Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir, wan kesên ku destên xwe dirêjî me kirin plana tayînkirina qeyûman kiriye.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulîstan Sonuk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun nûnerên saziyên sivîl li pêş avahiya Şaredariya Êlihê tevlî xwenîşandana tayînkirina qeyûm bûn.
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari di xwenîşandanê de axivîn.
Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de amaje bi destdirêjkirina Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî kir û wiha got:
“Wan komplogerên diz tesfiye plan dikir, wan destên xwe dirêjî me kiribûn. Me jî destê xwe dirêjî wan kir.
Me got, belkî ew jî bi gelê Kurd re aştiyeke birûmet pêk bînin ku bi salan e bi tesfiye, înkar û çewisandinê nekarîne wê tune bikin.
Rojekê em dê we bikin partiyek ku êdî hûn dê nikaribin tabelaya xwe daliqînin.
Ev gel baş dizane ku hûn li van avahiyên şaredariyê çi dikin. Hûn diz in.
Hûn bi ziman û çanda gelê Kurd dilîzin.”
“Dê xelk îradeya xwe biparêze”
Tulay Hatimogullariyê jî diyar kir ku şaredarî ya gel e û wiha got:
“Şaredarî gel e, şaredarî hûn in, şaredarî xelkê Êlihê ye.
Yên ku difikirin ku bi desteserkirina van çar dîwaran îradeya gel têk daye bila zanibin ku tevî gelek caran qeyûm tayin kirin jî xelkê piştgiriya partiya xwe û hevserokên şaredariyê kir.”
Hatîmogullariyê di berdewamiyê jî de got:
“Ev jî darbeyeke siyasî ye. Wekî darbeya 12ê Îlonê ye ku bi destê leşkeran pêk anîbûn.
Aniha jî bi destê polîsan îradeya gel didizin.
Di salvegera girtina hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de dîsa heman darbe pêk anîn.
Çi kirin qeyûm tayînî şaredariyên me kirin.
Hûn sed hezar qeyûman tayîn bikin jî wê îradeya gel derkeve holê.
Em dê bi mafê xwe yê hilbijartin û hilbijirînê li îradeya xwe xwedî derkevin.
Gelê Kurd bi yekdengî dê li îradeya xwe xwedî derkeve.
RÜDAW…… هولير (روداو) – صرح الرئيس المشارك لحزب الديمقراطيين الدميقراطي تونجر باكيرهان أن الذين مدوا أيديهم إلينا خططوا لتعيين الولاة.
رد الرئيسان العامان لحزب الحركة الديمقراطية تونجر باكيرهان وتولاي حاتيموغولاري على تعيين المحافظين أمام بلدية إيليه.
انضم الرئيس المشارك لبلدية إيليه جولستان سونوك، والرئيس المشارك لحزب المناطق الديمقراطية (DBP) كسكين بايندير، والرئيس المشارك لبلدية ديار بكر الكبرى دوغان خاتون، وممثلي المنظمات المدنية إلى مظاهرة تعيين المحافظين أمام إيله مبنى البلدية.
وتحدث تونجر باكيرهان وتولاي حاتموغولاري في المظاهرة.
وأشار تونجر باكيرهان في بداية حديثه إلى الإساءة التي تعرض لها رئيس حزب الحركة القومية دولت بهجلي، وقال:
“كانوا يخططون للقضاء على المتآمرين، فمدوا أيديهم إلينا. ومددنا أيدينا إليهم أيضاً.
وقلنا ربما سيعقدون سلاماً مشرفاً مع الشعب الكردي الذي لم يتمكنوا من تدميره منذ سنوات بالتصفية والنكران والاضطهاد.
في يوم من الأيام، سنقيم لك حفلة حيث لن تتمكن من تعليق اللافتة الخاصة بك بعد الآن.
هؤلاء الناس يعرفون جيدًا ما تفعلونه في هذه المباني البلدية. أنت لص.
أنتم تتلاعبون بلغة وثقافة الشعب الكردي”.
“الناس سوف يحمون إرادتهم”
وذكر تولاي حاتيموغولاري أيضًا أن البلدية ملك للشعب وقال:
“البلدية هي الشعب، البلدية أنت، البلدية هي أهل إيليه.
أولئك الذين يعتقدون أنهم من خلال الاستيلاء على هذه الجدران الأربعة قد هزموا إرادة الشعب، عليهم أن يعلموا أنه على الرغم من أنهم عينوا محافظين عدة مرات، إلا أن الناس دعموا حزبهم والرؤساء المشاركين للبلدية”.
وتابع حاتيموغولاري قوله:
“هذا أيضًا انقلاب سياسي. وهو مثل انقلاب 12 سبتمبر الذي نفذه الجنود.
وحتى الآن، تسرق الشرطة إرادة الشعب.
وفي ذكرى اعتقال زعيمينا المشاركين فيغن يوكسكداغ وصلاح الدين دميرطاش، نفذوا نفس الإضراب مرة أخرى.
ماذا فعلوا لتعيين محافظين لبلدياتنا؟
حتى لو عينت مائة ألف حاكم ستظهر إرادة الشعب.
سنعتني بإرادتنا بحقنا في الاختيار والاختيار.
وسيتمسك الشعب الكردي بإرادته بالإجماع.