Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê Sanchez Amor bertek nîşanî qeyûm da û got, “Êrişeke li dijî demokrasiyê ye.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro qeyûm danîn ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Ji bilî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li derve jî nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman hat dayîn.
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor derbarê tayînkirina qeyûman li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyameke nerazîbûnê belav kir.
“Divê Yekitiya Ewropayê bersiveke pir zelal bide”
Nacho Sanchez Amor di peyama xwe de wiha got:
“Niha dor hatiye Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku DEM Partiyê di hilbijartinên dawî yên rêveberiyên herêmî de bi ferqeke mezin bi dest xistibûn.
Îdia çi dibin bila bibin, ev sîstema qeyûman êrişeke eşkere ya hikûmeta Tirk a li dijî demokrasiyê ye.
Xespkirina îradeya gel e. Divê Yekitiya Ewropayê bersiveke pir zelal bide.”
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.
Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.
Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.
Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.
Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.
Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.
Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”
أربيل (رووداو)- رد عضو البرلمان الأوروبي عن مقرر تركيا سانشيز أمور، على المحافظ، وقال: “إنه اعتداء على الديمقراطية”.
فرضت وزارة الداخلية التركية اليوم حظر التجول على بلديات محافظتي ماردين وإيليه ومنطقة خلفتي في ريها.
وبالإضافة إلى تركيا وشمال كردستان، تم الاحتجاج على تعيين المحافظين في الخارج أيضًا.
ونشر المقرر التركي للبرلمان الأوروبي، ناتشو سانشيز أمور، رسالة استياء من تعيين المحافظين على حسابه على موقع التواصل الاجتماعي.
“على الاتحاد الأوروبي أن يقدم إجابة واضحة للغاية”
وقال ناتشو سانشيز أمور في رسالته:
“الآن جاء دور ماردين وإيليه والخلفتية، التي فاز بها حزب الحركة الديمقراطية بفارق كبير في انتخابات الحكم المحلي الأخيرة.
وبغض النظر عن الادعاءات، فإن نظام الوصاية هذا يمثل هجومًا واضحًا من قبل الحكومة التركية ضد الديمقراطية.
وهو انتهاك لإرادة الشعب. يجب على الاتحاد الأوروبي أن يقدم إجابة واضحة للغاية”.
ماذا حدث؟
أعلنت وزارة الداخلية التركية في بيان مكتوب، أنها قامت بتعيين الوالي على بلديات محافظتي ماردين وإيليه ومنطقة خلفتي في ريها.
وبحسب الإعلان، تم تعيين حاكم ميردين تونجاي آق قويون بدلاً من أحمد تورك.
تم إقالة جولستان سونوك، الرئيس المشارك لبلدية إيليه، وتعيين محافظ إيليه، أكرم كانالب.
كما تم إقالة الرئيس المشارك لبلدية الخلفية، محمد قريلان، وتعيين محافظ الخلفية، هاكان باشوغلو، محافظًا.
أصدر المجلس المركزي للحزب الديمقراطي الديمقراطي بيانا مكتوبا قال فيه:
“كنا نأمل في السلام، لكنهم استولوا على إرادة الشعب.
وكنا نأمل أن تحل المشكلة عبر الحوار والتفاوض، لكن الفخ نصب أمام آمال الحل.
نحن لا نستسلم أبدًا، ولا نتوقف أبدًا عن القتال.
وإذا ظنت السلطات أنها ستنجح بهذا الأسلوب المفلس فسوف تفاجأ جداً.
شعبنا سيعتني بإرادته في كل الظروف”.