Skip to content

السفينة

alsafina.net

Primary Menu
  • الرئيسية
  • الأخبار
  • افتتاحية
  • حوارات
  • أدب وفن
  • مقالات رأي
  • منوعات
  • دراسات وبحوث
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • الأرشيف
  • Home
  • Sidki Zîlan: Demîrtaş dixwaze Kurd û Tirk bigihên aştiyeke mayînde …… RÛDAW
  • الملف الكوردي

Sidki Zîlan: Demîrtaş dixwaze Kurd û Tirk bigihên aştiyeke mayînde …… RÛDAW

khalil المحرر نوفمبر 19, 2024

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerê Kurd Sidki Zîlan behsa hevdîtina xwe ya bi Selahattîn Demîrtaş re kir û eşkere kir ku ew dixwaze gelên Tirk û Kurd bigihên aştiyeke mayîne.

Parêzer Sidki Zîlan yekşema borî li Girtîgeha Edirneyê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.

Sidki Zîlan bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê.

“Xelk ji Demîrtaş hez dike”

Sidki Zîlan behsa naveroka civîna xwe ya bi Demîrtaş re kir û got:

“Hûn dizanin ev 8 sal in Demîrtaş di girtîgehê de ye. Me heta aniha 4 caran ew ziyaret kir.

Ti kesî em neşandine cem Demîrtaş, ji aliyê însanî, ji aliyê Kurdayetiyê ve ev karê me ye. Birêz Demîrtaş merivê me ye.

Birêz Demîrtaş jî dixwaze me bibîne.

Em randewûyê dixwazin, heger ew jî musaîd be em hevdû dibînin û hevdîtina xwe pêk tînîn.

Hevdîtina me rastî gotin û bangên Devlet Bahçelî hatin û me jî hin tişt nivîsandin.

Hinek kesan rast fêm kir û hinek kesan jî xelet.

Ez ne berdevkê Demîrtaş im. Ew tiştên ku ez dibêjîm dîtin û şîroveyên min in. Ez bes dîtina xwe dibêjim û dinivîsim.

Hûn dizanin kî diçe girtîgehê û tê qeydên wan hene.

Kî diçe girtîgehê û tê ew tê qeydkirin, kê ziyareta wî kiribe xuyaye.

Di destên min de qeydên ziyaretan nînin.

Beriya me 2 hevalên hêja yên parêzer li cem wî bûn.

Piştî nîvroj em pê re civiyan, me hevdîtin kir, me li tenduristiya wî pirsî. Wî jî li halê me pirsî.

Helbet Demîrtaş aktorekî girîng e, Hevserokê HDPyê bû.

Kurdên me ji wî hez dikin. Ji bilî me çepên Tirkiyeyê, kesên xwedî wîjdan ji wî hez dikin.

Yek ji wan kesên ku herî zêde jê tê hezkirin û jê re sempatî heye Demîrtaş e.”

“Demîrtaş aştîxwaz e û dixwaze civak jî li hev werin”

Parêzer Zîlan behsa helwesta Demîrtaş a li ser pêvajoyê jî kir û wiha berdewam kir:

“Tişta min fam kir ev e, Demîrtaş dinivîse, di dadgehan de diaxive û wisa diyar e ji xwe Demîrtaş mirovekî aştîxwaz e.

Dixwaze dewlet û PKK li hev werin û dibêje, ev têrê nake divê civak jî li hev werin, hûn dizanin di navbera civakê de dubendî heye.

Hinek êrişî Kurdayetiyê dikin û naxwazin Kurd bigihên mafên xwe.

Ez niha ne aktorekî aktîf ê siyasî me û ez nizanim bê ka piştî wan gotinên Devlet Bahçelî pêvajoyek heye yan nîne.

Wisa diyar e, li cem AK Partî û MHPyê tiştek heye û CHP jî bi erênî lê dinêre û CHPyê got, tiştekî erênî hebe ez dê bibim alîkar.

Hûn dizanin Serokê CHPyê jî çû Edîrneyê û Sellahattîn Demîrtaş dît û pê re axivî.

Demîrtaş aştîxwaz e û dibêje, divê civak jî milet jî li hev werin û aştiyê bikin û aktorên serekî jî li hevdû bikin.

Em hemû dê bi vê re kêfxweş bibin û dê Demirtaş jî kêfxweş bibe û ya ku min fam kiriye ev e.

Demîrtaş ji me re got, gelek heval mîna we diçin û tên ziyareta me, ji aliyê CHPyê, ji aliyê DEM Partiyê û bêguman hin aliyên AK Partiyê jî tên ku ji bo çi ye ez nizanim.

Ez dilê însanan nizanim, her kî were ez ji wan re behsa aştiyê dikim û dibêjim aştî baş e.

Çareserkirina Pirsa Kurd dê bandorê li Tirkiyeyê û tevahiya xelkê Kurdistanê, doza Filistînê û Ewropayê jî bike.

Demîrtaş wekî parezerekî doza heq û mafê mirovan kiriye û wisa dest bi siyasetê kiriye.

Kedeke wî ya zêde di mafên mirovan de heye.

