وضعنا جميعا في سيارة جيب وتم اقتيادنا إلى مركز المباحث، حقيقة كنا في حالة مزرية لقد تم اعتقالنا بينما كنا في اجتماع حزبي وكانت أوراقنا ووثائقنا متناثرة هنا وهناك كان ذلك في الخامس عشر من شهر أب من عام 1960
وضعونا جميعا في غرفة في المركز، حيث تم تفتيش جيوبنا وبعثرة محتوياتها، الضابط الذي قبض علينا كان جالساً على الكرسي عند الباب، ثم تحدث قائلاً: ” عندما خرجت من البيت هذا الصباح دعت لي أمي وقالت: ” إذهب يا ولدي وليوفقك الله، أظن أن دعاء أمي قد استجيب، فالساعة الآن لم تتجاوز الرابعة والربع بعد، وقد اعتقلت خمسا وأربعين منكم”.
شعرت بان الضابط يحاول بحديثه أن ينال من معنويات الرفاق، فبادرته بالقول:
• سيادة الملازم، هل يمكنك إنهاء شعب من خلال الاعتقال، فرد متسائلا:
• يعني؟ قلت:
• يعني، يمكنك اعتقال 450 شخصا أو أكثر، ولكن لا يمكنك أن تنهي شعبا من خلال الاعتقال. قال:
• اسكت أيها الخائن. فرددت بحزم:
• أنا لست خائن. فقال:
• نعم أنت خائن، إخرج من بلادنا إلى كردستانك. فقلت:
• طالما أحمل الجنسية السورية لا أحد يمكنه إخراجي من البلاد. فقال محتدا:
• هيا أخرجوه إلى الغرفة الأخرى.
فأمسك أحدهم بذراعي واقتادني إلى غرفة مجاورة.
ومن ثم تم نقلنا من سجن إلى آخر حتى استقرينا أخيرا بعد ستة أشهر في سجن القلعة. كانت فترة حافلة تخللتها محاكمة تاريخية ولكن صورة ذاك الضابط لم تغب عن ذهني قط، وكنت أشعر بأن ذاك الرجل مدين لي بدرس قاس ، ولا أدري كيف قفزت إلى فكري تلك الفكرة بأن أصفعه بحدث كبير أثبت له من خلاله بأن اعتقال بضع مئات من الأشخاص لا يمكن له أن ينهي قضية شعب كامل. استشرت العم أوصمان صبري الذي كان على علم بما حدث بيني وبين ذاك الضابط وقلت له: آبو اليوم هو السادس من أذار وبعد أسبوعين سيحل يوم الواحد والعشرين يوم عيد النوروز، وأضفت: يقال أن أجدادنا كانوا يشعلون النيران على قمم الجبال كتقليد للنار التي أشعلها كاوا الحداد ما رأيك أن نحي هذا التقليد ونشعل نارا على قمة كل جبل في “كرداغ” وسيكون ذاك الفعل ردا على كل من يعتقد أنه بإمكانه أن يقضي على قضية شعبنا من خلال اعتقالنا. راقت الفكرة لعثمان ووافق عليها على الفور وبسرعة استدعينا أحد رفاقنا من منظمة عفرين ( المهندس الزراعي سيدو بيرم ) وبلغناه بالأمر.
وفي الليلة الموعودة أي في ليلة العشرين من أذار عام 1961 استيقظ أهالي عفرين والمناطق المجاورة على وهج شعلة خالدة، شعلة الاحتفال بعيد نوروز عيد الحرية والانعتاق ليثبتوا للعالم أجمع أن الشعب الكردي حي لا يموت وأن نوروز سيبقى رمزا متقدا للحرية والتوهج.
منقول بتصرف عن والدي “رشيد حمو”:
• من خلال الاستناد على وقائع من مذكراته غير المطبوعة باللغة الكردية.
• من خلال رواية شخصية وردت على لسانه بحضوري، وأنا أتحمل مسؤولية ما أنقله.
