أربيل (روّاد) – أعلن وزير الخارجية التركي هاكان فيدان أنهم تابعوا عن كثب “مؤتمر الوحدة والتضامن الكردي” في روج آفا كردستان، وقال: “لا نقبل أي مبادرة تمس سيادة سوريا”.
انعقد يوم أمس في مدينة قامشلو مؤتمر الوحدة والتضامن الكردي في غرب كردستان برعاية المجلس الوطني الكردي في سوريا (ENKS) وحزب الاتحاد الديمقراطي (PYNK) وبمشاركة 400 مندوب.
التقى وزير الخارجية التركي هاكان فيدان، اليوم، رئيس الوزراء وزير الخارجية القطري الشيخ محمد بن عبد الرحمن آل ثاني، في العاصمة القطرية الدوحة.
وبعد اللقاء عقد وزيرا خارجية البلدين مؤتمرا صحفيا.
مؤتمر الوحدة والتضامن الكردي
وقال هاكان فيدان رداً على سؤال حول مؤتمر “الوحدة والتضامن الكردي”:
نحن في تركيا نتابع عن كثب اللقاء الذي سألتم عنه، كما نتابع جميع التطورات في سوريا.
وأعلن فيدان أن موقفهم من سوريا واضح وقال:
“لا نقبل أي مبادرة تستهدف وحدة الأراضي السورية. ولا نقبل أي مبادرة تمس سيادة سوريا”.
“نحن لا نقبل أي مبادرة في سوريا تسمح باستخدام السلاح خارج السلطة المركزية”.
حقوق الناخبين
وأكد وزير الخارجية التركي أنهم يريدون توفير فرص متساوية للأكراد وجميع المجموعات العرقية والدينية في الدستور والإدارة السورية الجديدة، وقال:
“نحن على ثقة بأن جهود الإدارة الجديدة في هذا المجال ستؤدي إلى نتائج إيجابية، ونحن نرى أن خطوات إيجابية يتم اتخاذها في هذا الصدد”.
وتحدث وزير الخارجية التركي حقان فيدان على النحو التالي:
“نحن في تركيا نتابع عن كثب اللقاء الذي سألتم عنه، كما نتابع كل التطورات في سوريا.
وأريد أن أقول هذا: مبادئنا وموقفنا تجاه سوريا واضح.
وهذه هي القيم والمبادئ الرئيسية التي تتمسك بها المنطقة أيضًا.
أولاً، نحن لا نقبل أي مبادرة تستهدف وحدة الأراضي السورية.
ونحن لا نقبل أي مبادرة من شأنها المساس بسيادة سوريا.
نحن لا نقبل بأي مبادرة في سوريا تسمح باستخدام السلاح خارج السلطة المركزية.
نحن لا نقبل أي مبادرة في سوريا تسمح للتنظيمات الإرهابية بالاستمرار.
ونحن لا نقبل أي مبادرة تعيق تقدم سوريا وشعبها.
ونحن لا نقبل أي مبادرة في سوريا تمنع قيام نظام يتمتع فيه المواطنون السوريون بالحقوق والحريات على قدم المساواة على أساس الضمانات الدستورية والتعبير عن هويتهم ومعتقداتهم دون تردد.
وعندما ننظر إلى الأمر في إطار هذه المبادئ فإننا نظهر نفس الموقف تجاه ذلك الاجتماع، وكذلك تجاه الاجتماعات التي سبقته والتي تلته.
إن ما يهمنا هو أن يتم حماية سيادتها وسلامة أراضيها وأن تأخذ سوريا مكانها كدولة متقدمة ومستقرة في المنطقة وفي المجتمع الدولي.
وأود أن أقول إننا ضد أي نوع من أنواع التمييز العرقي والديني والطائفي في سوريا.
ولكننا نريد أن نرى أجواء في الدستور السوري الذي يتم إعداده وفي الإدارة السورية توفر فرصاً متساوية لجميع المجموعات العرقية والدينية مثل الأكراد والمسيحيين والسنة والنصيريين والتركمان والعرب في البلاد.
“نحن على ثقة بأن جهود الإدارة الجديدة في هذا المجال ستؤدي إلى نتائج إيجابية، ونحن نرى أن خطوات إيجابية يتم اتخاذها في هذا الصدد”.
اتفاقية الحرب بين مظلوم عبدي وأحمد ونزع سلاح حزب العمال الكردستاني
قال هاكان فيدان عن الاتفاق الذي وقعه مظلوم عبدي وأحمد شير في دمشق في 10 آذار/مارس والدعوة لحزب العمال الكردستاني لإلقاء سلاحه:
“ننتظر تنفيذ الاتفاق المبرم بين وحدات حماية الشعب والإدارة السورية في الأشهر الأخيرة. حساسيتنا تجاه هذه القضية واضحة.
وفي الوقت نفسه، فإننا نتوقع من حزب العمال الكردستاني كمنظمة أن يستجيب فوراً وبشكل إيجابي للدعوة الموجهة إليه، وأن يلقي السلاح، ويتوقف عن عرقلة الحياة الطبيعية في منطقتنا.
لقد واجهت منطقتنا الحرب والاضطرابات والاحتلال والدماء والدموع لسنوات عديدة.
