Marwan Othman
Lêkolînerê ermenî Xaçatur Abovyan (1809 – 1848) li ser kurdan gotibû: heger kurdan karîbana jiyaneke
şaristanîtir jiyabana mirov dikaribû kurdan wek “Siwarên Rojhilatê “ binav bike!
Di sedsaliya 19emîn û seretaya sedsaliya 20emîn de kurd, li ber çavên gelek rojhilatnasan, ne li ber çavên X. Abovyan tenê, wek “Siwarên Rojhilatê” dihatin xuyakirin û binavkirin. Derfet li pêş kurdan dihatin vekirin ku bi wêrekî û taybetmendiyên xwe yên seyr bibin xwedanên çarenivîsa xwe, û xwe wek neteweyeke serbixwe damezirînin, lê nakokiyên navxweyî yên civakî ligel hin egerin din hiştin “Siwarên Rojhilat”ê rewrewk û leylanê biçînin, û çaksiwariya xwe ya bêhevpa di berjewendiya dijminên xwe de terxan bikin.
Şahên osmanî û sefewî wêrekî, çaksiwarî û nakokîyên navxweyî yên kurdan ji xwe re bikar anîn.
Kurdan roja zayîna xwe, mîna neteweyeke ji aliyê siyasî ve hevgirtî, li xwe bûrandin, û di nav dewletên nû-avabûyî de, hatin dabeşkirin. Li paş nexşekirina siyasî ya Rojhilata Navîn prosesa asîmîlasiyonê derbarî kurdan hat pêkanîn.
Dîtina kesayetiyên kurd di nav refên rêxistinên nijadperest li dijî neteweya kurd nema bû seyr û cihê matmayînê.
Ne tiştekî seyr bû; yekemîn kes ê ku doza erebîkirina navên bajar û gundan li Sûriya nû-avabûyî, ya ku kurd yek ji pêkahteyên wê ne, Mihemmed kurd Elî (1876 – 1953) bû, û ew bixwe mirovekî kurd bû!
Rojava, û nûbûna vedîtina kurdan
Îro, di şerê cîhanî yê li dijî terora islamî de, dîsa “ rojavayî” bi seyr, li kurdan dinerin, û kurd ji nû ve ji aliyê wan ve têne dîtin.
Wek ku dema rojhilatnasan dixwestin “Rojhilat”ê binasin, û di prossea nasînê de, li ser hin taybetmendiyên kurdan ên seyr û haykêş de, vedibûn, îro jî dewletên rojavayî di porsesa gera li hevkarên dijî terora islamî de, bi ser kurdan de vedibin, û kurdan mîna şervanên bêhevpa li dijî terorê dibînin. Kurd li ber çavên “ rojavayiyan” hevkarên rasteqîne û cihê bawermendiyê xuya dibin. Kurd dîsa wek “Siwarên Rojhilatê “ tên binavkirin!
Berxwedan û çalakvaniya pêşmerge û şervanên kurd hemberî êrîşên “Rêxistina Dewleta Îslamî” bi şahnazî ji aliyê Emerîka û Ewropa têne pêşwazîkirin, û kurd li Rojhilata Navîn û Cîhana Islamî wek kêrdartirîn şervan li dijî gefa tundetûjiya islamî xuya dibin.
Karîna hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel ku gelek herêmên kurdî, yên ji aliyê “ Dewleta Îslamî” ve hatibûn dagîrkirin, li Iraq û Sûriyê rizgar bikin, hişt gelek dergehên girtî li pêş kurdan werin vekirin.
Vebûna nû ya Dewletên Yekgirtî yên Emerîkî û Yekitiya Ewropî bi ser kurdan de despêka guhertina diplomasiya bi kurdan re ye. Ev guhertin di gelek waran de tê eşkerekirin; mîna:
Serdanên berpirs û siyastmedarên emerîkî û ewropî bo Herêma Kurdistanê û navçeyên kurd li Sûriyê, û biçekirina çekdarên kurd û rêvekirin ji alikarî û pêwîstmeniyên leşkerî re, û vexwendina serwer û rêberên kurdan bo paytextên Emerîka û dewletên Yekitiya Ewropî. Xuya dibe ku welatên Rojava kurdan wek hevkarê bingehîn li dijî terorê li Rojhilata Navîn dibînin. Ev yek li gor berjewendiya kurdan tê; ji ber hemû dewletên hevsînor li dijî daxwazên kurdan in û bi çavê gumanê li kurdan dinerin.
Emerîka û Ewropa, di têkeliyên bi kurdan re gelek xêzên xwe yên sor ên berê derbas kirine, û hin dewletên herêmê ji xwe tengezar kirine; mîna Tirkiyê û Iraqê.
Ne tenê weha, helwestên Tirkiyê û Iraqê hemberî kurdan, bi saya aramgirtin û bergeriya kurdan û bi hevkariya zext û givaşên navneteweyî û guhertinên nû hinekî hatine nerimkirin.
Wek ku diyar dibe asoyekî nû û berfireh li pêş kurdan hatiye vekirin.
Gelo kurd wê dîsa prosesa xwe ya berê dubare bikin an hin sûde ji serpêhatiyên xwe wergirtine, dê derfetê bê mifa li xwe ne bûrînin?
Tîrojên dîmenê
Dîmena navxweyî ya siyasî ya kurdî çeleng û lewend diyar dibe. Mirov dikare, bi gelemperî, hin diyardeyên geşbîn di dîmenê de bibîne:
– Kurd bi hin jîrekî danûstandinê bi guhertinên Herêm û Cîhanê re dikin
– Şerê navxweyî li herêmên kurdî hatine rawestandin
– Tevî hemû nakokî û pirsgirêkên ne çareserkirî, yekîtiyeke siyasî û helwestan, ta radeyekê di hin babetan de, li nav kurdan heye
– Herêma Kurdistanê di gelek ezmûnên têkvebir re derbas bû û serkeftî derket, û gavine cihgirtî ber bi serxwebûnê ve d’avêje.
