أربيل (روداو) – صرّحت الرئاسة المشتركة للمجلس التنفيذي لمنظومة المجتمع الكردستاني (KCK): “نحن عازمون على اتخاذ الخطوة التي طلبها منا القائد آبو. سنفكّر في شعبنا وشعوبنا ونخطو هذه الخطوة الجديدة، ولكن يجب أن يكون معلومًا أن العملية لن تتقدم من جانب واحد، بل بخطواتنا فقط”.
أصدر عبد الله أوجلان رسالة فيديو من سجن إمرالي أمس.
واستجابةً لهذه الدعوة، أصدرت الرئاسة المشتركة للمجلس التنفيذي لمنظومة المجتمع الكردستاني (KCK) بيانًا مكتوبًا، أكدت فيه أن العملية لن تتقدم بخطوات أحادية الجانب، وأن على الطرف الآخر اتخاذ الخطوات اللازمة أيضًا.
وأضافت: “يجب إنهاء أسر القائد آبو، الذي دفع مسيرة المجتمع الديمقراطي، وأن ينال حريته”.
وفقًا لبيان وكالة أنباء فراتيني (ANF)، جاء في بيان الرئاسة المشتركة للمجلس التنفيذي لمنظومة المجتمع الكردستاني (KCK):
“وجّه القائد عبد الله أوجلان نداءً جديدًا لتعزيز مسيرة السلام والمجتمع الديمقراطي. نُشر هذا النداء أمس، وأُطلع الرأي العام على محتواه.
أولًا، نحن سعداء بوصول صوت القائد عبد الله أوجلان وصورته إلى العالم. ونعتقد أن هذا كان مصدر سعادة لشعبنا ولجميع أصدقائنا على حد سواء.
في هذه المناسبة، نُحيّي القائد عبد الله أوجلان، الذي يفتقده شعبنا وأصدقاؤنا، بكل احترام، ونُعرب عن شوقنا ومحبتنا وامتناننا.
هذه النداء، الذي أطلقه القائد آبو، هو النداء الثاني بعد 27 فبراير/شباط 2025. وكما هو الحال مع نداء 27 فبراير/شباط، فإن هذا النداء تاريخي أيضًا.
في هذا النداء التاريخي، لخّص القائد آبو مسيرة “السلام والمجتمع الديمقراطي” من حيث مبادئها وأهدافها الأساسية، والتقدم المُحرز حتى الآن، والخطوات اللازمة للمستقبل.
القائد أظهر أبو مرة أخرى إرادته القوية والواضحة بقوله: “أواصل دعم نداء السلام والمجتمع الديمقراطي الصادر في 27 فبراير 2025”.
بصفتنا حركة الحرية، فقد قيّمنا هذه الدعوة التاريخية للقائد عبد الله أوجلان. ونرى ضرورة مشاركة النتائج التي توصلنا إليها بصراحة مع شعبنا وجماهيرنا.
لقد أعربنا عن دعمنا الكامل لعملية “السلام والمجتمع الديمقراطي” المعلن عنها في نداء 27 فبراير 2025، وسنفي بالتزاماتنا كاملةً.
حتى الآن، اتخذنا قرارات استراتيجية وخطوات في هذا الاتجاه، انطلاقًا من إيماننا بـ “نداء السلام والمجتمع الديمقراطي” والواجب التاريخي لتحقيق أهداف هذه الدعوة.
لقد وقف شعبنا وراء هذه العملية التاريخية التي طوّرها القائد أبو بعناية وحساسية وإيمان كبيرين.
“لم تتخذ جمهورية تركيا أي خطوات”
في هذه المرحلة، وصلنا إلى أن جمهورية تركيا وحكومتها الحالية لم تتخذ أي خطوات تتماشى مع احتياجات العملية والخطوات الملموسة التي اتخذناها.
نرى و نعلم هذا، ولكن مع ذلك، وإيمانًا منا بأهداف “الدعوة إلى السلام والمجتمع الديمقراطي”، فقد ساندنا هذه العملية. وحرصنا على الحفاظ على هذا الموقف بحساسية عالية.
“سنتخذ الخطوات الملموسة التي طلبها منا القائد آبو”
نعتقد أن جهودنا في هذا الصدد تُرى. والآن، في هذا النداء التاريخي الجديد، نعلن أننا سنتخذ الخطوات الملموسة التي طلبها منا القائد عبد الله أوجلان.
