Hewlêr (Rûdaw) – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got, “Kesên ku dest datînin ser îradeya gel eslê wan ne diyar e.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan doh piştî civîna kabîneyê derbarê tayînkirina qeyûm axivî û ji bo şaredarên DEM Partiyê gotibû, “Kes nizanin ew kî ne, ew ne serokên hilbijartî ne ew kesên rêxistinê ne.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turkê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva gotinên Erdogan da.
Ahmet Turk wiha got:
“Li şaredariyên me ti caran ‘kesên kes nizane bê kî ne’ nebûn û dê nebin jî. Lê belê kesên eslê wan ne diyar e, ev sê car in li ser hev, dest datînin ser îradeya gel.
Ev gotinên ji bo kesekî ku 50 salên xwe di siyaseta demokratîk de derbas kirine, cihê şermê ye.
Tohmetên hatine kirin ji lawazî û bêçaretiyê ne.”
4ê Çiriya Paşînê bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatin kirin.
أربيل (رووداو)- أعرب رئيس بلدية ماردين أحمد ترك، عن استيائه من تصريح أردوغان، وقال: “لا أحد يعرف من هم”.
وتحدث الرئيس التركي رجب طيب أردوغان، أمس، عن تعيين الحاكم بعد اجتماع مجلس الوزراء، وقال لرؤساء البلديات من حزب الديمقراطيين الديمقراطيين: “لا أحد يعرف من هم، إنهم ليسوا القادة المنتخبين، إنهم شعب تركيا”. المنظمة.”
ورد رئيس بلدية ماردين المشارك أحمد ترك، الذي تم تعيينه حاكما، على كلام أردوغان عبر حسابه على موقع التواصل الاجتماعي.
قال أحمد ترك:
“في بلدياتنا، لم يكن هناك أبدًا “أشخاص لا يعرف أحد من هم” ولن يكون هناك أبدًا. أما الأشخاص الذين ليس من الواضح أصلهم، فهم يتدخلون في إرادة الشعب ثلاث مرات متتالية.
هذه الكلمات مخزية لشخص قضى 50 عاماً في السياسة الديمقراطية.
الاتهامات الموجهة هي الضعف والعجز”.
في 4 تشرين الثاني/نوفمبر، وبموجب قرار من وزارة الداخلية التركية، تم تعيين محافظين لبلديات إيليه وماردين والخلفتية في شمال كردستان.