أربيل (رووداو)- احتج الحزب الوطني الكردستاني على حذف الكتابات الكردية، وقال إن “الاعتداء على اللغة الكردية جريمة ضد معايير الإنسانية”.
وفي شمال كردستان، قامت بعض بلديات المدن والأقضية بكتابة بعض التحذيرات المرورية باللغة الكردية على الطرق لمساعدة المواطنين وجذبهم.
لكن بعض الأشخاص المجهولين وبقرار من محافظي المدن وتم حذف تلك الكتابات باللغة الكردية.
وأعرب حزب PWK عن استيائه من ذلك ببيان.
وذكر PWK أنه نظرًا لأن ديار بكر عارضت هذا الموقف ودافعت عن الحق في التعليم باللغة الكردية فيما يتعلق بمدرس جامعة دجلة البروفيسور د. دكتور. بدأ سيناب إكينجي أيضًا تحقيقًا قانونيًا، وتلقى مكتب المدعي العام أقواله وقال:
“في ديار بكر، تلك الكتابات التي طمسها حاكم ديار بكر، كررت البلدية تلك الكتابات، لكن حاكم ديار بكر حجبت الكتابات مرة أخرى.
ومن الجدير بالذكر أن الرئيس رجب طيب أردوغان، الذي بدأ TRT-KURDDI، الدورة الكردية المفضلة وأقسام اللغة والأدب الكردي في العديد من الجامعات، يسمح الآن لمحافظي بعض المدن بمهاجمة اللغة الكردية بهذه الطريقة.
“لن يتمكن أي هجوم أو عقاب من منعنا من تعلم لغتنا”
مما لا شك فيه أن الهجمات والعقوبات لن تتمكن من منعنا من تعلم لغتنا.
نحذف ونحجب النص الكردي الخاص بالتحذير المروري، التحقيق القانوني حول البروفيسور. دكتور. إن سيناب إكينجي وجميع الاعتداءات والمظالم على اللغة الكردية يتم الاحتجاج عليها وإدانتها.
ندعو الأمة الكردية إلى التحدث باللغة الكردية، وتعلم اللغة الكردية، وجعل اللغة الكردية لغة الحياة!
ندعو كافة البلديات في شمال كردستان إلى جعل اللغة الكردية (الكرمانجي والكرمكي/الزازاكي) هي اللغة الثانية للبلديات واستخدام الأسماء الكردية لجميع المدن والأحياء والمناطق إلى جانب الأسماء التركية.
“لتفتح جميع نقابة المحامين في شمال كردستان القضايا”
وندعو جميع الحانات في شمال كردستان إلى فتح قضايا بشأن هذه الاعتداءات على اللغة الكردية وبذل كافة الجهود اللازمة على الساحة الدولية حتى تتصرف الدولة التركية وفق الاتفاقيات التي وقعتها.
نعم، إن الاعتداء على اللغة الكردية جريمة ضد الإنسانية.
لغتنا هي شرفنا.”
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li hemberî jêbirîna nivîsên Kurdî nerazîbûn nîşan da û got, “Êrişên li ser zimanê Kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahiyê ye.”
Li Bakurê Kurdistanê hinek şaredarîyên bajar û navçeyan, ji bo alîkarî û balkêşîya hemwelatîyan, hinek hişyariyê trafîkê bi Kurdî li ser cedeyan nivîsandin.
Lê hinek kesên nediyar û bi biryara parêzgariyên bajaran û ew nivîsên bi Kurdî tên jêbirin.
PWKyê li hemberî vê yekê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da.
PWKyê bi bîr xist ku ji ber ku li dijî vê helwesta Parêzgariya Amedê derketibû û mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî parastibû derbarê Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî jî lêkolîna yasayî hatibû destpêkirin, serdozgeriyê îfadeya wî wergirtiye û got:
“Li Amedê, wan nivîsên ku parêzgariya Amedê reş kiribû, şaredarîyê dubare ew nivîs nivîsandin lê parêzgariya Amedê dîsa nivîs reş kirin.
Cîhê balêye ku, Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku TRT-KURDÎ, dersa bijarte ya Kurdî û li çend zanîngehan beşên zimanê û edebiyata Kurdî dabû destpê kirin, niha rê dide ku walîtêyên hinek bajaran êrişên bi vî rengî bîben ser zimanê Kurdî.
“Ti êriş û ceza dê nikaribe me ji lêxwedîlêderketina zimanê xwe dûr bixe”
Bêgûman dê t êriş û ceza nikaribe, me ji lêxwedîlêderketina zimanê xwe dûr bixe.
Em jêbirin û reşkirina nivîsên Kurdî yên ji bo hişyarîya trafîkê, lêkolîna yasayî ya di derbarê Prof. Dr. Cenap Ekîncî û hemû êriş û neheqîyên li ser zimanê Kurdî protesto û şermezar dikin.
Em bangî miletê Kurd dikin da ku bi Kurdî biaxivin, Kurdî fêr bibin, Kurdî bikin zimanê jiyanê!
Em bangî hemû şaredarîyên li Bakurê Kurdistanê dikin da ku zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmackî/Zazakî) bikin zimanê duyem ê şaredariyan û navên Kurdî yên hemû bajar, navçe û herêman li gel navên bi Tirkî bi kar bînin.
“Bila hemû baroyên Bakurê Kurdistanê dozan vekin”
Em bangî hemû baroyên li Bakurê Kurdistanê dikin ku di derbarê van êrişên li ser zimanê Kurdî dozan vekin û di qada navneteweyî de jî ji bo ku dewleta Tirkiyeyê li gorî wan peymanên ku îmze kiriye tevbigere, hemû hewlên pêwîst bi cih bînin.
Belê, êrişên li ser zimanê Kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahiyê ye.
Zimanê me rûmeta me ye.”