Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêşniyara Bahçelî got, “Em di wê baweriyê de ne ku helwestên ku bi pêşîkêşiya hevkarê me yê Hevpeymaniya Cumhur hatine nîşandan bêyî pêşdarazî bê nirxandin dê bêtir kêrhatî bin.”
Erdogan 29 rojan piştî ku Devlet Bahçeli silav da parlamenterên DEM Partiyê û hefteyek piştî axaftina wî ya derbarê Ocalan li ser pêvajoya nû axivî.
Erdogan di Bernameya Taybet a 29ê Çiriya Pêşîn a li Kuliyeya Serokomariyê got:
“Bi baweriya me dê nirxandina bêyî pêşdarazî ya wan helwestên ku vê serdema dawî bi pêşengiya şirîkê me yê Hevpeymaniya Cumhur hatine nîşandan, bi sûdtir be.”
“Em li dijî şer in”
Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî rexne li MHP û AK Partiyê kirin.
Ozgur Ozel got:
“Eger wekî 22 salên desthilatdariya xwe hinek kes ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî gavan bavêjin û ew gav heta Destûra Bingehîn jî biçin, em dê ne pê re bin.
Em li dijî parçebûn, şer û pevçûnan in lê em ne alîgirê tiştekî ne ku em nekaribin li çavê dê û bavê şehîdan, zarokên wan û birîndarên hevçeperên wan binêrin.”
Li aliyê din, Alîkarê Serokê MHPyê Semîh Yalçin pêşniyarên Bahçelî girîng û pêwîst bi nav kirin.
“Siyaset ne karê tirsonekan e”
Alîkarê Serokê MHPyê Semîh Yalçin wiha got:
“Kampanya û helwêstên mezin ji aliyê serkirdeyên mezin û partiyên siyasî yên mezin ve tên kirin.
Siyaset ne karê tirsonekan e. Serkirdeyên mezin di siyasetê de riskê werdigrin û bi wêrekî gavan diavêjin, Serokê MHPyê jî ew yek kir.”
Devlet Bahçelî pêşniyar kiribû ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li parlamentoya Tirkiyeyê di komciwan DEM Partiyê de biaxive bibêje êdî PKK nemaye.
Piştre Erdogan ew wekî derfeteke dîrokî bi nav kir û ji hinek aliyên Kurdan xwest ku wê derfetê nekin qurbaniya berjewendiyên xwe yên şexsî.
أربيل (رووداو) – قال الرئيس التركي رجب طيب أردوغان، حول مقترح بهجلي، “نعتقد أن المواقف التي أبدتها شريكتنا في دول الكومنولث ستكون أكثر فائدة دون تحيز”.
وتحدث أردوغان عن العملية الجديدة بعد 29 يومًا من استقبال دولت بهجلي لنواب حزب الحركة الديمقراطية وبعد أسبوع من خطابه حول أوجلان.
وقال أردوغان في البرنامج الخاص بتاريخ 29 أكتوبر في القصر الرئاسي:
وأضاف “نعتقد أنه سيكون من المفيد أكثر أن نقيم دون المساس بتلك المواقف التي تم إظهارها في الفترة الماضية تحت قيادة شريكنا في دول الكومنولث”.
“نحن ضد الحرب”
كما انتقد زعيم حزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل حزب الحركة القومية وحزب العدالة والتنمية.
قال أوزغور أوزيل:
وأضاف “إذا اتخذ بعض الناس، كما حدث خلال 22 عاما من حكمهم، خطوات لتحقيق مصالحهم الشخصية وذهبت تلك الخطوات إلى حد الدستور، فلن نكون معهم.
نحن ضد الانقسامات والحروب والصراعات، لكننا لسنا مع أي شيء لا نستطيع أن ننظر إليه في عيون أهالي الشهداء وأبنائهم وجرحى رفاقهم.
من ناحية أخرى، وصف نائب رئيس حزب الحركة القومية سميح يالتشين مقترحات بهجلي بأنها مهمة وضرورية.
“السياسة ليست وظيفة الجبناء”
وقال نائب رئيس حزب الحركة القومية سميح يالتشين:
“الحملات والمواقف الكبيرة يقوم بها قادة كبار وأحزاب سياسية كبيرة.
السياسة ليست للجبناء. القادة العظماء يجازفون في السياسة ويتخذون خطوات جريئة، ورئيس حزب الحركة القومية فعل الشيء نفسه”.
اقترح دولت بهجلي أن زعيم حزب العمال الكردستاني عبد الله أوجلان يجب أن يتحدث في البرلمان التركي في حزب الحركة الديمقراطية ويقول إن حزب العمال الكردستاني لم يعد موجودًا.
ثم وصفها أردوغان بأنها فرصة تاريخية، وطلب من بعض الأحزاب الكردية عدم التضحية بتلك الفرصة من أجل مصالحهم الشخصية.