نتخذ هذه الخطوة الملموسة، كغيرها من الخطوات التي اتخذناها، تعبيرًا عن التزامنا بالقائد عبد الله أوجلان، وإيمانًا منا بأن شعبنا والإنسانية جمعاء سيتحررون ببيان المجتمع الديمقراطي.
في نداءه الصادر في 19 يونيو/حزيران 2025، أكد القائد عبد الله على ضرورة تحمل الجميع مسؤولياتهم، وحدد الخطوات اللازمة وكيفية سير العملية.
يجب أخذ استنتاجات القائد عبد الله بعين الاعتبار وفهمها. هذه الدعوة ليست موجهة إلينا وحدنا، بل إلى الدولة، وخاصة البرلمان، وجميع المؤسسات السياسية والأفراد المسؤولين.
حتى اليوم، اتخذنا خطوات استراتيجية انطلاقًا من مسؤوليتنا التاريخية وبحساسية عالية.
“لن تُقدمنا العملية من جانب واحد أو باتخاذ خطوات”.
الآن، نحن عازمون على اتخاذ الخطوات التي طلبها منا القائد عبد الله. نتخذ هذه الخطوة الجديدة واضعين نصب أعيننا شعبنا وشعوبنا، ولكن يجب أن ندرك أن هذه العملية لن تُسهم في تقدمنا بشكل منفرد أو باتخاذ خطوات.
“يجب إنهاء الأسر”
لذلك، يجب التعامل مع هذه العملية بشكل صحيح واتخاذ الخطوات اللازمة. وعلى هذا الأساس، يجب إنهاء أسر القائد آبو، الذي دفع مسيرة المجتمع الديمقراطي.
فإذا أُطلق سراح القائد آبو، يُمكن لهذه العملية أن تتقدم وتحقق أهدافها. على العكس من ذلك، لا يُمكن تحقيق المزيد من التقدم بالحفاظ على الوضع الراهن.
ثانيًا، يجب بذل كل ما يلزم من جهود من أجل السياسة الديمقراطية والقانون. يجب على السياسة والبرلمان أخذ زمام المبادرة واتخاذ الخطوات اللازمة. لا يُمكن تحقيق عملية وتطور هادف إلا بهذا.
“نأمل أن يُفهم ما قلناه”
ختامًا، بينما نُظهر عزمنا على اتخاذ هذه الخطوة التاريخية، نشعر بالحاجة إلى القيام بما يجب القيام به بنفس الشعور بالمسؤولية.
نأمل أن يُفهم ما قلناه ويُعمل به.
نتخذ هذه الخطوات إيمانًا منا بأنها، كما فعلنا حتى الآن وسنواصل، ستحقق إنجازات عظيمة لشعبنا.
وما زلنا على يقين بأن هذه الخطوة ستُجد نفعًا، وأن مسيرة “السلام والمجتمع الديمقراطي” ستنجح.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê got, “Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Em dê li gel û gelên xwe bifikirin û vê gava nû biavêjin lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.”
Abdullah Ocalan doh ji Girtîgeha Îmraliyê peyameke bi dîmen belav kir.
Hevserokatiya Konseya Birevebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da vê bangê û da zanîn pêvajo bi gavên aliyekî bi pêş nakeve û divê aliyê din jî gavên pêwîst biavêje.
Her wiha hat gotin, “Divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe û bigihêje azadiya xwe.”
Li gorî daxuyaniya ANFyê, daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê wiha ye:
“Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bangeke nû kir. Ev bang doh hat weşandin û raya giştî ji naveroka wê agahdar bû.
Berî her tiştî, em kêfxweş in ku deng û dîmenê Rêber Abdullah Ocalan gihîştiye derve. Em bawer dikin ku ev yek ji bo gelê me û hemû dostên me bi heman awayî kêfxweş bûne.
Bi vê boneyê, em Rêber Abdullah Ocalanê ku ji hêla gel û dostan ve tê bêrîkirin bi rêzdarî silav dikin û hesret, evîn û minetdariya xwe diyar dikin.
Ev banga ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye bipêşxistin, banga duyemîn a piştî 27ê Sibata 2025an e. Mîna banga 27ê Sibatê ev banga jî dîrokî ye.
