Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Îbrahîm Biro diyar kir ku Tirkiye xelkê sivîl û cihên xizmetguzariyê armanc digire û got, “Kurdistana Sûriyeyê baca êrişa li Enqereyê dide.”
Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê li Hewlêrê civîna xwe ya rawejkariyê li dar xist.
Di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê sala 2015an hate damezrandin û Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) jî tê de cih digire.
Îbrahîm Biroyê ku li ser navê ENKSyê li nav Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê de cih digire bû mêvanê Rûdawê.
Îbrahîm Biro hem behsa civînê kir û hem jî mijarên di rojevê de ne nirxandin.
“Me civîneke berfireh kir”
Biro da zanîn ku ew ne cara ewil e ku ew li Hewlêrê civîna xwe li dar dixin û got:
“Ji Sûriyeyê gelek xelkê me li Hewlêrê hene. Me li vê derê civîneke berfireh a rewajkarî li dar xist.
Me di civînê de behsa gelek mijaran kir ku çi derbarê Sûriye û çi derbarê rewşa deverên Kurdî be.”
“8 kursiyên çekdaran hene”
Îbrahîm Biro eşkere kir ku 8 kursiyên çekdaran di Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê de hene û wiha domand:
“Ew çekdar nayên zanîn ên kê ne. Dibe ku Ehmed Osman ê Şah Muradê be. Em nizanin kîjan kursî yê kê ye.
Hinek ji bo kesên serbixwe ne û hinek jî ji bo çekdaran in. Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê ji heft aliyan pêk tê û ENKS jî yek ji wan e.”
23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.
Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê dike.
“Piştî êrişa Enqereyê Kurdistanê Sûriyeyê bac da”
Îbrahîm Biro li ser van êrişên Tirkiyeyê wiha got:
“Wekî hûn jî dizanin ev heyameke bû êriş rawestiyan bûn û xelkê herêmê hinekê rehet bûbû.
Lê mixabin piştî êrirşa li Enqereyê wekî her carê tiştek li Tirkiyeyê çêbibi Kurdistanê Sûriyeyê baca wê dide.
Cihê mixabinê ye ku xelkê sivîl û û cihên xizmetguzariyê dibin armanc.
Îdareya (li Rojavayê Kurdistanê) heyî têkilî bi kadroyên PKKyê re hene û hewce nakin em dubare bikin.
Jixwe Amerîka û hêzên navneteweyî jî vê yekê dizanin û hemû alî dibêjin mafê Tirkiyeyê yê parastina sînorên xwe heye.
Ji bo parastina xelkê me divê guherîneke cidî çêbibe.
Dewleteke mezin li ser sînorê me ye, nabe em bibêjin ti karê wê bi me re nîne ku ew sibehê heta êvarî dibêje PKK li ser sînorê min e.
Divê Rêveberiya Xweser û PYD piştî baca li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî li xwe vegere ku bibêje ez dikarim çawa îdareya xelkê herêmê bikim.
Lê mixabin heta niha ti guherîn çênebûne û li ser heman sîsteme berdewam dikin.”
Diyaloga Kurdî-Kurdî
Bi navbeynkariya Fransa û Amerîkayê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û ENKSyê careke din li ser xalên “Peymana Dihokê” dest bi danûstendinan kiribû.
ENKS û PYNKyê diyar kiribû ku qonaxa yekemîn a danûstandinan wan bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û ew gihiştine nêrîneke siyasî ya hevbeş.
Danûstendinên PYNK û ENKSyê di qonaxa duyem de ji ber nakokiyan xitimîbûn û bi dawî bûbûn.
Îbrahîm Biro derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de jî got:
“Niha danûstandin dirêj bûne. Hem rêkeftinên berê û hem yên van çar salên dawiyê yên Amerîka bi rê ve dibin dirêj bûne.
Yek ji mercên sereke ew bû ku Rêvebirî nehelê PKK destwerdanê bike.
Lê gelek tişt çêdibin û em mecbûr in danûstandinan bikin.
Bi taybetî piştî ku welatekî wkî Amerîkayê ket navbera me, hêviyên me mezin bûn û me got ku dê di nava du mehan de her tişt çareser bibe.
Lê ez di wê baweriyê de me ku Amerîka jî dizane ti hêvî nîne guhertin li cem wan çêbibe.
Lê şerikatiya wan a leşkerî bi HSDyê re di meseleya şerê bi DAIŞê re de heye. Amerîka serê xwe naêşinê û dibêje ti karên min ên siyasî bi wan re nîne.
Ti parastin nîne û tim herêmên Kurdî dibin qurbanî. Her wiha deverên Erebî jî nerazîne ji îdareyê.
Em dibêjin berjewendiyên Kurdan di vê eqiliyetê de nîne û divê lêvegereke çêbibe da ku herêmên din ên Kurdî wekî Efrîn û Serê Kaniyê bacê nedin û koçber nebin.”
