– أعلن رئيس البرلمان التركي نعمان كورتولموش أن قضية “تركيا خالية من الإرهاب” ليست مسؤولية اللجنة البرلمانية فحسب، بل هي مشروع دولة.
انعقدت الجمعية العامة للبرلمان التركي اليوم لمناقشة ميزانية 2026 برئاسة نعمان كورتولموش.
في كلمته الافتتاحية، لفت كورتولموش الانتباه إلى عمل “لجنة التضامن الوطني والأخوة والديمقراطية” المُشكّلة في البرلمان.
ستُعدّ اللجنة تقريرًا.
صرح نعمان كورتولموش بأن جلسات استماع اللجنة انتهت الأسبوع الماضي، وقال:
“آمل أن تُقدّم هذه اللجنة التصور العام للارتقاء بالمعايير الديمقراطية في تركيا إلى البرلمان التركي من خلال تقرير في أقرب وقت.
وسيتم تحديد الإجراءات التي ستُتخذ بعد ذلك وفقًا لتقارير هذه اللجنة وبالتعاون مع الأحزاب السياسية المعنية.”
“إنه مشروع دولة.”
أكّد رئيس البرلمان التركي أن هذه العملية تُدار بتنسيق الدولة، وقال:
“إنّ مشروع “تركيا خالية من الإرهاب” ليس ضمن نطاق عمل لجنة الوحدة الوطنية والأخوة والديمقراطية فحسب، بل هو مشروع دولة.
تؤدي جميع مؤسسات الدولة المعنية، وخاصة مؤسساتنا الأمنية، واجباتها بتنسيق عالٍ لإدارة هذه العملية وإتمامها دون أي حوادث أو كوارث.”
دعوة إلى دستور جديد
في كلمته، دعا كورتولموش إلى وضع دستور جديد، قائلاً:
“أولاً، يُعدّ وضع دستور جديد، مدني، ديمقراطي، وتشاركي، من أهم مسؤوليات هذه الدورة البرلمانية.
كما نأمل أن يتم تعديل النظام الداخلي للبرلمان، وقانون الأحزاب السياسية، وقانون الانتخابات.”
تستمر محادثات الميزانية 14 يومًا
في غضون ذلك، بدأت اليوم محادثات ميزانية 2026، وستستمر 14 يومًا دون انقطاع. وستنتهي المحادثات في 21 ديسمبر.
حضر اجتماع الجمعية العامة رئيس حزب الشعب الجمهوري، أوزغور أوزيل، ورئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، والرئيسان المشاركان لحزب الديمقراطية الديمقراطية، تولاي حاتم أوغلاري، وتونجر بكرهان، وقادة أحزاب أخرى.
قبل الاجتماع، توجه الرئيسان المشاركان لحزب الديمقراطية الديمقراطية، حاتم أوغلاري، وبكرهان، إلى دولت بهجلي وتبادلا التحية.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku mijara “Tirkiyeya Bêteror” ne tenê erka komîsyona parlamentoyê ye û got, “Ev projeyeke dewletê ye.”
Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro ji bo hevdîtinên budceya sala 2026an bi serokatiya Numan Kurtulmuş civiya.
Kurtulmuş di axaftina vekirinê de bal kişand ser xebatên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya ku li parlamentoyê hatiye avakirin.
“Komîsyon dê raporê amade bike”
Numan Kurtulmuş diyar kir ku xebatên guhdarîkirinê yên komîsyonê hefteya borî bi dawî bûne û wiha axivî:
“Ez hêvî dikim ku ev komîsyon perspektîfa giştî ya derbarê bilindkirina standartên demokratîk ên Tirkiyeyê de bi raporekê di demeke kurt de pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bike.
Rêkarên ku dê piştî vê bên kirin, dê li gorî raporên vê komîsyonê û bi xebata hevpar a partiyên siyasî yên hêja werin diyarkirin.”
“Projeyeke dewletê ye”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tekez kir ku ev pêvajo di bin koordînasyona dewletê de tê birêvebirin û got:
“‘Tirkiyeya Bêteror’, tenê di qada erkê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de nîne, ev projeyeke dewletê ye.
Hemû saziyên pêwendîdar ên dewletê, bi taybetî saziyên me yên ewlehiyê, ji bo ku ev pêvajo bê qeza û bela bê birêvebirin û biencamkirin, bi koordînasyoneke bilind erkên xwe tînin cih.”
Banga Destûra Nû
Kurtulmuş di axaftina xwe de bang kir ku destûreke nû bê çêkirin û got:
“Beriya her tiştî çêkirina destûreke nû, sivîl, demokratîk û beşdarane yek ji berpirsyariyên girîng ên vê serdema parlamentoyê ye.
Her wiha em hêvî dikin ku Rêznameya Navxweyî ya Parlamentoyê, Yasaya Partiyên Siyasî û Yasaya Hilbijartinê jî bên guhertin.”
Hevdîtinên budceyê 14 rojan didomin
Li aliyê din, hevdîtinên li ser budceya 2026an îro dest pê kir û dê 14 rojan bê navber berdewam bikin. Hevdîtin dê 21ê Kanûna Pêşîn bi dawî bibin.
Di civîna Lijneya Giştî de Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û serokên partiyên din amade bûn.
Beriya civînê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Hatîmogullari û Bakirhan çûn cem Devlet Bahçelî û silav dan hev.