أربيل (رووداو) – أعلن القائد العام لقوات سوريا الديمقراطية مظلوم عبدي، عن استعدادهم للقاء تركيا لحل المشاكل.
تم الاحتفال بالذكرى الـ12 لثورة روج آفا كردستان في مدينة كوباني بمشاركة الآلاف من الأهالي.
كما هنأ قائد قوات الدفاع الذاتى مظلوم عبدي، أهالي المنطقة بمناسبة “ثورة روج آفا كردستان” في 19 تموز/يوليو من خلال مقطع فيديو.
وقال مظلوم عبدي في كلمته إنه مستعد للتباحث مع كافة الأطراف في إطار حل المشاكل.
وشدد قائد HSD على أن المشكلة السورية لن تحل إلا من خلال الحل السياسي.
كما أعلن مظلوم عبدي أنهم سيستمرون في سياستهم تجاه وحدة الأراضي السورية.
وفي جزء آخر من كلمته، أكد مظلوم عبدي أنه مستعد لبدء المفاوضات مع كافة الأطراف، بما في ذلك تركيا.
Hewlêr (Rûdaw) – Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand, ew amade ne bi Tirkiyeyê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin.
Li bajarê Kobaniyê bi beşdariya bi hezaran kesan 12emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.
Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî jî bi rêya vîdeoyekê “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê” ya 19ê Tîrmehê li gelên herêmê pîroz kir.
Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de anî ziman ku ew amade ne di çarçevê çareserkirina pirsgirêkan de bi hemû aliyan re gotûbêjan bikin.
Fermandarê HSDyê tekez kir ku tenê bi rêya çareseriya siyasî pirsgirêka Sûriyeyê dê bê çareserkirin.
Mazlûm Ebdî herwiha da zanîn ku ew dê berdewam bikin li ser siyaseta xwe ya li hemberî yekparçeya xaka Sûriyeyê.
Di beşeke din axaftina xwe de Mazlûm Ebdî eşkere kir ku ew amade ne dest bi danûstandinê li gel her aliyekê bikin di nava wan de Tirkiye jî.