Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê derbarê tayînkirina qeyûm got, “Qeyûm dê ti carî li ser axa Kurdistanê bi ser nekeve.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro qeyûm danîn ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Li Mêrdînê jî wekî gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji serê sibê ve tayînkirina qeyûma hat protestokirin.
Xelk li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê li hev civiyan.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî ji bo piştgiriya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîrê çûn Mêrdînê.
“Bila baş bizanibin Seyîd Riza, Şêx Seîd û Mazlûm çi kirin”
Tuncer Bakirhan li wir axivî û diyar kir ku ew dê heta dayî têkoşîna xwe li hemberî tayînkirina qeyûman berdewam bikin û got:
“Em banga xwe ya ji Mêrdînê nû dikin, dev ji vê pergala qeyûmê berdin, ev pergala qeyûm bi kêrî kesî nayê, ev pergala qeyûm têkçûn e.
Wan ji aliyekî ve bendewariya çareseriyê çêkir û got ku pêvajoyeke nû û asayîbûnê dest pê dike lê li aliyê din jî qirkirina siyasî ku beriya 8 salan dubare kir. Ew derewker in, durû ne.
Dev ji vê zîhniyeta derewîn, talanê, qeyûmê berdin û bila hevserokên me vî bajarî bi rê ve bibin.
Em dê li ber xwe bidin, em soz didin ku em dê bi hev re têbikoşin heta ku aştî û edalet bi ser van xakan de were û gelê me bi nasnameya xwe bibe welatiyên wekhev.
Bila baş bizanibin ku Seyîd Riza çi kir, Şêx Seîd çi kir, Mazlûm, Denîz û Sakîneyan çi kir, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî wê heman tiştê bikin.”
“Qeyûmn dê li Kurdistanê bi ser nekeve”
Bakirhan teqez kir ku ew dê rê li ber polîtîkayên qeyûm bigirin û got:
“Ne qeyûmên wan, ne polîtîkayên wan ên zilmê, ne jî derewên wan dê karibe çok li me bide tewandin. Ev sê serdem in qeyûman tayîn dikin.
Lê polîtîkaya qeyûman negihişt serî, di hilbijartinê de têk çû, polîtîkayên wan ên ên înkarê têk çûn.
Em soz didin em dê rê nedin vê zîhniyetê qeyûmê ku îradeya we tine dihesibîne.
Heta ku hûn bi me re bin û li vir xwedî li vîna xwe derkevin, ne talan, ne derew, ne jî qeyûm dê li axa Kurdistanê bi ser nekeve.”
أربيل (رووداو)- قال الرئيس المشترك لحزب الديمقراطيين الديمقراطيين حول تعيين قيوم، “لن ينجح قيوم أبداً على أرض كوردستان”.
فرضت وزارة الداخلية التركية اليوم حظر التجول على بلديات محافظتي ماردين وإيليه ومنطقة خلفتي في ريها.
وفي ماردين، مثل العديد من مدن شمال كردستان، خرجت مظاهرة احتجاجية منذ الصباح الباكر ضد تعيين المحافظ.
تجمع الناس أمام قاعة مدينة ماردين.
كما ذهب الرئيسان المشاركان لحزب DEM تونجر باكيرهان وتولاي حاتيموغولاري، والرئيس المشارك لحزب المناطق الديمقراطية (DBP) تشيديم كيليشغون أوشار والرئيس العام لحزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل، إلى ماردين لدعم الرئيسين المشاركين لبلدية ميردين الكبرى أحمد تورك وديفريم. دمير.
“فليعلموا ماذا فعل السيد رضا والشيخ سعيد ومظلوم”
وتحدث تونجر باكيرهان هناك وذكر أنهم سيواصلون نضالهم ضد تعيين الولاة وقال:
“نجدد نداءنا من ماردين، أوقفوا نظام الوصاية هذا، نظام الوصاية هذا لا يفيد أحدا، نظام الوصاية هذا فاشل.
فمن ناحية توقعوا الحل وقالوا إن عملية تطبيع جديدة بدأت، لكنهم من ناحية أخرى كرروا الإبادة السياسية التي حدثت قبل 8 سنوات. إنهم كاذبون ومنافقون.
تخلى عن هذه العقلية الزائفة والنهب والطغيان ودع قادتنا يقودون هذه المدينة.
سوف نقف، ونعد بأننا سنقاتل معًا حتى يحل السلام والعدالة في هذه الأراضي ويصبح شعبنا مواطنًا متساويًا له هويته الخاصة.
فليعلموا ما فعله سيد رضا، وما فعله الشيخ سيد، وما فعله مظلوم ودنيز وساكينين، وسيفعل الشعب الكردي وشعب تركيا نفس الشيء”.
“قيومن لن ينجح في كردستان”
وأكد بكرهان أنهم سيمنعون سياسات الإدارة وقال:
“لا سياساتهم ولا سياساتهم القاسية ولا أكاذيبهم قادرة على جعلنا نركع. لقد تم تعيين المحافظين لثلاث فترات.
لكن سياسة الوالي لم تصل إلى القمة، فقد فشلوا في الانتخابات، وفشلت سياساتهم الإنكارية.
ونعدك بأننا لن نسمح لهذه العقلية أن تحكم بأنك لا تملك إرادة.
وطالما أنتم معنا وإرادتكم هنا، فلن ينجح النهب ولا الكذب ولا الطغيان في أرض كردستان”.