلى أن مدرسة سيرك فلسطين تأسست على يد مجموعة من الشباب الأكراد وتقوم بتنظيم الأنشطة الكردية.

في عام 2023، أدى 10 أعضاء من جامعة سيرك فلسطين اليمين الكردية في ديار بكر حتى لا يتحدثوا أي لغة غير اللغة الكردية في الحياة اليومية والمؤسسات الحكومية في شمال كردستان.

بالإضافة إلى ذلك، أقام أعضاء مدرسة سيرك فلسطين موكبًا بالمشاعل أمام مقبرة أحمد خاني في منطقة بازيد في آجيري في عيد نوروز 2024.

Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Mêrsînê biryara girtina 2 endamên  Plaftormê Ciwanên Serbixwe (PCS) da.

Endamên PCSyê îro derketin dadgehê 2 kes ji wan hatin girtin 2 kes jî hatin azadkirin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 9ê vê mehê, polîsan bi ser navenda PCSyê de girtibû û 4 endamên wê hatibûn desteserkirin.

Li gorî zanyariyan polîsan bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi  ser navenda PCSyê û endamên wê tevgerê de girtibû û ji ber vê jî her 4 kesên girtî birin Mêrsînê.

Îfadeyên endamên PCSyê li Rêveberiya Ewlehiya Mêrsînê bi dawî bû derketin Dadgeha Mêrsînê.

Dadgeha Mêrsînê bi hinceta “endamtiya PKK û KCKyê” biryara girtina Ferîd Azad û endamekî din ê PCSyê da.

Her wiha 2 endamên din ê PCSyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Endama PCSyê û hevjîna Ferîd Azad bû mêvana Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

“Pirtûkên me wekî belgeyên PKKyê hatine  hesibandin”

Evîn Azad da zanîn ku endamên wan bi tohmeta endmatiya PKK û KCKyê hatine girtin û pirtûkên ku li navên wan wan hene wekî belgeyên PKKyê hatine destnîşankirin.

Evîn Azadê di berdewamiya axaftina xwe jî de wiha got:

“Ew pirtûkên ku em dixwînin endamên me dixwînin ne qedexe ne û li pêşanegên TUYAPê jî hatine firotin.

Wisa diyar e ji bo tirsandinê ji xwe re li hincetan digerin û hevalên me hatin tawanbarkirin.

Dê xebata me berdewam bike me ev pêşbînî dikir, PCS ji 2-3 endaman pêk nayê dilsozên me hevalên me endamên me gelek in dê xebata me her berdewam bike.

Em dê bihêztir bibin û em dê bêtir li qadan bin çalakiyên me berdewam bikin.

Parêzerên me jî eşkere dikin ku ti belgename nînin ku hevalên me endamên PKKyê bin û li gorî gotina wan  dê di yekem rûniştina dozê de bên berdan.”

Divê were gotin PCS ji aliyê komeke ciwanên Kurd ve hatiye damezirandin û çalakiyên Kurdî li dar dixe.

Sala 2023an li Amedê 10 endamên PCSê sonda Kurdî xwaribûn da ku li Bakurê Kurdistanê di jiyana rojane û saziyên hikumî de ji bilî Kurdî bi ti zimanî neaxivin.

Her wiha endamên PCSyê Newroza 2024an jî  li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî li pêş mezargeha Ehmedê Xanî meşekê bi meşaleyan li dar xistibû.