Enqere (Rûdaw) – Piştî helbijartinên Amerikayê û biserketina Donald Trump li Tirkiyê behsa vekişana leşkerên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.
Li Enqerê li gorî hinek çavkaniyên diplomatîk Amerika dê li gorî nexşerêyeke sala 2025 heta 2026an hêzên xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.
Lê li gorî aliyên nêzîkî hikûmetê, aloziyên li Rojhilata Navîn di mijara vekişana lêşkeran de destê Trump lawaz dike.
“Vekişîna leşkerên Amerîkî ji Suriyeyê zêde mimkin xuya nake”
Lêkolînerê ORSAMê Oytun Orhan li ser mijarê wiha anî ziman:
“Ji ber rewşa aloz a niha vekişîna leşkerên Amerîkî ji Suriyeyê zêde mumkin xuya nake.
Her çende ku di fikra Trump de daxwazeke wisa hebe jî ihtimal heye ku nikare di dema serokatiya xwe de tiştekî wisa bike.
Em dizanin ku Trump dixwaze hêzan vekişîne lê Trump nikare bi tena serê xwe biryarê bide.
Mijar girêdayî siyaseta derva ya Amerîkayê ye.”
Di mijara vekişîna leşkerên Amerîkî ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de pirsa herî krîtik çarenîvisa Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye.
Bersiva herî zêde jî ew e ku dê Tirkiye bi YPG û Rêveberiya Xweser re bi nabeykariya Amerikayê danûstandina bike û bigihîje lihevkirinekê.
“Amerîka dê hewl bide Tirkiye û YPG û PYDyê li hev bîne”
Serokê Enstîtuya Ramana Stratejîk (SDE) Alper Tan got, “Amerîka dê ji Sûriye, Îraqê hêzên xwe vekişîne.
Ji xwe nexşereya vekişîna hêzên li Îraqê eşkere bû. Bi heman şêweyî dê li Sûriyeyê hêzên xwe kêm bike.
Dema hêzên xwe kêm dike jî, dê hewil bide ku YPG û PYD bi Tirkiyeyê re li hev bikin.”
Li gorî hine senaryoyên ku li Enqerê tê axaftin, eger hêzên Amerîkî ji Sûriyeyê bêne vekişandin an Tirkiye an jî Rusya dê valahiyê tijî bikin û balansa leşkerî û siyasî jî dê li gorî vê yekê ji nû ve bê avakirin.
شوكت هركي ……. أنقرة (رووداو) – بعد الانتخابات الأمريكية وفوز دونالد ترامب في تركيا، تزايد الحديث عن سحب القوات الأمريكية من سوريا وروج آفا كردستان.
وبحسب بعض المصادر الدبلوماسية في أنقرة، فإن أميركا ستسحب قواتها من سوريا وروج آفا كردستان وفق خطة تمتد من 2025 إلى 2026.
لكن بحسب أطراف قريبة من الحكومة، فإن التوترات في الشرق الأوسط تضعف يد ترامب في مسألة سحب القوات.
“انسحاب القوات الأمريكية من سوريا أمر مستبعد”
وتحدث الباحث في ORSAM أويتون أورهان عن الموضوع كالتالي:
وأضاف: “بسبب الوضع المتوتر الحالي، لا يبدو انسحاب القوات الأمريكية من سوريا ممكنا للغاية.
ورغم وجود مثل هذه الرغبة في ذهن ترامب، إلا أن هناك احتمالا بأنه لا يستطيع أن يفعل شيئا من هذا القبيل خلال فترة رئاسته.
نحن نعلم أن ترامب يريد سحب القوات، لكن ترامب لا يستطيع أن يقرر بمفرده.
المسألة تتعلق بالسياسة الخارجية للولايات المتحدة”.
فيما يتعلق بانسحاب القوات الأمريكية من سوريا وروج آفا كردستان، فإن السؤال الأكثر أهمية هو مصير قوات سوريا الديمقراطية والإدارة الذاتية لروج آفا كردستان.
الجواب الأرجح هو أن تركيا ستتفاوض مع وحدات حماية الشعب والإدارة الذاتية بمساعدة الولايات المتحدة وستتوصل إلى اتفاق.
“أمريكا ستحاول الجمع بين تركيا ووحدات حماية الشعب وحزب الاتحاد الديمقراطي”
وقال رئيس معهد التفكير الاستراتيجي (SDE) ألبير تان، إن “الولايات المتحدة ستسحب قواتها من سوريا والعراق.
خطة انسحاب القوات من العراق أصبحت واضحة. وبنفس الطريقة، ستخفض قواتها في سوريا.
وحتى عندما يخفض قواته، فإنه سيحاول التوفيق بين وحدات حماية الشعب وحزب الاتحاد الديمقراطي مع تركيا”.
وبحسب بعض السيناريوهات التي تمت مناقشتها في أنقرة، إذا انسحبت القوات الأمريكية من سوريا، فإن تركيا أو روسيا سوف تملأ الفراغ، وسيتم إعادة التوازن العسكري والسياسي بناء على ذلك.