Bûye namzedê Serokkomariya Tirkiyeyê. Demîrtaş dixwaze hem gelê Tirkiyeyê, hem gelê Kurdistanê bigihên aştiyeke mayînde.

Şiroveya me ew e ku Demîrtaş li derve be dikare baştir ji bo aştiyê rol bilîze.”

Parve bike li ser
Share on Facebook
Share on Twitter
Share on Whatsapp
Share on Telegram
Share on Viber

Continue Reading

Previous: Gelo di navbera PKK û Ocalan de nakokî hene? ………….RÛDAW
Next: Felat Bozarslan: Ji ber algorîtmaya Googleyê xwendinên malperan kêm bûne RÛDAW

قصص ذات الصلة

  • الملف الكوردي

تشكيل لجنة للإجراءات في البرلمان التركي. المصدر: روداو

khalil المحرر يونيو 25, 2025
  • الملف الكوردي

بيان تيار مستقبل كردستان سوريا حول التفجير الإرهابي الذي استهدف كنيسة مار الياس في الدويلعة – دمشق.

khalil المحرر يونيو 22, 2025
  • الملف الكوردي

مؤتمر العملية في إسطنبول: “العملية والعنف لا يجتمعان” راوين ستيرك…. المصدر:إسطنبول (روداو)

khalil المحرر يونيو 22, 2025

Recent Posts

  • بيان..الإدارة الذاتية الديمقراطية لإقليم شمال وشرق سوريا · إلى الرأي العام..المصدر: موقع الإدارة الذاتية الديمقراطية
  • إلهام أحمد: تصاعد خطاب الكراهية والتخوين يثير قلقنا المصدر : رووداو ديجيتال
  • ثقافة ومجتمع عندما تفشل نبوءة التطرف عبدالله فيصل آل ربح……المصدر: المجلة
  • المسألة الكردية في تركيا… تسوية تاريخية أم تحول تكتيكي؟ عمر اونهون..المصدر: المجلة
  • محافظ حلب لـ”المجلة”: علاقة جيدة مع المكون الكردي… والأشرفية والشيخ مقصود سيعودان لسيادة الدولة..عباس شريفةالمصدر: المجلة

Recent Comments

لا توجد تعليقات للعرض.

Archives

  • يوليو 2025
  • يونيو 2025
  • مايو 2025
  • أبريل 2025
  • مارس 2025
  • فبراير 2025
  • يناير 2025
  • ديسمبر 2024
  • نوفمبر 2024
  • أكتوبر 2024
  • سبتمبر 2024
  • أغسطس 2024
  • يوليو 2024
  • يونيو 2024
  • مايو 2024
  • أبريل 2024
  • مارس 2024
  • فبراير 2024
  • يناير 2024
  • ديسمبر 2023
  • نوفمبر 2023
  • أكتوبر 2023

Categories

  • أدب وفن
  • افتتاحية
  • الأخبار
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • حوارات
  • دراسات وبحوث
  • مقالات رأي
  • منوعات

أحدث المقالات

  • بيان..الإدارة الذاتية الديمقراطية لإقليم شمال وشرق سوريا · إلى الرأي العام..المصدر: موقع الإدارة الذاتية الديمقراطية
  • إلهام أحمد: تصاعد خطاب الكراهية والتخوين يثير قلقنا المصدر : رووداو ديجيتال
  • ثقافة ومجتمع عندما تفشل نبوءة التطرف عبدالله فيصل آل ربح……المصدر: المجلة
  • المسألة الكردية في تركيا… تسوية تاريخية أم تحول تكتيكي؟ عمر اونهون..المصدر: المجلة
  • محافظ حلب لـ”المجلة”: علاقة جيدة مع المكون الكردي… والأشرفية والشيخ مقصود سيعودان لسيادة الدولة..عباس شريفةالمصدر: المجلة

تصنيفات

أدب وفن افتتاحية الأخبار المجتمع المدني الملف الكوردي حوارات دراسات وبحوث مقالات رأي منوعات

منشورات سابقة

  • الأخبار

بيان..الإدارة الذاتية الديمقراطية لإقليم شمال وشرق سوريا · إلى الرأي العام..المصدر: موقع الإدارة الذاتية الديمقراطية

khalil المحرر يوليو 13, 2025
  • الأخبار

إلهام أحمد: تصاعد خطاب الكراهية والتخوين يثير قلقنا المصدر : رووداو ديجيتال

khalil المحرر يوليو 13, 2025
  • مقالات رأي

ثقافة ومجتمع عندما تفشل نبوءة التطرف عبدالله فيصل آل ربح……المصدر: المجلة

khalil المحرر يوليو 13, 2025
  • مقالات رأي

المسألة الكردية في تركيا… تسوية تاريخية أم تحول تكتيكي؟ عمر اونهون..المصدر: المجلة

khalil المحرر يوليو 13, 2025

اتصل بنا

  • Facebook
  • Instagram
  • Twitter
  • Youtube
  • Pinterest
  • Linkedin
  • الأرشيف
Copyright © All rights reserved. | MoreNews by AF themes.