أربيل (راودو) – قال سيامند معيني، الرئيس المشارك السابق لحزب الحياة الحرة الكردستاني (بيجاك): “إذا اقتضت الظروف ذلك، فلدينا القدرة على التدخل لحماية شعبنا”.
تحدث سيامند معيني، الرئيس المشارك السابق وعضو مجلس إدارة حزب الحياة الحرة الكردستاني (بيجاك)، عن الحرب الإيرانية الإسرائيلية.
نشر الصحفي الكردي في الولايات المتحدة، موتلو جيفير أوغلو، محادثته مع سيامند معيني على حسابه على فيسبوك.
صرح معيني بأن “هزيمة الجمهورية الإسلامية الإيرانية خطوة مهمة نحو الحرية والديمقراطية”.
وأضاف معيني أنه بعد الهجمات الإسرائيلية، “يلوح أمل كبير لدى الشعب الإيراني بشأن إضعاف ديكتاتورية الجمهورية الإسلامية الإيرانية”.
وقال معيني: “حزب الحياة الحرة الكردستاني هو المنظمة الوحيدة التي لديها هيكل تنظيمي راسخ وقوات عسكرية تعمل داخل إيران”.
وأكد خلال الاجتماع أن الجمهورية الإسلامية الإيرانية جعلت تدمير إسرائيل حجر الزاوية في سياستها الخارجية لعقود.
وبحسب مُعيني، فإن استخدام النظام لشعارات مثل “دمروا إسرائيل” يُشكل تهديدًا كبيرًا ليس فقط لإسرائيل، بل أيضًا للسلام والاستقرار الإقليميين.
استراتيجية إيران والهجمات الإسرائيلية
وأضاف زعيم حزب الحياة الحرة الكردستاني: “طهران، مدفوعةً باللامبالاة الدولية واستمرار العلاقات الاقتصادية مع بعض أجزاء أوروبا، وسّعت برنامجها الصاروخي الباليستي وسعت إلى امتلاك قدرات نووية.
استراتيجيتها هي ممارسة الضغط الداخلي في الداخل وزعزعة السلام في الخارج.
نفّذت إسرائيل سلسلة من الهجمات العسكرية الكبرى ضد منشآت نووية ومراكز قيادة ومواقع تابعة للحرس الثوري الإيراني.
لن تُوقف محاولات إيران الانتقامية حملة إسرائيل أو تُعوّض الضرر الذي لحق بها.”
النضال الأخير ضد الظلم
أشار معيني إلى مستقبل إيران في جزء آخر من خطابه، قائلاً:
“إذا استمر الضغط الإسرائيلي، وأصرت واشنطن على موقفها الرافض للتوصل إلى اتفاق مع طهران، فقد تواجه الجمهورية الإسلامية هزيمة نكراء.
بالنسبة للشعب الإيراني، وخاصة الشعب الكردي، قد يكون هذا هو الوقت المناسب لتطوير النضال ضد الظلم من جديد وبشكل نهائي.
يقع العبء الأكبر من هذا النضال على عاتق المدنيين الذين يواجهون بالفعل مشاكل اقتصادية واجتماعية عميقة.
منذ عام ٢٠٠٤، قاوم حزبنا، حزب الحياة الحرة الكردستاني، بقوة هذه الديكتاتورية والقمع، مقدمًا تضحيات جسيمة في سبيل ذلك.
نحن ملتزمون ببناء مجتمع حر وديمقراطي وصديق للبيئة، قائم على حرية المرأة، وسنواصل هذا النضال حتى تتحقق رؤيتنا.”
قواتنا العسكرية نشطة في إيران.
وفي ختام المقابلة، كشف معيني أن حزب الحياة الحرة الكردستاني هو التنظيم الوحيد الذي يمتلك هيكلًا تنظيميًا راسخًا وقوات عسكرية نشطة داخل إيران، وقال:
“إذا اقتضت الظروف، لدينا القدرة على التدخل لحماية شعبنا.