Îbrahîm Biro teqez kir ku sedema sereke koçberbûna xelkê Serê Kaniyê şaşitiya hemû aliyan bû û bi gotina wî ji ber ku hemû aliyan dizanî rêkeftin heye û dê hêzên HSDyê ji wê derê derbikevin.
“Divê birêvebirî nû bibe”
Biro her wiha îdia kir ku yên Birêveniriya Rojavayê Kurdistanê di destê PKKyê de û got ku divê birêvebireyeke nû ya ji xelkê herêmê pêk were avakirin.
ENKS beşeke siyasî ya Mixalefeta Sûriyeyê ye ku wan herêma Efrîn, Girês Spî û Serê Kaniyê dagir kiriye.
“Ti berpirsiyariya me ji dagirkirina Erfînê nîne”
Derbarê vê yekê jî Îbrahîm Biro ragihand ku beşdariya wan a di nava Mixalefeta Sûriyeyê de tenê di warê siyasî de ye û ti berpirsiyariya wan ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nîne û wiha domand:
“Berpirsiyariya herî mezin a di vê meseleyê de ya PYDyê ye ji ber ku tiştekî aqilmend nekir.
Hemû kes baş dizane ku ew bi van çekên xwe yên lawaz nekarin li hemberî dewleteke endamê NATOyê ye bisekîne.
Gelek derfet hebûn ku ew nehêlin ew tişt li Efrîn û Serê Kaniyê rû bidin. Şaşiyên wan gelekî mezin bûn lê gelê me baca wê da.”
“Me dost ji Kurdan re çêkirine”
Biro her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew gelek caran di nava Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê bi zehmetî siyasetê dikin û lê wan di nav mixalefetê de dost ji Kurdan re çêkirine.
Bi gotina Îbrahîm Biro Herêma Kurdistanê piştevaniya wan dike.
أربيل (رووداو) – قال المعارض السوري إبراهيم برو، إن تركيا تستهدف المدنيين والمرافق الخدمية، وقال: “كردستان سوريا تدفع ثمن الهجوم على أنقرة”.
عقدت هيئة المفاوضات التابعة للمعارضة السورية اجتماعها التشاوري في أربيل.
وجرى خلال اللقاء بحث آخر التطورات في سوريا وروج آفا كردستان.
وتأسست هيئة التفاوض للمعارضة السورية عام 2015، ويضم المجلس الوطني الكردي في سوريا (ENKS) أيضاً.
وكان إبراهيم برو، عضو هيئة التفاوض التابعة للمعارضة السورية نيابة عن المجلس الوطني الكردي، ضيفا على قناة رووداو.
وتحدث إبراهيم بيرو عن الاجتماع وناقش القضايا المدرجة على جدول الأعمال.
“كان لدينا اجتماع مفصل”
وأوضح برو أن هذه ليست المرة الأولى التي يعقدون فيها اجتماعهم في أربيل، وقال:
“لدينا الكثير من الأشخاص من سوريا في أربيل. لقد عقدنا اجتماعا شاملا هنا.
تحدثنا في اللقاء عن العديد من القضايا سواء كان الأمر يتعلق بسوريا أو الوضع في المناطق الكردية.
“هناك 8 مقاعد مسلحة”
وكشف إبراهيم برو عن وجود 8 مقاعد مسلحة في هيئة التفاوض السورية المعارضة، وتابع على النحو التالي:
وأضاف “من غير المعروف لمن ينتمي هؤلاء المسلحون. ربما يكون أحمد عثمان هو شاه مراد. لا نعرف أي مقعد ينتمي لمن.
بعضها للأشخاص المستقلين والبعض الآخر للمسلحين. وتتكون هيئة التفاوض للمعارضة السورية من سبعة أحزاب، والمجلس الوطني الكردستاني واحد منها.
في 23 من الشهر الجاري، تعرض المشروع المشترك لصناعة الفضاء والطيران التركي (TUSAŞ) لهجوم في منطقة كهرمانكازان في أنقرة.
تركيا تهاجم جنوب وغرب كردستان بعد هذا الحادث.
وفي روج آفا كردستان، تهاجم تركيا محطات الغاز والنفط ومحطات الوقود والمستشفيات ومستودعات الحبوب وصالات الأفراح والمخابز والمراكز الصحية.
“بعد هجوم أنقرة.. كردستان تدفع الضرائب لسوريا”
وقال إبراهيم بيرو عن هذه الهجمات التركية ما يلي:
“كما تعلمون، كانت هذه فترة توقفت فيها الهجمات وشعر سكان المنطقة بالارتياح بعض الشيء.
لكن لسوء الحظ، بعد الهجوم في أنقرة، كالعادة، عندما يحدث شيء ما في تركيا، تدفع كردستان وسوريا ثمنه.
