Hewlêr (Rûdaw) – Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ev 50 sal in Ahmet Turk îradeya gelê Mêrdînê ye û nabe qeyûm li ser îradeya xelkê Mêrdînê were danîn.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro qeyûm danîn ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel tevî şandeyekê ji bo piştgiriya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîrê çû Mêrdînê.
“Ev çi aqilê dewletê ye?”
Ozgur Ozel tevî şandeyeke CHPyê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û wiha got:
“Ez sala 1974an de hatim dinyayê, dema ez hatim dinyayê Ahmet Turk parlamenterê CHPyê bû.
Di wê serdema ku Recep Tayyîp Erdogan serokê rêxistina bajêr a partiya xwe bû û dixwest bibe şaredarê Beyogluyê, Ahmet Turk 2 serdeman ji SHPyê parlementerî kiribû.
Em dewra 23 û 24an a parlamentoyê, bi hev re bûn. Ev 50 sal in xelkê Mêrdînê û Kurd her cara ku sindoq tê danîn Ahmet Turk hildibijêre.
Em ji bo silavkirina vîna we li dijî wan kesan dijberiya vîna Mêrdînê ne hatin vir.
Di heyama yekem de li cihê Ahmet Turk qeyûm tayîn kirin Ahmet Turk dengê dengê ji sedî 50yê Mêrdiniyan stand.
Cara duyem tayînkirin Ahmet Turk ji sedî 56ê dengan bi dest xist lê wan careke din ew ji kar derxist.
Cara sêyem Ahmet Turk ji sedî 58ê dengan stand. Ey Receb Tayyîp Erdogan, ey aqilê xerab ê ku îradeya Tirkiyeyê asteng dike.
Heger tu ji vê re dibêjî aqilê dewletê ev çawa aqilê dewletê ye.
Li bajarê min Manîsayê nêzîkî 100 sal in xelkê Manîsayê kê hilbijêre ew dibe şaredar.
Li Mêrdînê xelkê Mêrdînê namzedên hildibijêrê Ahmet Turk hildibijêrê lê hûn dixwazin qeyûm tayîn bikin.
Ji ber vê yekê, ma ev hemwelatîbûna wekhev e? Li Komara Tirkiyeyê heta ku her Kurdek wekî xelkê Manîsa, Rîze û Osmaniyeyê xwe hîs bike, em dê ji bo demokrasiyê têbikoşin.
Ji ber vê yekê ez hatim vir û bibêjim wekhevî, biratî û aştî.”
“Ahmet Turk kevoka aştiyê ye”
Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de behsa serpêhatiya siyasî ya Ahmet Turk jî kir û got:
“Binêr e Ahmet Turk, ev kesê ku beriya ji dayikbûna min di nava siyasetê de bû, ew kevoka aştiyê ye ku di siyasetê de diyalog, aştî û biratiyê temsîl dike, li şûna pevçûnan aştiyê diparêze û ji me hemûyan re pêşengiyê dike.
Hûn li ku derê qeyûm tayîn bikin jî ew xelet e. Tayînkirina qeyûman li Esenyurtê jî xelet e, li Êlihê jî Xelet e li Colemêrgê jî xelet e û li vir jî xelet e û li Xalfetiyê jî xelet e.
Hey mirovê Xwedê, tu dibêjî ‘aqilê dewletê û aqilê dewletê’ heger tu qeyûm tayînî her devera Tirkiyeyê bikî û mafê te yê vî jî hebe jî di eslê xwe de de mafekî wisa nîne dema ku mesele Ahmet Turk be tu dê rawest e.
Ahmet Turk ne ew şaredar e ku qeyûm li şûna wî were tayinkirin.
Xelkê Mêrdînê dengê xwe daye Serok Devrîmê heger hûn li dijî vê îradeyê derkevin, tê wê wateyê ku we dîrok û biratiya Mêrdînê fêm nekiriye.
Mêrdînê di hilbijartinê de gotina xwe got û hûn jî îradeya Mêrdînê bêdeng nekin. Ez hatim biaxivim.
Ji ber ku em gotinê diparêzin, di demokrasiyên de gotin bi qîmet e.
Ez bang li hemû aktorên siyaseta Tirkiyeyê dikim dev ji van xeletiyan berdin, bi paş de gav biavêjin û dest dirêjî îradeya xelkê nekin. “
Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku dê sibe Meclisa Yekîtiya Şarederiyên Tirkiyeyê (TBB) bi serokatiya Ekrem Îmamoglu bicive.
Li gorî gotina Ozgur Ozel dê TBB ji bo rawestandina tayînkirina qeyûman ji bilî Serokkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê ji siyasetmedaran randevuyê bixwaze.
أربيل (رووداو) – أعلن رئيس حزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل، أن أحمد ترك هو إرادة شعب ماردين منذ 50 عاماً، وأن إرادة شعب ماردين لا يمكن فرضها.