“في العصر الحديث، يجب علينا أن نحرر أنفسنا من كل هذا، ويجب علينا أن ننشئ نظامًا يمكن للجميع من خلاله أن يعيشوا في حرية وأمان، وأن يحترموا بعضهم البعض، وأن يفخروا بهويتهم وإيمانهم.”
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku wan “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” ya Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve şopandiye û got: “Em ti destpêşxeriyeke ku zererê bide serweriya Sûriyeyê qebûl nakin.”
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan doh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro li Dohaya paytexta Qeterê li gel Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê wî welatî Şêx Mihemmed bin Abdurrahman Al Sani civiya.
Piştî civînê Wezîrên KarênDerve yên her du welatan kongreyeke rojnamegeriyê saz kir.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Hakan Fîdan li ser pirseke derbarê Konferansa “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” got:
“Ew civîna ku we derbarê wê de pirs kiriye wekî Tirkiye me ji nêzîk ve şopand. Wekî ku em hemû bipêşketinên li Sûriyeyê dişopînin.”
Fîdan ragihand ku helwesta wan a derbarê Sûriyeyê de zelal e û got:
“Em ti destpêşxeriyeke ku yekitiya axa Sûriyeyê dike armanc qebûl nakin. Em ti destpêşxeriyeke ku zererê bide serweriya Sûriyeyê qebûl nakin.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyê qebûl nakin ku ji bilî otorîteya navendî rê dide bikaranîna çekan”
Mafên pêkhateyan
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku ew dixwazin di destûr û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de bo Kurdan û hemû pêkhateyên etnîkî û olî derfetên wekhev bên dabînkirin û got:
“Em di wê bawerê de ne hewldanên rêveberiya nû yên di vî warî de dê encamên erênî bidin û em dibînin di vî warî de gavên erênî jî tên avêtin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wiha axivî:
“Ew civîna ku we derbarê wê de pirs kiriye wekî Tirkiye me ji nêzîk ve şopand. Weke ku em hemû geşedanên li Sûriyeyê dişopînin.
Dixwazim vê yekê bibêjim prensîb û helwêsta me ya derbarê Sûriyeyê de diyar e.
Ev jî ew nirx û bingehên sereke ne ku navçe jî xwedî lê derdikeve.
Ya yekem em ti destpêşxeriyeke ku yekitiya axa Sûriyeyê dike armanc qebûl nakin.
Em ti destpêşxeriyeke ku zererê bide serweriya Sûriyeyê qebûl nakin.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyê qebûl nakin ku ji bilî otorîteya navendî rê dide bikaranîna çekan.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyekê qebûl nakin ku rê dide berdewamiya rêxistinên terorî.
Em ti destpêşxeriyeke ku rê li ber bipêşketinên Sûriyeyê û gelê wê digire qebûl nakin.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyekê qebûl nakin ku rê li ber sîstemeke wiha digire ku welatiyên Sûriyeyê tê de li ser bingeha garantiya destûrî bi wekhevî ji maf û azadiyan sûdmend bin û nasname û baweriyên xwe bêyî dûdilî nîşan bidin.
Dema em di çarçoveya van prensîban de lê dinerin çi ew civîn, çi civînên berî wê û piştî wê jî em li hember wan heman helwestê nîşan didin.
Ji bo me tişta girîng ew e ku serwerî û yekitiya axa wê bê parastin û Sûriye wekî dewleteke geşekirî û aram li navçeyê û di nav civaka navdewletî de cihê xwe bigire.
Dixwazim bibêjim ku em li dijî her cûre cihêkeriyeke etnîkî, olî û mezhebî ya li Sûriyeyê ne.
Ligel vê yekê em dixwazin di destûra Sûriyeyê ya ku tê amadekirin û rêveberiya Sûriyeyê de keşûhewayeke wiha bibînin ku derfetên wekhev bo hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên wekî Kurd, Xirîstiyan, Sunî, Nusayrî, Tirkmen û Ereb ên li welat dabîn bike.
Em di wê bawerê de ne hewldanên rêveberiya nû yên di vî warî de dê encamên erênî bidin û em dibînin di vî warî de gavên erênî jî tên avêtin.”
Peymana Mezlûm Ebdî – Ehmed Şer û çekdanîna PKKyê
Hakan Fîdan li ser peymana ku Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer 10ê Adarê li Şamê îmze kiribû û banga çekdanîna PKKyê jî wiha got:
“Em li bendê ne peyamana ku mehên borî de di navbera YPG û birêveberiya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin bê bicîkirin. Hesasiyeta me ya derbarê vê mijarê de diyar e.
Di heman demê em li bendê ne ku PKK wekî rêxistin demildest bersiveke erênî bide wê banga ku hatiye kirin, çekan deyne û dest ji astenbûna li hember asayîbûna li navçeya me berde.
Herêma me bi salen e rûbrûyî şer, alozî, dagirkerî, xwîn û rondikên çavan dibe.
Êdî di demên modern de divê em ji van hemûyan rizgar bibin û em neçar in sîstemeke wiha ava bikin ku her kes tê de di nav azadî û ewlehiyê de bijî, rêzê li hev bigire û her kes bi şanazî xwedî li nasname û baweriya xwe derkeve.”