Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, angaştên ku dibêjin Ocalan xwestiye welatek bibe garantor derew in.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan 23yê Çiriya Pêşîn çû Îmraliyê.
Omer Ocalanê ku biraziyê Abdullah Ocalan e jî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyama Ocalan ragihand û got:
“Ev hevdîtineke malbatî bû. Birêz Ocalan li ser rûdanên siyasî nirxandineke bi giştî kir û xwest ku ez vê peyamê bigihînim:
‘Tecrîd berdewam dike. Şert çi dibin bila bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherim qada hiqûq û siyasetê.’”
Rojnameger Altan Sancar piştî hevdîtinê diyar kir ku ji bo “pêvajoya çareseriyê” 2 şertên Abdullah Ocalan hene ku ew jî “welatekî garantor” û “temînata qanûnî” ye.
Piştre bi taybetî şertê “welatekî garantor” ji aliyê gelek kesên din ve jî hatiye rojevê.
“Tiştekî wiha jê re hatiye gotin”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di weşana Halk TVyê de li ser vê angaştê got:
“Em bi awayekî matmayî li daxuyaniyên wekî welatekî pêbawer dimeyîzînin.
Tiştekî wiha ji me re nehatiye gotin.
Me nebihîstiye ku tiştekî wilo hatiye gotin û xwestin.
Parlamenterê me (Omer Ocalan) qet behsa van tiştan nekiriye ji me re.
Negotiye ku tiştekî wiha jê re hatiye gotin.”
“Tenê hevdîtinek çêbû”
Tuncer Bakirhan ragihand ku tecrîda li ser Ocalan berdewam dike û dema tecrîd hebe jî talebên bi vî rengî û pêvajoya heyî li dijî hev in û anî zimên:
“Tenê hevdîtinek çêbû. Me li ser tenduristiya Birêz Ocalan agahî wergirtin.
Ji me re nehatiye gotin ku pêvajoyek heye yan jî pê re hevdîtinên rasterast an jî nerasterast hene.
Birêz Ocalan diyar kir ku heke zemîneke hiqûqî û siyasî hebe îradeya wî heye ku çekan ji holê rake.
Ji bo me ya girîng û biqîmet ev e.
Me jî bangek kir û got, eger tê xwestin ku pevçûn rawestin divê destûr bê dayîn ku Ocalan bi civakê û rêxistinên xwe re hevdîtinan bike.”
أربيل (رووداو) – قال الرئيس المشترك لحزب الديمقراطي الديمقراطي، تونجر باكيرهان، إن الادعاءات التي تقول بأن أوجلان يريد أن يصبح ضامناً للبلاد، غير صحيحة.
كما أعلن عمر أوجلان وهو ابن شقيق عبد الله أوجلان رسالة أوجلان عبر حسابه X وقال:
“كان هذا اجتماعًا عائليًا. أجرى السيد أوجلان تقييماً عاماً للأحداث السياسية وطلب مني أن أنقل هذه الرسالة:
وتستمر العزلة. ومهما كانت الظروف، فأنا أملك القوة النظرية والعملية لتحويل هذه العملية من مجال الصراع والعنف إلى مجال القانون والسياسة.
وذكر الصحفي ألتان سانجار عقب اللقاء أن لدى عبد الله أوجلان شرطين لـ “عملية الحل”، وهما “الدولة الضامنة” و”الضمانة القانونية”.
بعد ذلك، تم طرح حالة “الدولة الضامنة” من قبل العديد من الأشخاص الآخرين.
“لقد قيل له مثل هذا”
وقال الرئيس المشترك لحزب الديمقراطيين الدميقراطي، تونجر باكيرهان، عبر قناة هالك تي في حول هذا الصراع:
“نحن نستغرب التصريحات كدولة موثوقة.
لم يتم إخبارنا بأي شيء من هذا القبيل.
ولم نسمع أن مثل هذا قيل وطلب.
نائبنا (عمر أوجلان) لم يذكر لنا هذه الأمور قط.
ولم يقل أنه قيل له شيء من هذا القبيل.”
“لقد كان لدي إجتماع للتو”
وأعلن تونجر باكيرهان أن العزلة على أوجلان مستمرة وحتى عندما تكون هناك عزلة فإن مثل هذه المطالب والعملية الحالية ضد بعضها البعض وقال:
“كان هناك اجتماع واحد فقط. وصلتنا معلومات عن صحة السيد أوجلان.
ولم يبلغنا أن هناك عملية أو أن هناك لقاءات مباشرة أو غير مباشرة معه.
وذكر السيد أوجلان أنه إذا كان هناك أساس قانوني وسياسي، فهو لديه الإرادة للتخلص من الأسلحة.
وهذا هو المهم والقيمة بالنسبة لنا.
وقمنا أيضًا بإجراء اتصال وقلنا إنه إذا أردنا أن يتوقف الصراع، فيجب السماح لأوجلان بعقد اجتماعات مع المجتمع ومنظماته.