هولير (روداو) – صرّح المتحدث باسم الحزب، عمر جليك، بشأن عملية الحل: “هدفنا هو حل حزب العمال الكردستاني بجميع مكوناته وفروعه وهياكله غير القانونية، وإلقاء سلاحه”.
اجتمعت اللجنة التنفيذية المركزية لحزب العدالة والتنمية برئاسة رئيس الحزب، رجب طيب أردوغان.
وتحدث جليك في مؤتمر صحفي عقب الاجتماع.
وأكد عمر جليك أن عملية الحل كانت من أهم بنود جدول أعمال اجتماع اللجنة التنفيذية المركزية.
وأوضح المتحدث باسم حزب العدالة والتنمية أن الرئيس أردوغان أكد في كلمته الافتتاحية على حساسية هذه القضية، وقال: “يمضي تحالف الشعب قدمًا بوحدة وتضامن لتحقيق هذه الأهداف”.
وأضاف عمر جليك: “هدف حل حزب العمال الكردستاني وإلقاء سلاحه، بكل… تستمر مكوناته وفروعه وهياكله غير القانونية، وفقًا للجدول الزمني ولفترة محددة.
ونحن ومؤسسات الدولة نواصل عملنا في هذا الشأن.
وأكد المتحدث باسم حزب العدالة والتنمية وجود آلية داخل الحزب تجتمع بانتظام بشأن هذه القضية.
“على جميع مكونات حزب العمال الكردستاني إلقاء أسلحتها”.
وأجاب عمر جليك أيضًا على أسئلة الصحفيين، مؤكدًا أن آلية التحقق التي أنشأها الجيش التركي ووكالة الاستخبارات التركية (MIT) تتابع عن كثب التطورات الميدانية.
وأكد جليك ضرورة تفكيك ليس فقط الجناح المسلح، بل أيضًا شبكات تمويل وتنسيق المنظمة.
“الرئيس سيتخذ القرار”.
وأشار مسؤول حزب العدالة والتنمية أيضًا إلى عملية نزع سلاح حزب العمال الكردستاني، وتابع:
“على المنظمة إلقاء أسلحتها بجميع فروعها في العراق وإيران وسوريا وجميع مكوناتها.
ومن الضروري أيضًا القضاء على الجناح غير الشرعي المسمى “هيكل KCK” والجانب التمويلي لحزب العمال الكردستاني.
عندما أعلن الجيش التركي وجهاز الاستخبارات الوطنية (MIT) “نؤكد هذا”، فإذا تأكد اكتمال نزع السلاح وإلقاء السلاح، سواءً بقرار حكومي أو بقرار من مجلس الأمن القومي (MGK)، فسيتم البت في ذلك وفقًا للآلية التي سيُنشأها رئيسنا.
وفي الختام، تراقب آلية التحقق التابعة للجيش التركي وجهاز الاستخبارات الوطنية الوضع الميداني، أي كيف تسير عملية إلقاء السلاح فعليًا؟
لدينا جدول زمني ووقت محددان. وقد ذكرتُ أن جدولنا يعمل بكفاءة، ونراقب أيضًا وقتنا بهذه الطريقة. نجتمع مرة أو مرتين أسبوعيًا لمناقشة هذه القضية.
وأخيرًا، صرّح عمر جليك بأن آلية التحقق هذه لا تقتصر على حزب العمال الكردستاني فحسب، بل قد تُستخدم أيضًا لمنظمات أخرى في المستقبل.
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Partiyê Omer Çelîk li ser pêvajoya çareseriyê got, “Hedefa me ew e ku PKK bi hemû pêkhate, şax û avaniyên xwe yên neyasayî ve bê fesixkirin û çekan deyne.
Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) bi serokatiya Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Çelîk piştî bi dawîbûna civînê di konferansa rojnamegeriyê de axivî.
Omer Çelîk diyar kir ku pêvajoya çareseriyê yek ji rojevên herî girîng ên civîna MYKyê bû.
Berdevkê AK Partiyê da zanîn ku Serokkomar Erdogan di axaftina xwe ya destpêkê de teqezî li ser hestiyariya vê mijarê kiriye û gotiye “Tifaqa Cumhur ji bo gihîştina van armancan bi yekîtî û hevgirtinê bipêşve diçe.”
Omer Çelîk her wiha got, “Hedefa fesixkirina PKKyê û danîna çekan, bi hemû pêkhate, şax û avaniyên wê yên neyasayî ve, li gorî nexşerê û demeke diyarkirî berdewam dike.
Derbarê vê yekê de em û saziyên dewletê xebatên xwe didomînin.”
Berdevkê AK Partiyê her wiha got ku di nav partiyê de mekanîzmayek heye ku bi rêkûpêk li ser vê mijarê dicive.
“Divê hemû pêkhateyên PKKyê çekan deynin”
Omer Çelîk pirsên rojnamevanan jî bersivandin û destnîşan kir ku mekanîzmaya piştrastkirinê ya ku ji aliyê artêşa Tirkiye û Saziya Îstixbaratê (MÎT) ve hatiye avakirin, geşedanên li ser erdê ji nêz ve dişopîne.
Çelîk teqezî li ser wê yekê kir ku ne tenê baskê çekdarî lê divê torên fînansman û hevrêziyê yên rêxistinê jî bên hilweşandin.
“Serokkomar dê biryarê li ser bide”
Berpirsê AK Partiyê amaje bi pêvavoya çekdanîna PKKyê jî kir û wiha pê de çû:
“Divê rêxistin bi hemû şaxên xwe yên li Îraq, Îran û Sûriyeyê û hemû pêkhateyên xwe ve çekan deyne.
Her wiha pêwîst e baskê neyasayî yê ku wekî ‘Avaniya KCKyê’ tê binavkirin û aliyê fînansmanê yê PKKyê pêk tîne jî bê tasfiyekirin.
Dema TSK û MÎTê got ’em vê yekê piştrast dikin’, eger hat piştrastkirin ku fesixkirin û danîna çekan bi dawî bûye, gelo dê ev yek bi biryara hikûmetê be yan bi biryara Encûmena Asayîşa Niştimanî (MGK) be, ew dê li gorî mekanîzmaya ku di bin biryara Birêz Serokomarê me de bê avakirin biryar li ser bê dayîn.
Di encamê de, mekanîzmaya piştrastkirinê ya TSK û MÎTê rewşa li ser erdê dişopîne, ango pêvajoya danîna çekan bi rastî çawa dimeşe?
Nexşerê û dema me ya diyarkirî heye. Min gotibû ku nexşerêya me dixebite, em wextê xwe jî bi vî rengî dişopînin. Em heftê 1-2 caran li ser vê mijarê dicivin.”
Omer Çelîk di dawiyê de anî zimên ku ev mekanîzmaya piştrastkirinê ne tenê ji bo PKKyê lê dibe ku di paşerojê de ji bo rêxistinên din jî bê bikaranîn.