وإذا لجأت قوات القمع في جمهورية إيران الإسلامية إلى العنف ضد المدنيين، فإن لشعبنا الحق المشروع في الدفاع عن نفسه”.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê PJAKê Siyamend Moînî got, “Eger şert û merc pêwîst bikin, ji bo parastina gelê xwe em xwedî wê şiyanê ne ku midaxele bikin.”
Hevserokê berê û Endamê Konseya Birêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî li ser şerê Îran û Îsraîlê axivî.
Rojnamegerê Kurd ê li Amerîkayê Mutlu Çîvîroglu ji ser hesabê xwe yê Facebookê hevpevîna xwe û Siyamend Moînî belav kir.
Moînî diyar kir ku “têkçûna Komara Îslamî ya Îranê pêngaveke girîng a ber bi azadî û demokrasiyê ye.”
Moînî ragihand ku piştî êrişên Îsraîlê, li Îranê “hêviyeke mezin li nava xelkê derbarê lawazbûna dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê de çêdibe.”
Moînî got, “PJAK yekane rêxistin e ku hem xwedî strûktureke rêxistinî ya damezrandî ye û hem jî xwedî hêzên leşkerî ye ku li hundirê Îranê çalakin.”
Wî di dirêjahiya hevdîtinê de diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi dehsalan e jinavbirina Îsraîlê kiriye kevirê bingehîn ê siyaseta xwe ya derve.
Li gorî gotina Moînî, bi bikaranîna dirûşmên wekî “Îsraîlê birûxînin” ên rejîmê ne tenê ji bo Îsraîlê lê ji bo aştî û aramiya herêmî jî gefeke mezin e.
Stratejiya Îranê û êrişên Îsraîlê
Serkirdeyê PJAKê di berdewamiyê jî de got, “Tehran, bi cesareta ji xemsariya navneteweyî û berdewamiya pêwendiyên aborî yên bi hin beşên Ewropayê re, bernameya xwe ya muşekên balîstîk berfireh kiriye û li pey şiyanên nukleerî ketiye.
Stratejiya wê ev e, zexta navxweyî li hundir, têkdana aramiyê li derve.
Îsraîlê zincîreyek êrişên mezin ên leşkerî li dijî tesîsên atomî, navendên fermandariyê û cihên girêdayî Supaya Pasdaran ên Îranê pêk aniye.
Hewldanên tolhildanê yên Îranê nikarîne kampanyaya Îsraîlê rawestînin an jî zererê bipaşde vegerînin.”
Dema têkoşîna dawî li dijî zilmê
Moînî di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi paşeroja Îranê kir û wiha domand:
“Eger zextên Îsraîlê bidomin û Washington li ser helwesta xwe ya li dijî lihevkirina bi Tehranê re bimîne, dibe ku Komara Îslamî rûbirûyî têkçûneke bêveger bibe.
Ji bo gelên Îranê, bi taybetî ji bo gelê Kurd, dibe ku ev bibe kêliya ku têkoşîna li dijî zilmê careke din û dawî were bipêşxistin.
Barê herî giran ê vê şerxwaziyê dikeve ser milê sivîlan ku jixwe rûbirûyî pirsgirêkên kûr ên aborî û civakî ne.
Ji sala 2004an ve, partiya me PJAK li dijî vê dîktatorî û zordariyê bi xurtî li ber xwe daye û di vê pêvajoyê de qurbaniyên mezin dane.
Em ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk û ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê pabend in û heta ku dîtina me pêk were em dê vê têkoşînê berdewam bikin.”
“Hêzên me yên leşkerî li Îranê çalak in”
Moînî di dawiya hevpeyvînê de eşkere kir ku PJAK yekane rêxistin e ku hem xwedî strûktureke rêxistinî ya damezrandî ye û hem jî xwedî hêzên leşkerî ye ku li hundirê Îranê çalak in û got:
“Eger şert û merc pêwîst bikin, ji bo parastina gelê xwe em xwedî wê şiyanê ne ku midaxele bikin.
Eger hêzên zordar ên Komara Îslamî ya Îranê li dijî sivîlan serî li tundûtûjiyê bidin, gelê me xwedî mafê rewa yê parastina xwe ye.”