Hewlêr (Rûdaw) – Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk diyar kir, “Divê hemû aliyên Kurdan bibin mixetabê pêvajoyê û ji tecrubeyên berê ders bên standin.”
Pêşhatên dawî yên li ser “pêvajoya nû” rojeva siyasî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar dikin.
Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya nû ji Rûdawê re axivî û bersiv da pirsên pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê.
“Dewletê nikarîbû miletê Kurd ji holê rake”
Mustafa Ozçelîk behsa şerê PKK û Tirkiyeyê kir û wiha got:
“Em ji salan vê dibêjin, divê Tirkiye bibîne ku bi vê siyaseta leşkerî û operasyonan bi sedan sal e nikarîbû miletê Kurd ji holê rake.
Bi operasyonan û şer nikarîbû daxwaz û tekoşîna azadiya ya miletê Kurd ji holê rake. Ji ber wê jî divê êdî siyaseta Tirkiyeyê li cihekî raweste.
Ji aliyê din ve jî divê PKK jî şer bi dawî bike. Êdî li Bakurê Kurdistanê diyar e, zemîna bingeha şerê çekdarî nemaye.
Ev çalakiyên ku PKK çi li Bakur çi li Başurê Kurdistanê dike, zererê didin xebatên sivîl, siyasî, demokratîk, zerarê didin destkeftiyên Kurdan.
Divê PKK li her parçeyî bi xwe wî şerî rawestîne em di vî warî de bi salan bang dikin û ew xala ku em hatinê jî her ev e.
Mafê dewleta Tirkiyeyê nîne ku mafên hebûna miletê Kurd, mafê zimanê Kurdî, mafên esasî rabe, bi şerê PKKyê ve girê bide.”
“Divê hemû alî bibin mixetab”
Mustafa Ozçelîk bangî aliyên siyasî yên Kurdan jî kir û wiha axivî:
“Esas Pirgirêka Kurdî pirsa Kurdistanê ye, divê em ew kesên ku bi rastî jî ji bo vê dozê bi rê ketine bên cem hevdû.
Îro em dikarin çi bikin em îro wê bernameyê bidin ber xwe.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê mafê çarenivîsa miletê Kurd diparêze.
Ji bo şer raweste nabe tenê aliyek û Ocalan bibin mixetab, tecrubeyên berê jî ev nîşanî me da.
Ev xetereyê û wisa berdewam bike dê mesele kûrtir bibe. Divê hemû aliyên Kurdan bibin mixetabên meseleyê.”
“Şerê Rojhilata Navîn rê ji guherînan re vedike”
Mustafa Ozçelîk behsa bandora pêşhatên Rojhilata Navîn ên li ser pêvajoya nû jî kir û wiha got:
“Şerû Rojhilata Navîn bi taybetî şerê Îsaîlê yên li hemberî Hemas û Hîzbulah û Îranê rê ji guherînên gelekî mezintir re vedike.
Cara ewil Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ev peyam da xelkê xwe yê navxwe û diyar kir ku heger ew ne yekgirtî bin dikare çar dewlet ji nava wê derkevin Kurdistan û Belucistan û Azerbeycan werin avakirin.
Ev peyam ji bo Tirkiye Îran, Îraqê û ji bo Sûriyeyê bû.
Pizîşkiyan ji Erdogan re dibêje, ‘Binêre heger hûn di nava xwe de ne serûber bin û ne yekgirtî bin, ev pêvajo dikare bandorê li we jî bikin.’
Tiştê xuya ye ev krîza Tirkiyeyê ya siyasî, aborî, civakî, dîplomasî, gelekî kûr e lê ev rûdanên vê dawiyê dê bibe merheleyeke din.
Dewleta Tirkiyeyê niha dixwaze li hemberî vê bahoz û tsûnamiya ku were tedbîran bigire.”
أربيل (رووداو) – قال رئيس حزب العمال الكردستاني مصطفى أوزجيليك، “يجب إشراك كافة الأطراف الكردية في العملية واستخلاص الدروس من تجارب الماضي”.
