Skip to content

السفينة

alsafina.net

Primary Menu
  • الرئيسية
  • الأخبار
  • افتتاحية
  • حوارات
  • أدب وفن
  • مقالات رأي
  • منوعات
  • دراسات وبحوث
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • الأرشيف
  • Home
  • ……Rûdaw….Joe Buccino: Trump dê destûrê bide ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike Nalîn Hesen
  • الملف الكوردي

……Rûdaw….Joe Buccino: Trump dê destûrê bide ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike Nalîn Hesen

khalil المحرر نوفمبر 13, 2024

Berdevkê berê yê CENTCOMê Joe Buccino diyar kir, Trump dê destûrê bide ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

Joe Buccino li ser fikra Trump a li ser vekişandina hêzên Amerîkayê got:

“Bi ya min Serok Trump difikire ku hemû hêzên Amerîkayê ji bakurê Îraq û Sûriyeyê vekişîne.

Siyaseta Trump li ser wê bingehê ye ku nabê hêzên Amerîkayê li beşên din ên cîhanê bimînin.”

Joe Buccino bi bîr anî ku Trump berê jî hêzên Amerîkayê vekişandin û anî zimên, “Bi ya min dê vê carê soza xwe bibe serî û hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê derxe.”

Berdevkê berê yê CENTCOMê diyar kir, “Siyaseta Trump ew e ku hêzên Amerîkayê vegerin welat û ew difikire ku hêzan ji Îraq û Sûriyeyê vekişîne.”

Berdevkê berê yê Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) Joe Buccino bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Tu pêşbînî dikî ku di siyaseta derve ya Amerîkayê de ti guherîn rû bide?

Joe Buccino: Bi ya min Serok Trump difikire ku hemû hêzên Amerîkayê ji bakurê Îraq û Sûriyeyê vekişîne. Wî sala 2019an jî hêz vekişandin. Wî wê demê jî got ku dê hemû hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Wê demê Mattes (James Norman Mattis) wezîrê parastinê bû û li dijî vê biryarê derketibû û Trump paşê biryara xwe guhert.

Rûdaw: Yanî Donald Trump dê hêzên Amerîkayê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne?

Joe Buccino: Belê, ez difikirim ku dê tiştekî wiha bike. Siyaseta Trump li ser wê bingehê ye ku nabê hêzên Amerîkayê li beşên din ên cîhanê bimînin.

Bi ya min dê vê carê soza xwe bibe serî û hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê derxe.

“DAIŞ dikare careke din rabe ser xwe”

Rûdaw: Ev yek dê çi bandorê şerê bi DAIŞê re bike?

Joe Buccino: Dê bandora wê ya li ser Amerîkayê sînordar be lê dê bandora wê ya li herêmê mezin be çimkî DAIŞ dikare li herêmên Sûriyeyê careke din rabe ser xwe û hêdî hêdî mezintir bibe û dibe ku ber bi welatên din û herêmên din ve ve jî belav bibe. Ez di vê çarçoveyê de dilgiran im.

“Dê hemû hêzan vekişîne”

Rûdaw: Gelo Amerîka dê hêzên xwe qonax bi qonax ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne? Ev dê di demeke nêzîk dibe yan dê çawa be?

Joe Buccino: Biya min dê Serok Trump hemû hêzên Amerîkayê yên li herêmê vekişîne. Ew li dijî vê yekê ye ku hêzên Amerîkayê li deverên din ên cîhanê bin û naxwaze ku hêzên Amerîkayê li derveyî Amerîkayê bixebitin.

“Dê destûrê bide Tirkiyeyê”

Rûdaw: Te behsa sala 2019an kir. Gelo Trump dê careke din rê bide ku Tirkiye careke din êrişî Rojavayê Kurdistanê bike?

Joe Buccino: Belê, ez wiha difikirim. Li gorî fikra min dê hevpeymanên me rastî pêvajoyeke wiha werin û bi rastî jî ev cihê dilgiranî ye.

“Trump dê li gorî berjewendiyên xwe tevbigere”

Rûdaw: Dê di nav îdareya bê ya Amerîkayê de ti dostên Kurdan nebin ku rê li ber vê bigirin?

Joe Buccino: Ez hêvî dikim, hêvî dikim ku wiha be lê biya min ew (Trump) dê li gorî berjewendiyên xwe tevbigere û dema kampanyaya hilbijartinan soz da ku hêzên Amerîkayê vegerîne welatê wan.

“Gelo çi berjewendiya Amerîkayê heye?”

Rûdaw: Berjewendiya Amerîkayê ji vekişîna hêzan çi ye gelo?

Joe Buccino: Em dipirsim: Gelo çi berjewendiya Amerîkayê di mayîna li herêmê de heye?

Trump berê gotiye ku di mayîna li wê derê de ti berjewandiya me nîne û divê yekîneyên Amerîkayê vegerin.

“Çima em çavkaniyan xerc bikin?”

Rûdaw: Gelo berjewendiyên aborî û parastina dost û hevbeşên xwe ne ji binemayên siyaseta derve ya Amerîkayê ne?

Joe Buccino: Dibe ku Serok Trump bibêje, “Çima em çavkanî û dema xwe ji bo wan tiştan xerc bikin ku berjewendiyekê nadin Amerîkaye?” û wan vegerîne Amerîkayê.