– Prosesa aştiyê li Bakurê Kurdistanê berdewam e, û kurdên Bakur hin mafên xwe yên çandî bi dest xistine
– kurdên Rojavayê Kurdistanê karîn bergiriya bajar û gundên xwe bikin, û hebûna xwe, wek hêzeke sereke, bicih bikin.
Lê di bin vê geşbîniya dîmenê de hin tiştine din, ne pir diyar in, hene, dikarin bibin hêmanên têkvebirinê.
Diyardeyên nixumandî û gefên têkbirinê
Di berzbûna arezûyên oldarî , û hebûna arîşeyên civakî, siyasî û rewşenbîrî de civaka kurdî ne civakeke dorgirtî û parastî ye. Civaka kurdî ji piraniya pirsgirêk û arîşeyên herêmê ne hatiye veguheztin û rizgarkirin. Pêkhateyên civakî ne hevgirtî ne, wek ku carinan xuya dibe, û ti gavên baş nehatine avêtin da ku civak li ser bingehên hevwelatiya wekhevyane ya rasteqîne, di warên zagonî û dezgeyî de, were avakirin. Ne seyr e ku mirov bi sedan kurdan di nav rêzên rêxistinên tudnrew de, ên bi kurdan re hevdij in, bibîne. Û ne seyr e; mirov jimarine pir mezin ji pabendên olên kêmjimar, ên xwe kurd nabînin, bibîne.
Navendbûna nasnameyên olî, herêmî, êlî û hwd damezirandina civakeke şaristanî û hevgirtî dixe bin gefê, û gefa şer û nakokiyên navxweyî bingehdar dike. Dibe guhertin û çaksazkirina civakê pêwîstî demeke dirêj bin, û pêwîstî hebûna hin hêmanan bin; di rewşa nihayî de dibe derfet nebe. Ligel weha jî danustandina bi pirsgirêkên civakê yên weha re gerekî nêzîkahiyên hestyar e. Wek ku diyar dibe; tirsnakiya pirsgirêkên civakê di ser guhan re tê avêtin, û dibe, da ku dem û hêmanên şayist peyda bibin jihevketin an nehevgirtina civakê bigihêje asta çare-nemanê.
Di aliyekî din de gefa herî dijwar, di nakokiyên nixumandî yên siyasî de ye, ên ku di neyeksanî an hevdijiya kirde û helwestên siyasî de, carinan, diyar dibin.
Rast e, herêma Kurdistanê di hêmenî û aramiyeke navxweyî de ye, û Herêm ber bi pêş ve gavin mezin d’avêje, lê nakokiyên siyasî di navbera hêzên sereke de, bi awayekî bêveger, nehatine çareserkirin. Ew nakokî dihêlin neyeksaniya helwestan, di hin babetên bingehîn de, were diyarkirin; çi babetên navxweyî û çi babetên herêmî û cîhanî bin. Dibe nakokî di navbera hêzên siyasî de, di rewşên asayî de, diyardeyeke normal be, lê di Herêma kurdistanê de, ya ku dam û dezgehên dewletê ji partî û hêzên siyasî nehatine birîn, metirsiyeke mezin e. Hin alî, hêz û hevwelatî xwe biyanî ji dam û dezgehên dewletê dibînin, û hin li dijî berjewendiyên Herêmê yên sereke têkeliyan ava dikin. Ji aliyekî din ve; gava dam û dezgehên dewletê li ser partiyan werin dabeşkirin, dibin dam û dezgehên wan partiyan ne yên dewletê û dihêlin hêzên siyasî bi ser dewletê ve bikevin; ango dewlet, ji aliyê wan ve, tê daqurtandin an destvalakirin. Weha dewlet û peymana civakî têkve diçin.
Nebûna rênexşeya hevbeş a çareserkirina doza neteweyî dihêle Kurdistan bibe ezmûngeha Îdiyolocî, bîrdozî û ramanên “sernepêhatî” û gûmankirî. Dibe ev yek kurdan, dîsa, bike gorîyên aşop û pindariyên berba, mîna salên 60-90iyan, dema ku berjewendiyên neteweyî bi agirê idyolocî dihatin şewitandin.
Nakokiyên herêmeke Kurdistanê, di girêdan û bandorên xwe de, heya radeyeke bilind, siya xwe davêje ser herêmên din. Ev yek dihêle ku rewt, hevcivandin û grêbendên hevdij li hemû herêmên Kurdistanê werin pêkanîn û her aliyek hewil bide ku aliyê din têkve bibe.
Bi qasî ku aso ji kurdan re vekirî ye; da ku dîroka xwe bi awayekî din tomar bikin, bi wî qasî jî dibe ku kurd dîsa bimînin “ siwarên rewrekê”, û kayîna dîroka xwe ya berê bikin û wê vecûn, û demê li xwe bibûrînin.”
.
من ذاكرة الصفحة, 13.4.2025
“هذا المقال كتبته باللغة الكردية وارسلته الى “باس نوجه” ومن ثم الى ” روداو” ولكن لم يتم نشره ,واعتقد عدم النشر يعود الى ما يتضمنه من كشف لاختلالات في بنية ” الجسد الكردي” الذي يبدو ” ضخما” والمقال بعنوان: هل سيبقى الكرد فرسانا للسراب؟”