آخر التطورات بشأن “العملية الجديدة” تحدد الأجندة السياسية لتركيا وشمال كردستان.
وتحدث رئيس الحزب الوطني الكردستاني مصطفى أوزجيليك لرووداو حول آخر تطورات العملية الجديدة، وأجاب على أسئلة مذيعة رووداو هيفيدار زانا.
“الدولة لم تستطع القضاء على الأمة الكردية”
تحدث مصطفى أوزجيليك عن الحرب بين حزب العمال الكردستاني وتركيا فقال:
وأضاف: “لقد قلنا هذا منذ سنوات، يجب على تركيا أن ترى أنها لن تتمكن من القضاء على الأمة الكردية بهذه السياسة والعمليات العسكرية منذ مئات السنين.
ولم تتمكن العمليات والحرب من القضاء على الرغبة والنضال من أجل حرية الأمة الكردية. ولهذا السبب يجب أن تتوقف السياسة التركية الآن.
ومن ناحية أخرى، يجب على حزب العمال الكردستاني أيضًا إنهاء الحرب. أصبح من الواضح الآن في شمال كردستان أنه لا يوجد أي أساس للصراع المسلح.
إن هذه الأنشطة التي يقوم بها حزب العمال الكردستاني في شمال وجنوب كردستان، تضر بالنشاط المدني والسياسي والديمقراطي، وتضر بإنجازات الأكراد.
يجب على حزب العمال الكردستاني أن يوقف الحرب في كل جزء منها، وهذا ما كنا ندعو إليه منذ سنوات، وهذه هي النقطة التي وصلنا إليها.
ولا يحق للدولة التركية الربط بين حقوق الأمة الكردية، والحق في اللغة الكردية، والحقوق الأساسية في الحرب ضد حزب العمال الكردستاني.
“يجب استشارة كافة الأطراف”
كما دعا مصطفى أوزجيليك الأحزاب السياسية للكرد وتحدث كالآتي:
“في الأساس، المشكلة الكردية هي مسألة كردستان، ويجب علينا، الأشخاص الذين عملوا حقًا من أجل هذه القضية، أن نجتمع معًا.
ماذا يمكننا أن نفعل اليوم لتقديم هذا البرنامج اليوم؟
ويدافع الحزب الوطني الكردستاني عن حق تقرير المصير للأمة الكردية.
لكي تتوقف الحرب يجب استهداف طرف واحد فقط وهو أوجلان، وقد أثبتت لنا تجارب الماضي ذلك.
وهذا أمر خطير وإذا استمر ستتفاقم المشكلة. يجب التعامل مع كافة جوانب الأكراد”.
“الحرب في الشرق الأوسط تمهد الطريق للتغييرات”
وتحدث مصطفى أوزجيليك عن تأثير تطورات الشرق الأوسط على العملية الجديدة فقال:
“إن الصراع في الشرق الأوسط، وخاصة حرب إسرائيل ضد حماس وحزب الله وإيران، يفتح الطريق أمام تغييرات أكبر بكثير.
ولأول مرة، وجه الرئيس الإيراني مسعود بيزشكيان هذه الرسالة إلى شعبه، وذكر أنه إذا لم يتحدوا، فقد تتشكل كردستان وبلوشستان وأذربيجان من أربع ولايات.
وكانت هذه الرسالة لتركيا وإيران والعراق وسوريا.
يقول الأطباء لأردوغان: انظر، إذا لم تكن هادئًا ومتحدًا، فإن هذه العملية يمكن أن تؤثر عليك أيضًا.
من الواضح أن أزمة تركيا السياسية والاقتصادية والاجتماعية والدبلوماسية عميقة للغاية، لكن الأحداث الأخيرة ستكون مرحلة أخرى.
دولة تركيا تريد الآن اتخاذ إجراءات ضد هذه العاصفة والتسونامي”.