فرضت وزارة الداخلية التركية اليوم حظر التجول على بلديات محافظتي ماردين وإيليه ومنطقة خلفتي في ريها.
ذهب الرئيس العام لحزب الشعب الجمهوري (CHP) أوزغور أوزيل إلى ماردين مع وفد لدعم رئيسي بلدية ماردين أحمد تورك ودفريم دمير.
“ما هي حكمة الدولة؟”
تحدث أوزغور أوزيل مع وفد من حزب الشعب الجمهوري أمام قاعة مدينة ماردين وقال:
“لقد ولدت عام 1974، عندما ولدت، كان أحمد ترك عضوًا في البرلمان عن حزب الشعب الجمهوري.
خلال الفترة التي كان فيها رجب طيب أردوغان رئيسًا لتنظيم المدينة لحزبه وأراد أن يكون رئيسًا لبلدية بيوغلو، خدم أحمد تورك فترتين كعضو في حزب الشعب الجمهوري.
كنا معًا للدورة الثالثة والعشرين والرابعة والعشرين للبرلمان. على مدى 50 عاماً، اختار أهالي ماردين والأكراد أحمد ترك في كل مرة يتم فيها الإدلاء بأصواتهم.
لقد جئنا إلى هنا لنحيي إرادتك ضد هؤلاء الأشخاص الذين يعارضون إرادة ماردين.
وفي الولاية الأولى، عينوا والياً بدلاً من أحمد ترك، وحصل أحمد ترك على أصوات 50 بالمائة من سكان ماردين.
التعيين الثاني حصل أحمد ترك على 56 بالمئة من الأصوات لكنهم طردوه مرة أخرى.
وللمرة الثالثة حصل أحمد ترك على 58 بالمئة من الأصوات. يا رجب طيب أردوغان، أيها العقل الشرير الذي يحجب إرادة تركيا.
فإذا كنت تسمي هذه حكمة الدولة فكيف تكون هذه حكمة الدولة.
في مدينتي مانيسا، منذ ما يقرب من 100 عام، أي شخص ينتخبه سكان مانيسا يصبح عمدة المدينة.
وفي ماردين يختار أهل ماردين مرشحي أحمد ترك، لكنك تريد تعيين الولاة.
فهل هذه هي المواطنة المتساوية؟ في الجمهورية التركية، سنناضل من أجل الديمقراطية حتى يشعر كل كردي بأنه مثل سكان مانيسا وريزي وعثمانية.
ولهذا السبب أتيت إلى هنا لأقول المساواة والأخوة والسلام”.
“أحمد ترك حمامة السلام”
وفي استمرار لحديثه تحدث أوزغور أوزيل عن تجربة أحمد ترك السياسية فقال:
“انظروا إلى أحمد ترك، هذا الشخص الذي كان يعمل في السياسة قبل ولادتي، إنه حمامة السلام الذي يمثل الحوار والسلام والأخوة في السياسة، ويحمي السلام بدلا من الصراع ويقودنا جميعا.
من الخطأ أينما تضع المسطرة. وتعيين الولاة خطأ أيضاً في إسنيورت، وخطأ أيضاً في إيليه، وخطأ أيضاً في كولميرج، وخطأ أيضاً هنا وخطأ أيضاً في خلفاتي.
يا رجل الله، تقول “حكمة الدولة وحكمة الدولة” إذا قمت بتعيين ولاة في كل جزء من تركيا ولك الحق في ذلك، في الواقع ليس لديك مثل هذا الحق عندما يتعلق الأمر بأحمد ترك، سوف تتوقف.
أحمد ترك ليس العمدة الذي سيتم تعيينه رئيسًا للبلدية.
لقد صوت شعب ماردين لصالح الرئيس ديفريم، إذا خالفت هذه الإرادة، فهذا يعني أنك لم تفهم تاريخ وأخوة ماردين.
لقد كان لماردين كلمته في الانتخابات ويجب ألا تسكتوا عن إرادة ماردين. جئت للحديث.
ولأننا نحمي حرية التعبير، فإن حرية التعبير لها قيمة في الديمقراطيات.
إنني أدعو كافة الأطراف السياسية الفاعلة في تركيا إلى وقف هذه الأخطاء والتراجع وعدم التدخل في إرادة الشعب. ”
وفي واصل حديثه، أشار أوزغور أوزيل إلى أن مجلس اتحاد البلديات التركية (TBB) سيجتمع غدًا برئاسة أكرم إمام أوغلو.
وبحسب أوزغور أوزيل، فإن TBB سيطلب التعيين من السياسيين باستثناء رئيس الجمهورية التركية رجب طيب أردوغان، لوقف تعيين الحكام.
‘uwzghur ‘uwzil: ‘ahmad turk hu ‘iiradat shaeb mardin mundh 50 eaman
rudaw ………..