ME AGiRÊ NEWROZÊ USA PÊXiST
XOŞNAV HAMO
Em hemû xistin otomobîleke jîp birine navenda mebahisan, bi rastî em di halekî pir xirab de bûn. Di dema civîna ( navçeya Helebê) ya partiyê de destgîr kirin, û kaxez û belgenameyên me li hemû deran belav bûn.
Ev bûyer di 15ê meha tebaxê sala 1960î de qewimî.
Em hemû xistin odeyekê li navendê.
Efserê ku em destgîr kiribûn li ser kursiyekê li hember me rûniştibû, paşê got:
“Gava ez sibehê ji malê derketim, dayika min ji min re dua kir û got:
– Biçe kurê min û Xwedê alîkariya te bike.
Ez fikirîm ku dua dayika min hatibû qebûlkirin, çimkî niha saet çar û çeyreke û min 45 kes ji we destgîr kirine”.
Min hest kir ku efser bi gotinên xwe dixwast mebesta hevalên min bişkîne.
ji ber vê yekê min bi lez bersiv da:
– Efser, tu dikarî bi destgîrkirinê Gelekî bi tevahî ji holê rabikî?
wî pirsî:
– Tu çi dixwazî bêjî?
min jî got:
– Mebesta min ewe ku tu dikarî 450 kes an zêdetir jî destgîr bikî, lê tu nikarî bi destgîrkirinê gelêkî ji holê rabikî.
Wî bi qehr got:
– Bêdeng be, ey xayin
Min bi tujayî bersiv da:
– Ez ne xayinim
wî got:
– Erê, tu xayinî, here ji welatê me derkeve û biçe Kurdistana xwe.
min got:
– Heya nasname Sûriyê bi min re hebe, kes nikare min ji vî welatî derxe
wî bi tundî got:
– Vîna ji vir derxin bi dûrxin.
Yekî ji wan destê min girt û birim odeyeke din.
Piştî wê buyerê, me zindan gelek guhartin, heta di dawiyê de piştî şeş mehan li zîndana Kelayê bicih bûn. Gelek bûyer û lêkolînên dîrokî tê de çêbûn, lê wêneya wî efserî qet ji bîra min neçû, û min hest dikir ku ew meriv deyndarê mine bi derseke tund.
Ez nizanim çawa ew fikra usa hat serê min ku ez bi bûyereke mezin lê vegerînim û pê bidim naskirin ku bi destgîrkirina çend sed kesan nikare pirsgirêkek giştî bi temamî bike.
Bi Osman Sebrî şêwirîm, min berê ew agahdar kir bû, ku çi di navbera min û wî efserî de qewimî bû, min got: “Apo, îro destpêka adarê ye û weke tu dizanî piştî çend rojan, di 21ê Adarê de cejna Newrozê tê…
û zêde kirim:
Tê gotin ku bapîrên me agir li ser lûtkeyên çiyan vêdixistin, wekî kevneşopeyek ji bo wê agirê ku Kawayê Hesinker çêkiribû. Çima em jî vê kevneşopeyê navejînin û agir li ser lûtkeyê her çiyayekî li Kurdaxê ronî nakin? Ev kara, dê bersivek be, ji bo hemû kesên ku bawer dikin ku dikarin pirsgirêka giştî ya gelê me bi destgîrkirinê bi temamî bikin”.
Fikra li Osman xweş hat, û bi carekê razî bû.
Bi lez, yek ji hevalên me ji rêxistina Efrînê (Seydoyê Beyrem) daxwend û me agahdar kir.
Û di şeva biryardayî de, di şeva 20ê adarê ya sala 1961ê de, gelê Efrîn û deverên dorhêl li ser ronahiya agirekî nemir li pêşberiya cejna Newrozê, cejna azadî û rizgarbûnê rabûn ser piyan, da ku bi hemû cîhanê bidin zanîn ku gelê Kurd zindî ye û namire û Newrozê dê wekî sembolek ronahî û azadî bimîne.
“di salvegera pêxistina yekem a agirê Newrozê de li çiyayên kurdaxê, Ji ber devê nemir Reşîd Hemo hatiya girtin”.