Hewlêr (Rûdaw) Çalakvanên edebî û çandî yên Serdeştê zêdetir 700 pirtûkên çîrokan ên Kurdî li xwendekarên pola 3,4 û 5 belav kirin.
Zarok bi hezkirin pirtûkan werdigrin û hewil didin li heman cih dest bi xwendina wan pirtûkan bikin.
Beşeke wan zarokan ji ber ku li dibistanê bi zimanê dayîkê nexwendine, nikarin bi zelalî dest bi xwendina wan pirtûkan bixwînin.
Çalakvanan li pêş Goristana Şêx Mewlana ku cihekî qerebalix ê Serdeştê ye û nêzîkî çend dibistanên bajarê çalakiya xwe li darxist.
Berpirsa Tîîma Xwendina Pirtûkan a Kaniyê Munîre Pûriyê li ser çalakiyê wiha got:
“Ev çalakî ji aliyê çend rêxistinên Serdeştê ve ji bo hefteya pirtûkan hat lidarxistin.
Em dixwazin siberoja xwendekaran bi rêya xwendina pirtûkan geş bibe.
Me pirtûk li xwendekarên polên 3, 4 û 5an belav kir.
Em hêvî dikin pirtûk di bernameya pêşeroja wan de cih bigire.
Em hêvî dikin bi rêya xwendinê pêşerojeke wan a ciwan de hebe.”
Koma Xwendina Pirtûkan a Kanî û Jîko Pirtûk û Kafe, Navenda Perwerdeya Zarokan ew çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de 700 pirtûkên zarokan li xwendekaran hatin belavkirin.
“Ez hêvî dikim xwendina pirtûkan zêde bibe”
Endama Meclisa Edebiyatê ya Serdeştê Niştiman Resûliyê jî li ser çalakiyê wiha got:
“Ji ber ku ew pirtûk peydakirine û li zarokan belav kirine, ez gelekî spasiya Munire Purî û Jîko Pirtûk û Kafeyê dikim.
Me îro 700 – heta 800 pirtûk li zarokan belav kir. Zarokên ku ew pirtûk li wan hatine belavkirin piranî di navbera 9 heta 12 salan de ne.
Ez hêvî dikim ev çalakî bi cih bibe û xwendina pirtûkan zêde bibe li nava civaka me de.
Em ji malbatan jî dixwazin ji bo xwendina pirtûkan alîkariya zarokên xwe bikin.”
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hefteya dawî ya Çiriya Paşîn ango hefteya dawî ya payîzê wekî hefteya pirtûkan tê naskirin.
Di vê hefteyê de bi çalakiyên ciyawaz hewl dê dayîn ku çanda xwendina pirtûkan li nava xelkê zêde bibe.