اربيل (رووداو)- رفض الرئيس المشترك لحركة الحرية مبررات اغلاق حركتهم، وقال، إن “القرار سياسي وراءه أيادي خارجية وخيانة”.
قررت الهيئة القضائية للانتخابات في العراق إغلاق 3 أحزاب في العراق وإقليم كردستان بسبب ارتباطها بحزب العمال الكردستاني.
وقررت الهيئة إغلاق مراكز حزب الحرية والديمقراطية الإيزيدي (PAD)، وحزب جبهة النضال الديمقراطي، وحركة حرية المجتمع الكردستاني (Azadiyê) ومصادرة أموالهم.
وعقدت حركة حرية مجتمع كردستان اليوم مؤتمرا صحفيا ضد هذا القرار، وتحدثت باسم الإدارة تارا حسين الرئيس المشترك لحركة الحرية.
وذكرت تارا حسين أن حركة حرية المجتمع الكردستاني تأسست في 17 تشرين الأول عام 2014، ومنذ ذلك الحين وهي تمارس أنشطتها بشكل خفيف.
“لم نرتكب أي مخالفات غير قانونية حتى الآن”
وأعلنت تارا حسين أن حركة الحرية حصلت على إذن رسمي من وكالة الشؤون السياسية والمفوضية العليا للانتخابات العراقية وقالت:
“كحزب سياسي، لم نرتكب أي انتهاكات قانونية حتى الآن، ولم تكن هناك اتهامات قانونية ضد أعضائنا وحزبنا.
ونحن نرفض كافة الاتهامات الموجهة إلينا. ونعتقد أن هذا القرار غير قانوني ويشكل انتهاكا سياسيا وقانونيا خطيرا، ولدينا أدلة على ذلك”.
“سنقاتل بالوسائل القانونية”
ونفى الرئيس المشترك لحركة الحرية حصولهم على أموال من قوى وجماعات وأحزاب خارج العراق وتابع كالآتي:
“إننا ندعو الرئيس ورئيس الوزراء العراقي إلى إثبات أين فعلت حركة الحرية شيئًا غير قانوني. والحقيقة أننا ضد أي قوة أجنبية تكون ضد هياكل العراق.
نحن قوة مدنية وديمقراطية ودستورية ومستعدون لمواجهة كافة الاتهامات الموجهة إلينا عبر الوسائل القانونية”.
كما أكدت تارا حسين أنهم مستقلون تمامًا ولا يتلقى حزب العمال الكردستاني ولا أي منظمة أخرى الأوامر.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiyê hincetên ji bo girtina tevgera wan red kirin û got, “Biryar siyasî ye, destên derve û xiyanetê li pişt e.”
Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Îraqê bi hinceta ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye biryara girtina 3 partiyên li Îraqê û Herêma Kurdistanê da.
Lijneyê biryar da ku navendên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadiyê) werin girtin û dest deynin ser pereyên wan.
Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê îro li dijî vê biryarê civîneke rojnamegerî li dar xist û li ser navê rêveberiyê Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Husên axivî.
Tara Husênê diyar kir ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê 17ê Çiriya Pêşîna 2014ê hatiye avakirin û ji vê demê ve bi awayî sivî kar û xebatên xwe dimeşîne.
“Me heta niha ti binpêkirinên neyasayî nekiriye”
Tara Husênê da zanîn ku Tevgera Azadiyê destûra fermî ji Saziya Karûbarên Siyasî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê wergirtiye û got:
“Wekî partiyeke siyasî me heta niha ti binpêkirinên yasayî nekiriye, ti tometên qanûnî li ser endamên me û partiya me çênebûne.
Em hemû tometên ku li ser me tên kirin red dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev biryar neqanûnî ye û binpêkirineke cidî ya siyasî û yasayî ye û li ser vê yekê delîlên me hene.”
“Em dê bi rêya yasayî têbikoşin”
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiyê red kir ku wan pere ji hêz, kom û partiyan ji derveyî Îraqê wergirtibe û wiha domand:
“Em bangî Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê dikin ku îsbat bikin ku Tevgera Azadiyê li ku derê tiştekî neqanûnî kiriye. Bi rastî em li dijî her hêzeke biyanî ne ku li dijî pêkhateyên Îraqê be.
Em hêzeke sivîl, demokrat, xwedî destûrîn û em amade ne bi rêya yasayî li hemberî her tohmetên li dijî me tên kirin, têbikoşin.”
Tara Husênê herwiha tekez kir ew bi temamî serbixwe ne û ne PKK û ne jî hezeke din fermanê wernagirin.