ومن المؤسف أن يتم استهداف المدنيين والمرافق الخدمية.
الإدارة الحالية (في روج آفا كردستان) لها علاقات مع كوادر حزب العمال الكردستاني ولا داعي لتكرار ذلك.
والولايات المتحدة والقوى الدولية تعلم ذلك، وكل الأطراف تقول إن من حق تركيا حماية حدودها.
ومن أجل حماية شعبنا، يجب إجراء تغيير جدي.
هناك دولة كبيرة على حدودنا، لا يمكننا أن نقول إنها لا علاقة لها بنا، لأنها تقول إن حزب العمال الكردستاني موجود على حدودي من الصباح حتى الليل.
على الإدارة الذاتية وحزب الاتحاد الديمقراطي أن يعودوا بعد فرض الضرائب على عفرين وسري كانيه وكري سبي ليقولوا كيف أستطيع إدارة أهل المنطقة.
لكن للأسف لم تطرأ أي تغييرات حتى الآن ويستمرون على نفس النظام
الحوار الكردي-الكردي
ومن خلال وساطة فرنسا والولايات المتحدة، بدأ حزب الوحدة الوطنية الكردي (PYNK) والمجلس الوطني الكردي (ENKS) مرة أخرى المفاوضات حول نقاط “معاهدة دهوك”.
صرح ENKS وPYNK أن المرحلة الأولى من مفاوضاتهما قد اكتملت بنجاح وتوصلا إلى رؤية سياسية مشتركة.
وتوقفت مفاوضات PYNK وENKS في المرحلة الثانية وانتهت بسبب الخلافات.
كما تحدث إبراهيم بيرو عن الحوار الكردي الكردي بين الأحزاب السياسية في روج آفا كردستان:
“والآن طالت المفاوضات. وقد مددت الولايات المتحدة كلاً من الاتفاقيات السابقة وتلك التي تم التوصل إليها خلال السنوات الأربع الماضية.
وكان أحد الشروط الرئيسية هو عدم تدخل الإدارة في شؤون حزب العمال الكردستاني.
لكن أشياء كثيرة تحدث وعلينا أن نتفاوض.
خاصة بعد أن قامت دولة مثل أمريكا بيننا، كانت آمالنا كبيرة وقلنا أن كل شيء سيحل خلال شهرين.
ولكنني أعتقد أن أميركا تدرك أيضاً أنه ليس هناك أمل في التغيير بالنسبة لهم.
لكن شراكتهم العسكرية مع HSD تتعلق بمحاربة داعش. أمريكا لا تهتم وتقول ليس لدي أي علاقة سياسية معهم.
لا توجد حماية والمناطق الكردية هي الضحية دائماً. كما أن المناطق العربية غير راضية عن الإدارة.
ونقول إن مصالح الأكراد ليست في هذه المعادلة ويجب أن يكون هناك تغيير حتى لا تدفع المناطق الكردية الأخرى مثل عفرين وسري كانيه الضرائب ولا تهاجر”.
وأكد إبراهيم بيرو أن السبب الرئيسي لهجرة أهالي سريك كانيه هو خطأ جميع الأطراف وبحسب قوله، لأن جميع الأطراف تعلم أن هناك اتفاقًا وأن قوات HSD ستخرج من هناك.
“يجب تجديد الإدارة”
كما زعم بيرو أن إدارة غرب كردستان هي في أيدي حزب العمال الكردستاني، وقال إنه ينبغي إنشاء إدارة جديدة مكونة من سكان المنطقة.
المجلس الوطني الكردي هو جزء سياسي من المعارضة السورية التي احتلت عفرين وكري سبي ومنطقة سري كانيه.
“ليس لدينا أي مسؤولية عن احتلال إرفين”
وفي هذا الصدد أعلن إبراهيم برو أن مشاركتهم في المعارضة السورية هي فقط في المجال السياسي وأنهم لا يتحملون أي مسؤولية عن احتلال عفرين وسري كانيه وكري سبي وتابع على النحو التالي:
وأضاف “المسؤولية الأكبر في هذا الأمر تقع على عاتق حزب الاتحاد الديمقراطي لأنه لم يفعل أي شيء حكيم.
يعلم الجميع جيدًا أنهم لا يستطيعون الوقوف في وجه دولة عضو في الناتو بهذه الأسلحة الضعيفة.
كانت هناك العديد من الفرص لمنع حدوث تلك الأمور في عفرين وسر كانييه. لقد كانت أخطائهم كبيرة للغاية، لكن شعبنا دفع ثمنها”.
“لقد أصبحنا أصدقاء مع الأكراد”
وأشار برو أيضاً إلى أنهم غالباً ما يمارسون السياسة بصعوبة في هيئة المفاوضات السورية المعارضة، لكنهم كونوا صداقات مع الأكراد في المعارضة.
وبحسب إبراهيم برو فإن إقليم كردستان يدعمهم.