Hewlêr (Rûdaw) – PWKyê diyar kir ku tayînkirina qeyûman tunehesibandina îradeya dengderan e û biyareke siyasî ye.
Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser tayînkirina qeyûman daxuyaniyek belav kir.
PWKyê amaje bi wê yekê kir ku biryara tayînkirina qeyûman biryareke siyasî ye û wiha got:
“Biryara tayinkirina qeyûman, tunehesibandina îradeya dengdêran e
Wezarete Navxwe ya Komara Tirkiyeyê, serokên Şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê ji wezîfeya wan wergirtin û li cîhê wan qeyûm tayîn kirin.
Biryara tayînkirina qeyûman, tunehesibandin û binpêkirina îradeya dengdêrên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê ye.
Biryareke siyasî ye, li dijî pîvanên demokrasiyê ye, nayê qebûlkirin.
Em biryarên tayînkirina qeyûman şermezar dikin.
Divê serokên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê vegerin ser wezîfeyên xwe.”
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.
Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.
Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.
Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.
Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.
Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.
Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”
اربيل (رووداو) – ذكر حزب العمال الكردستاني أن تعيين المحافظين لا يأخذ بعين الاعتبار إرادة الناخبين وهو خيار سياسي.
أصدر المكتب الإعلامي للحزب الوطني الكردستاني بياناً حول تعيين المحافظين.
وأشار PWK إلى أن قرار تعيين الأوصياء هو قرار سياسي وقال:
وأضاف أن “قرار تعيين المحافظين يتجاهل إرادة الناخبين
قامت وزارة الداخلية في الجمهورية التركية بإقالة رؤساء بلديات ميردين وإيليه وخلفيتي من مناصبهم وعينت محافظين بدلاً منهم.
قرار تعيين المحافظين يتجاهل ويخالف إرادة الناخبين في ماردين وإيليه والخلفية.
إنه قرار سياسي، وهو مخالف لمعايير الديمقراطية، وهو غير مقبول.
ندين قرارات تعيين الأوصياء.
وعلى رؤساء بلديات ماردين وإيليه والخلفتية العودة إلى مناصبهم.
ماذا حدث؟
أعلنت وزارة الداخلية التركية في بيان مكتوب، أنها قامت بتعيين الوالي على بلديات محافظتي ماردين وإيليه ومنطقة خلفتي في ريها.
وبحسب الإعلان، تم تعيين حاكم ميردين تونجاي آق قويون بدلاً من أحمد تورك.
تم إقالة جولستان سونوك، الرئيس المشارك لبلدية إيليه، وتعيين محافظ إيليه، أكرم كانالب.
كما تم إقالة الرئيس المشارك لبلدية الخلفية، محمد قريلان، وتعيين محافظ الخلفية، هاكان باشوغلو، محافظًا.
أصدر المجلس المركزي للحزب الديمقراطي الديمقراطي بيانا مكتوبا قال فيه:
“كنا نأمل في السلام، لكنهم استولوا على إرادة الشعب.
وكنا نأمل أن تحل المشكلة عبر الحوار والتفاوض، لكن الفخ نصب أمام آمال الحل.
نحن لا نستسلم أبدًا، ولا نتوقف أبدًا عن القتال.
وإذا ظنت السلطات أنها ستنجح بهذا الأسلوب المفلس فسوف تفاجأ جداً.
شعبنا سيعتني بإرادته في كل الظروف”.