قرأت في البداية ما نشرته قناة روداو من تصريح لمنظومة المجتمع الكوردستاني على أساس كان مصدرها موقع المنظومة ANF بحيث المنظومة تندد بهجمات إسرائيل المباركة على إيران ونشرت التصريح، لكن بعد مراجعتي كامل نص التصريح على موقع ANF نفسه تبين ان المنظومة تندد بالحروب بشكل عام و لم تندد إسرائيل، لذلك توجب التنويه و الاعتذار.. تصريح موقع روداو و ANF منشور هنا..
KCKyê li ser êrişên Îsraîlê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser êrişa Îsraîlê daxuyanî da.
Li gorî nûçeya ANFyê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê şermezar kiriye.
Konseya Birêvebir a KCKyê eşkere kir ku şer ne çareseriya pirsgirêkan e û divê siyasetên şer bên terkkirin.
Koma Civakên Kurdistanê di daxuyaniyê de amaje bi êrişa Îsraîlê kir û wiha got: “Şeva derbasbûyî Îsraîlê êrişeke berfireh a asmanî li dijî Îranê pêk anî.
Mixabin ev êriş, şerê ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan tundttir bû û ji her alî ve zererên mezin da gelan, wêrankirin û êşên mezin çêkir û rewş kûrtir kiriye.
Şerê ku bi armanca hêz, desthilat û hegemonya ji aliyê dewletan ve tê pêşvebirin, bi ti awayî çareseriyê ji pirsgirêkan re nîne û zerereke mezin dide gelan.
Dibe sedema êşên mezin, mirin, wendabûn û wêrankirinê.”
“Pêwistî bi têgihîştina modernîteya demokratîk heye”
Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê banga diyalogê li aliyan kir û wiha got:
“Em careke din diyar dikin ku çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi têgihîştina modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk mimkin e.
Rêbertiya me ji bo derbasbûna vê astengiya dîrokî ya Rojhilata Navîn di nava hewldaneke mezin de ye.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27ê Sibata 2025an li ser vê bingehê bû. Şerê kûrbûyî û zererên ku şer dide gelan, careke din girîngiya vê banga dîrokî nîşan daye.”
ANF
KCK’ê têkildarî êrîşên Îsraîlê daxuyanî da
KCK’ê li ser êrîşên Îsraîlê daxuyanî da û got: “Em vê şerê ku li gelan dide windakirin û rê li ber hilweşandinan vedike şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyê pirsgirêkan çareser bikin.
nseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên Îsraîlê daxuyaniyekî nivîskî weşand.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Duh piştî nîvê şevê Îsraîl li dijî Îranê êrîşên berfireh ên hewayî kir. Mixabin ev êrîş şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir û bi her aliyê xwe ve zirarên mezin da gelan, bû sedema hilweşandin û êşên mezin kûrtir kir. Şerê ku bi destê dewletan bi armanca desthilatdarî û hegemonyayê tê pêşxistin, bi tu şêweyê ji pirsgirêkan re nabe çarserî û êşên mezin dide gelan. Rê li ber êş, mirin, windahî û hilweşandinan vedike. Di dîroka Rojhilata Navîn de ku bi sedan sal in bi şerê bêyî navber hatiye arastin, xuya bû ku şer ji tu pirsgirêkan re nabe çareserî, rê li ber êş, windahî û hilweşandinan vedike, pirsgirêkan zêdetir kûr dike û tîne rewşeke ku di nav de asê bimînin. Em vê şerê ku li gelan dide windakirin û rê li ber hilweşandin û zirarê vedike, şaş dibînin û şermezar dikin. Divê êdî ji aliyê her kesî ve were fêmkirin ku şer ji pirsgirêkan re nabe çare û dev ji polîtîkayên şerê were berdan. Em wekî Tevger bi hişmendiya vê heqîqet û rastiya dîrokî tevger dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêk bi rêbaza siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk a ku Rêber Apo daniye holê, werin çareserkirin. Em bang li her kesî dikin ku bi vê têgihiştinê û bi vê zemînê tevger bikin û ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyê pirsgirêkan çareser bikin.
Em bi vê wesîleyê careke din diyar dikin ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi modernîteya demokratîk û têgihiştina neteweya demokratîk pêkan bibe. Bi têra xwe hatiye îspatkirin ku bi hêrsa hêz, desthilatdarî, hegemonya û zîhniyeta netew-dewlet a yekparêz a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ku baxçeya gel, bawerî û çandan e, jiyaneke bi aştiyane nehatiye avakirin û wê neyê avakirin. Ev zîhniyeta ku zêdeyî 100 sal in tê dewamkirin, Rojhilata Navîn asê kiriye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku Rêbertiya me ji bo ku vê asêmayîna dîrokî ya li Rojhilata Navîn derbas bike, di nava hewldaneke mezin de ye. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, ji bo derbaskirina vê asêmayînê ye. Zirarên ku şerê tê kûrkirin dide gelan, girîngiya vê banga dîrokî careke din derxistiye holê. Em li ser bingeha vê rastiya dîrokî, bang li gelan, jin û hemû hêzên sosyalîst ên demokratîk dikin ku banga dîrokî ya Rêber Apo zêdetir fêm bikin, rêxistinbûna xwe mezin bikin, hevgirtina xwe xurtir bikin û çareseriya demokratîk pêş bixin.”