“Siyaseta Trump ew e ku hêzên Amerîkayê vegerin welat”

Rûdaw: Tenê Sûriye ye yan jî plana Trump heye ku hêzên xwe ji Îraqê jî vekişîne?

Joe Buccino: Nizanim, siyaseta Trump ew e ku hêzên Amerîkayê vegerin welat û ew difikire ku hêzan ji Îraq û Sûriyeyê vekişîne.

Kesê ku niha ji bo wezareta parastinê namzed e jî tiştên bi vî rengî gotine û bi zelalî gotiye ku divê hêz vekişin.

“Biryar êdî ya Trump e”

Rûdaw: Eger Amerîkayê hêzên xwe vekişandin ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê û rêlibergirtina belavbûna Îranê ti alternatîv hene.

Joe Buccino: Dibe ku hinek vebijêrk hebin lê ev biryar di destê îdareya Trump de ye, biryar êdî ya wî ye.

 

Continue Reading

Previous: Gelo Trump dikare hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne? ewket Herkî ….هل يستطيع ترامب سحب القوات الأمريكية من روج آفا كردستان؟.. Enqere (Rûdaw)
Next: Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî qebûl kir.

قصص ذات الصلة

  • الملف الكوردي

الشعب مستعد للسلام: نسبة تأييد قرار حزب العمال الكردستاني ٧١.٥٪. المصدر : روداو

khalil المحرر يونيو 4, 2025
  • الملف الكوردي

اكرم حسين تيار مستقبل كردستان سوريا: بين أزمة الهوية وتحديات التجديد..؟.المصدر:صفحة الكاتب

khalil المحرر يونيو 1, 2025
  • الملف الكوردي

بيان بمناسبة الذكرى العشرين لتأسيس تيار مستقبل كردستان ….تيار مستقبل كُردستان سوريا 

khalil المحرر مايو 28, 2025

Recent Posts

  • الدكتور محمد نور الدين….  صلاحيات «ديانت» الجديدة: وحدها الدولة من تفسّر الدين…صفحة الكاتب
  • الدائرة المستحيلة وانتحار التبرير دارا عبدالله،،….المصدر:ضفة ثالثة
  • تراجع التحويلات المالية إلى السوريين… تعرف على الأسباب نور ملحم …المصدر:العربي الجديد
  • دمشق الأبد في زمن ما بعد الأسد بشير البكر……..…المصدر: العربي الجديد
  • اكرم حسين عن المواطنة المتساوية في سوريا…؟.المصدر:صفحة الكاتب

Recent Comments

لا توجد تعليقات للعرض.

Archives

  • يونيو 2025
  • مايو 2025
  • أبريل 2025
  • مارس 2025
  • فبراير 2025
  • يناير 2025
  • ديسمبر 2024
  • نوفمبر 2024
  • أكتوبر 2024
  • سبتمبر 2024
  • أغسطس 2024
  • يوليو 2024
  • يونيو 2024
  • مايو 2024
  • أبريل 2024
  • مارس 2024
  • فبراير 2024
  • يناير 2024
  • ديسمبر 2023
  • نوفمبر 2023
  • أكتوبر 2023

Categories

  • أدب وفن
  • افتتاحية
  • الأخبار
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • حوارات
  • دراسات وبحوث
  • مقالات رأي
  • منوعات

أحدث المقالات

  • الدكتور محمد نور الدين….  صلاحيات «ديانت» الجديدة: وحدها الدولة من تفسّر الدين…صفحة الكاتب
  • الدائرة المستحيلة وانتحار التبرير دارا عبدالله،،….المصدر:ضفة ثالثة
  • تراجع التحويلات المالية إلى السوريين… تعرف على الأسباب نور ملحم …المصدر:العربي الجديد
  • دمشق الأبد في زمن ما بعد الأسد بشير البكر……..…المصدر: العربي الجديد
  • اكرم حسين عن المواطنة المتساوية في سوريا…؟.المصدر:صفحة الكاتب

تصنيفات

أدب وفن افتتاحية الأخبار المجتمع المدني الملف الكوردي حوارات دراسات وبحوث مقالات رأي منوعات

منشورات سابقة

  • مقالات رأي

الدكتور محمد نور الدين….  صلاحيات «ديانت» الجديدة: وحدها الدولة من تفسّر الدين…صفحة الكاتب

khalil المحرر يونيو 7, 2025
  • مقالات رأي

الدائرة المستحيلة وانتحار التبرير دارا عبدالله،،….المصدر:ضفة ثالثة

khalil المحرر يونيو 7, 2025
  • الأخبار

تراجع التحويلات المالية إلى السوريين… تعرف على الأسباب نور ملحم …المصدر:العربي الجديد

khalil المحرر يونيو 7, 2025
  • الأخبار

دمشق الأبد في زمن ما بعد الأسد بشير البكر……..…المصدر: العربي الجديد

khalil المحرر يونيو 7, 2025

اتصل بنا

  • Facebook
  • Instagram
  • Twitter
  • Youtube
  • Pinterest
  • Linkedin
  • الأرشيف
Copyright © All rights reserved. | MoreNews by AF themes.