Rêber Apo di vê banga dîrokî de, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di warê rêgez û armancên wê yên bingehîn de kurteber kir, pêşketinên heta niha hatine kirin û gavên pêwîst ên ku ji bo paşerojê werin avêtin destnîşan kir.
Rêber Apo bi gotina, ‘Ez piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 202’an didomînim’ careke din îradeya xwe xurt û vekirî nîşan da.
Wekî Tevgera Azadiyê, me ev banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxand. Em pêwîst dibînin ku encamên em gihîştinê bi eşkereyî bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.
Me piştgiriya xwe ya tevahî ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di banga 27ê Sibata 2025an de hate ragihandin, diyar kiriye û em dê bi tevahî erkên xwe bi cih bînin.
Heta niha, me li gorî baweriya xwe ya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û erka dîrokî ya ku ji bo pêkanîna armancên vê bangê, me biryarên stratejîk girtin û di vî alî de gav avêtin.
Gelê me bi baldarî, hesasiyet û baweriyek mezin li pişt vê pêvajoya dîrokî ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin sekinî.
“Komara Tirkiyeyê gav neavêtine”
Di vê qonaxa em gihîştinê, Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê ya heyî hîn jî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û gavên berbiçav ên ku me avêtine ti gav neavêtine.
Em vê yekê dibînin û dizanin lê tevî vê yekê, li gorî baweriya ku me bi armancên ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ aniye, em li pişt pêvajoyê sekinîn. Bi hesasiyeteke mezin me hewl da ku vê helwesta xwe bidomînin.
“Em dê gavên berbiçav ên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin”
Em di wê baweriyê de ne ev hewldanên me yên di vî warî de têne dîtin. Niha, ji bo vê banga dîrokî ya nû, em radigihînin ku em dê gavên berbiçav ên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin.
Em vê gava şênber, mîna gavên din ên ku me avêtine, ji bo girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re nîşan bidin û bi baweriya ku gelê me û mirovahî wê bi Manîfestoya Civaka Demokratîk azad bibin, diavêjin.
Rêber Apo di banga 19ê Hezîrana 2025an de diyar kir ku her kes erka ku dikeve ser milê wan bi cih bîne û gavên pêwîst ên ku bên avêtin destnîşan kir û bê pêvajo çawa bimeşe danî holê.
Divê tesbîtên Rêber Apo li ber çavan bên girtin û fêmkirin. Ev bang ne tenê ji bo me ye, di heman demê de ji bo dewlet, bi taybetî jî Meclîsê, hemû saziyên siyasî û kesên berpiryar in.
Heta îro, me li gorî berpirsyartiya xwe ya dîrokî û bi hesasiyeteke bilind gavên stratejîk avêtine.
“Pêvajo bi yekalî yan jî bi gavavêtin me bi pêş nakeve”
Niha, em bi biryar in ku gavên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava nû bi hizirandina gel û gelên xwe diavêjin lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtin me bi pêş nakeve.
“Divê esaret bi dawî bibe”
Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin. Li ser vê bingehê, divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe.
Ji ber ku ger Rêber Apo azad bibe, ev pêvajo dikare bi pêş bikeve û bigihîje armancên xwe. Berevajî vê yekê, ne pêkan e ku bi parastina şert û mercên heyî pêşdetir biçe.
Ya duyemîn, divê ji bo siyaseta demokratîk û hiqûqa tevahî tiştên pêwîst bên kirin. Divê siyaset û Meclîs li gorî vê yekê însiyatîvê bigire û gavan biavêje. Pêvajoyek û pêşveçûnek watedar tenê bi vê yekê pêkan e.
“Em hêvî dikin ku tiştên ku me gotine wê werin fêmkirin”
Di encamê de, dema ku em biryardariya xwe ya ji bo avêtina vê gava dîrokî nîşan didin, em hewce dibînin ku bi heman hesta berpirsiyariyê tiştên ku divê were kirin ducare dikin.
Em hêvî dikin ku tiştên ku me gotine wê werin fêmkirin û li gorî wê tevbigerin.
Em bi baweriya ku mîna heta niha me kiriye û ji niha pê ve jî wê ji bo gelê me destketiyên mezin bi xwe re bîne, van gavan diavêjin.
Em hîn jî baweriya xwe ya ku wê ev gav bersiva xwe bibîne û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi ser bikeve, diparêzin.”