Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar Bulent Arinç ragihand ku heger Abdullah Ocalan were meclisê divê efûyeke giştî bê derxistin.
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê û yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an Bulent Arinç ji rojnameger Cansu Çamlibelê re axivî.
Bulent Arinç behsa hewlên pêvajoya çareseriyê kir û got:
“Dema min gotina Bahçelî ya ‘Bila Ocalan derkeve, tecrîd rabe, bila were li meclisê biaxive’ bihîst, min destpêkê bawer nedikir.
Min dawiyê ji şêwirmendên xwe re telefon vekir min got ‘ bi rastî ev gotinên Bahçelî ne? Li ku derê axiviye?
Ev tişt ji wî nedihat hêvîikirin. Her roj digot ‘bila ew were girtin, bila ev were girtin, heger yên wan neyên em dê wan kesan bigirin, em dê daliqînin, em dê bibirin’ ew kesekî wisa bû ku di atmosfereke wisa de bû û her kes mat mayî bû.
Ji ber wê ez wisa fikirim ku dê pêvajoyeke nû dest pê bike û bi wî awayî pirsgirêka Tirkiyeyê ya qedîm a terorê dê bi dawî bibe min çavdêriya rewşê kir û şopand.
Serokkomarê me bala xwe neda van pirsgirêkan.”
“Ocalan nikare were meclisê”
Bulent Arinç li ser hatina banga Devlet Bahçelî û hatina Ocalan a ji bo meclisê jî wiha got:
“Bila ez careke din ji we re bibêjim ku di rewşa xwe ya niha de ne mimkûn e ku were meclisê û axaftinekê bike.
Ne ji aliyê qanûnî ve û ne jî li gorî kevneşopiya parlamentoyê ev ne mumkun e. Ez yek ji wan kesa me ku 5 salan min prosedûra navxweyî ya meclisê bi cih aniye.
Kesekî wekî Ocalan çawa dikare bi destûreke taybet were meclisê? Dê bi bi destûrê were meclisê?
Ocalan niha bi destûrê tenê ji bo cenazeyên malbata xwe û destê wî kelebçekirî li pişt wî jî bi sedan cendirme dikare derkeve.
Em bibêjin Ocalan anîn meclîsê û di koma DEM Partiyê de axivî.
Heger çi tişt nebe serdozagerê komarê ji ber ku Ocalan daye axaftin dê li ser wê partiyê doza girtinê veke.
Heger efûyek giştî hebe, em dikarin bibînin bê ka çi dibe. Bêyî efûyekê ne mumkun e Ocalan were meclisê.”
روداو…… هولير (روداو) – أعلن السياسي بولنت أرينج أنه في حال وصول عبد الله أوجلان إلى البرلمان، سيتم إصدار عفو عام.
تحدث بولنت أرينج، الرئيس السابق للبرلمان التركي وأحد أهم العناصر الفاعلة في عملية التسوية 2013-2015، مع الصحفي كانسو جامليبل.
وتحدث بولنت أرينج عن جهود عملية الحل فقال:
“عندما سمعت تصريح بهجلي: “ليرحل أوجلان، ارفعوا العزلة، دعوه يأتي ويتحدث في البرلمان”، لم أصدق ذلك في البداية.
أخيرًا فتحت الهاتف لمستشاري وقلت: “هل هذه كلمات بهجلي حقًا؟” أين تحدث؟
وهذا لم يكن متوقعا منه. كان يقول كل يوم “دعوه يعتقل، فليعتقل، إذا لم يأتوا، فسنعتقل هؤلاء الأشخاص، وسنشنقهم، وسنأخذهم”، لقد كان شخصًا في مثل هذا الجو وكان الجميع مذهولين.
ولهذا السبب، اعتقدت أن عملية جديدة ستبدأ وأن مشكلة الإرهاب القديمة في تركيا ستنتهي، وقد تابعت الوضع.
رئيسنا لم يهتم بهذه المشاكل”.
“أوجلان لا يستطيع الحضور إلى البرلمان”
قال بولنت أرينج عن دعوة دولت بهجلي وحضور أوجلان إلى المجلس:
“دعوني أقول لكم مرة أخرى أنه من المستحيل أن يأتي إلى البرلمان ويلقي خطابا في وضعه الحالي.
وهذا غير ممكن لا قانونيا ولا وفقا لتقاليد البرلمان. أنا واحد من هؤلاء الأشخاص الذين نفذوا الإجراء الداخلي للمجلس لمدة 5 سنوات.
كيف يمكن لشخص مثل أوجلان أن يأتي إلى البرلمان بتصريح خاص؟ هل سيصل إلى البرلمان بإذن؟
ولا يستطيع أوجلان الآن الخروج إلا بإذن من أجل جنازات عائلته ومئات من رجال الدرك الذين يقفون خلفه مكبلي الأيدي.
لنفترض أن أوجلان قد تم إحضاره إلى المجلس وتحدث في مجموعة حزب الحركة الديمقراطية.
وإذا لم يحدث شيء فإن المدعي العام للجمهورية سيرفع قضية اعتقال ضد هذا الحزب لأن أوجلان ألقى خطاباً.
إذا صدر عفو عام، يمكننا أن نرى ما سيحدث. ومن المستحيل أن يأتي أوجلان إلى البرلمان دون عفو”.