Hewlêr (Rûdaw) – CHP û DEM Partî bangî Erdogan dikin ku êdî ew li ser mijara “pêvajoya aştiyê” biaxive.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn li Palamentoyê çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.
Bahçelî 22yê mehê jî di civîna koma partiya xwe de got ku bila Ocalan li Parlamentoyê biaxive û ragihîne ku wî PKK tesfiye kiriye.
Piştî wê demê nîqaşên “pêvajoyeke nû” rojeve sereke ne lê zêdetir Bahçelî derdikeve pêş û Erdogan li ser mijarê tiştekî zelal nabêje.
Partiyên serekê yên mixalefetê bang dikin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan zêdetir li ser mijarê biaxive û pêvajoyê zelal bike.
“Êdî Bahçelî meke berdevk”
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, “Nabe ku pêvajo ji bo berjewendiya du kesan be” û berdewam kir:
“Em matmayî ne ku Birêz Erdogan cesaret nake du gotinan bike.
Erdogan, Bahçelî ya xwe got. Diyar e ku erkên nihênî hatine dabeşkirin.
Hinek jî dibêjin nakokî hene. Êdî erkê berdevk bi dawî bûye.
Erdogan neçar e ku derkeve û ji vî milletî re eşkere bike.
Em bang li Erdogan dikin, êdî Bahçelî meke berdevk, çi gotina te heye tu bibêje.”
“Êdî divê Serokkomar li ser vê mijarê biaxive”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi heman awayî bang li Erdogan kir ku li ser mijarê biaxive û got:
“Li gorî min divê êdî ev nîqaşên pêvajoya aştî û çareseriyê zelal bibin.
Ev pêvajo dê çêbibe yan çênebe, hemû gelê Tirkiyeyê di meraqê de ye.
Êdî divê Serokkomar li ser vê mijarê biaxive.”
“Em destûrê nadin”
Divê were gotin ku ÎYÎ Partî jî ji destpêkê ve bi awayekî tund li dijî “pêvajoya nû” derdikeve.
Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu eşkere kir ku ew li dijî berdana Ocalan in û anî zimên:
“Kî çi plane dike bila bike, Abdullah Ocalan nikare ji wê kunê derkeve û nikarin wî bînin ser kursiyê Parlamentoya Tirkiyeyê.
Heta pê li laşê me nekin, em destûrê nadin vê yekê.”
Peyama Ocalan
Divê were bibîranîn ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan 23yê Çiriya Pêşîn çûbû Îmraliyê.
Omer Ocalanê ku biraziyê Abdullah Ocalan e jî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyama Ocalan ragihandibû û gotibû:
“Ev hevdîtineke malbatî bû. Birêz Ocalan li ser rûdanên siyasî nirxandineke bi giştî kir û xwest ku ez vê peyamê bigihînim:
‘Tecrîd berdewam dike. Şert çi dibin bila bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherim qada hiqûq û siyasetê.’”
أربيل (روداو)- دعا حزبا الشعب الجمهوري والديمقراطي الديمقراطي، أردوغان إلى الحديث عن “عملية السلام”.
ذهب رئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، إلى البرلمان في الأول من أكتوبر للقاء نواب حزب الحركة الديمقراطية واستقبلهم.
وفي 22 الشهر الجاري، قال بهجلي في اجتماع كتلة حزبه إن أوجلان يجب أن يتحدث في البرلمان ويعلن أنه قام بتصفية حزب العمال الكردستاني.
وبعد ذلك الوقت، أصبحت المناقشات حول “العملية الجديدة” هي جدول الأعمال الرئيسي، لكن بهجلي يتقدم أكثر ولا يقول أردوغان أي شيء واضح حول الموضوع.
وتطالب أحزاب المعارضة الرئيسية الرئيس التركي رجب طيب أردوغان بالحديث أكثر عن القضية وتوضيح العملية.
“يدي بهجلي سيكون المتحدث الرسمي”
وقال رئيس حزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل: “إن العملية لا يمكن أن تكون لصالح شخصين” وتابع:
“نحن مندهشون من أن السيد أردوغان لا يجرؤ على قول كلمتين.
أردوغان ، بهجلي قال له. ومن الواضح أن الواجبات السرية قد تم تقسيمها.
ويقول البعض أن هناك تناقضات. والآن انتهت مهمة المتحدث الرسمي.
يجب على أردوغان أن يخرج ويوضح الأمر لهذه الأمة.
نحن ندعو أردوغان، بهجلي لم يعد المتحدث الرسمي، ماذا لديك لتقوله”.
“الآن يجب على الرئيس أن يتحدث عن هذه القضية”
وبالمثل، دعا الرئيس المشارك لحزب الديمقراطيين الديمقراطيين، تونجر باكيرهان، أردوغان للتحدث حول هذه القضية وقال:
وقال “برأيي، يجب توضيح هذه المناقشات حول عملية السلام والتسوية الآن.
ويتساءل كل الشعب التركي عما إذا كانت هذه العملية ستحدث أم لا.
والآن يجب على الرئيس أن يتحدث عن هذه القضية”.
“نحن لا نسمح”
وتجدر الإشارة إلى أن حزب الخير يعارض بشدة “العملية الجديدة” منذ البداية.
صرح الرئيس العام لحزب الخير، موسافات درويش أوغلو، أنهم ضد إطلاق سراح أوجلان وقال:
“بغض النظر عما يخطط له أي شخص، لا يستطيع عبد الله أوجلان الخروج من تلك الحفرة، ولا يمكنهم إحضاره إلى مقر البرلمان التركي.
لن نسمح بذلك حتى يدوسوا على أجسادنا”.
رسالة أوجلان
تجدر الإشارة إلى أن النائب عن حزب ريها الديمقراطي عمر أوجلان توجه إلى إمرالية في 23 تشرين الأول/أكتوبر.
كما أعلن عمر أوجلان وهو ابن شقيق عبد الله أوجلان رسالة أوجلان عبر حسابه X وقال:
“كان هذا اجتماعًا عائليًا. أجرى السيد أوجلان تقييماً عاماً للأحداث السياسية وطلب مني أن أنقل هذه الرسالة:
وتستمر العزلة. مهما كانت الظروف، لدي القوة النظرية والعملية لتحويل هذه العملية من منطقة الصراع والعنف إلى منطقة القانون والسياسة.