Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Kurdan hezar û carekê gotiye, Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin. Kurd êdî ne gotinên pûç, temînata qanûnî dixwazin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de axivî.
“Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin”
Tuncer Bakirhan amaje pê kir ku xwestekên Kurdan eşkere û zelal in û li pey çû:
“Hema dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’ Kurdan hezar û carekê eşkere kir bê ma ew çi dixwazin.
Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin ku ev 100 sal in ji wan hatine standin.
Tiştekî ku neyê fêhmkirin nîne. Kurd welatîbûna wekhev dixwazin. Kurd êdî ne gotinên pûç, temînata qanûnî dixwazin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir, “Sedsala yekem li ser înkarkirina Kurdan ava bû” û xwest ku sedsala duyem bide “saeta aştiyê.”
“Tecrîda li ser Ocalan rakin”
Bakirhan bi bîr anî ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan piştî 44 mehan çû Îmraliyê û Ocalan dît û anî zimên:
“Tenê vê hevdîtinê jî hêviyek ava kir lê peyama ewil a ku hat ew bû ku tecrîd didome.
Tecrîda li ser Ocalan rakin ku hûn jî wî mixetab qebûl dikin, şertên xebata azad biafirînin.
Ocalan dibêje, ‘Heke hûn hebin, ez heme, hazir im.’
Desthilat ji bêhtir dizane bi vê yekê. Bangeke dîrokî heye, em vê ji dest nedin.
Em amade ne her tiştî bikin da ku em ji zemîna tundî û pevçûnê derbasî zemîna siyaset û hiqûqê bibin.
Werin em rola zordariyê rakin, pêşiya mizakereyan vekin.
Gelo aqilê dewletê bi rastî ji bo aştiyê amade ye, plan û bernameyek heye? Me divê em vê bibînin.”
“Bila kes rêçika me diyar neke”
Tuncer Bakirhan ji Erdogan re got, “Ezmûneke dîrokî li pêşiya te ye, tu serokkomar î û avêtina gavan berpirsiyariya te ye” û berdewam kir:
“Em ji bo diyalogê amade ne, kulmên me ne şidandî ne lê bila kes rêçika me diyar neke, me tehdîd neke û heqaretan li me neke.”
أربيل (رووداو) – قال الرئيس المشترك لحزب الديمقراطي الديمقراطي تونجر باكيرهان، إن “الأكراد قالوا ألف مرة إن الأكراد يريدون هويتهم وإرادتهم”. الأكراد لا يريدون كلمات فارغة بعد الآن، بل يريدون ضمانات قانونية”.
وتحدث الرئيس المشترك لحزب الشعب من أجل المساواة والديمقراطية (DEM Party) تونجر باكيرهان في اجتماع حزبه.
“الأكراد يريدون هويتهم وإرادتهم”
وأشار تونجر باكيرهان إلى أن رغبات الأكراد واضحة وصريحة وتابع:
“يكادون يقولون: ماذا يريد الأكراد؟ لقد أوضح الأكراد ألف مرة ما يريدون.
الأكراد يريدون هويتهم وإرادتهم التي سلبت منهم منذ 100 عام.
لا يوجد شيء لا يمكن فهمه. الأكراد يريدون مواطنة متساوية. الأكراد لا يريدون كلمات فارغة بعد الآن، بل يريدون ضمانات قانونية”.
وقال الرئيس المشارك لحزب الديمقراطيين الديمقراطيين إن “القرن الأول بني على إنكار الأكراد” وأراد أن يمنح القرن الثاني “ساعة سلام”.
“رفع العزلة عن أوجلان”
وأشار بكرهان إلى أن النائب عن حزب الديمقراطيين الدميقراطي عمر أوجلان ذهب إلى إمرالية بعد 44 شهراً ورأى أوجلان وقال:
“فقط هذا اللقاء خلق الأمل، لكن الرسالة الأولى التي جاءت هي أن العزلة مستمرة.
إزالة العزلة عن أوجلان وقبوله أيضاً، وتهيئة الظروف للعمل الحر.
أوجلان يقول: إذا كنت هناك، فأنا هنا، أنا جاهز.
والسلطات أكثر وعيا بهذا. هناك دعوة تاريخية، دعونا لا نفوتها.
ونحن على استعداد لبذل كل ما في وسعنا للانتقال من أرضية العنف والصراع إلى أرضية السياسة والقانون.
فلنزيل دور الإكراه، ولنفتح المجال أمام المفاوضات.
هل مخابرات الدولة مستعدة فعلا للسلام، هل لديها خطة وبرنامج؟ علينا أن نرى هذا.”
“لا يسمح لأحد أن يحدد طريقنا”
وقال تونجر باكيرهان لأردوغان: “أمامك تجربة تاريخية، أنت الرئيس ومن مسؤوليتك اتخاذ الخطوات” وتابع:
وأضاف: “نحن مستعدون للحوار، قبضاتنا ليست مشدودة، لكن لا ينبغي لأحد أن يحدد طريقنا ويهددنا ويهيننا”.