هولير (روداو) – التقى نائبا حزب الشعوب والمساواة والديمقراطية (DEM) وعضوا وفد إمرالي، برفين بولدان وميثات سنجار، بالرئيسين المشاركين السابقين لحزب الشعوب الديمقراطي، صلاح الدين دميرتاش وفيجن يوكسيكداغ.
أصدر الوفد بيانًا مكتوبًا عقب الاجتماع.
وأفاد البيان بأنه تم تبادل معلومات حول عملية السلام خلال الاجتماعات.
اجتماعات في سجون أدرنة وكانديرا
ووفقًا للبيان، زار بولدان وسنجار سجني أدرنة وكانديرا.
بالإضافة إلى دميرتاش وفيجن يوكسيكداغ، التقى وفد إمرالي أيضًا برئيس بلدية ديار بكر السابق، سلجوق مزراكلي، والنائبة السابقة، سمرا غوزيل.
ذكر البيان الذي وقّعه بولدان وسانجار أن معنويات السجناء مرتفعة وصحتهم جيدة.
“دعمنا الكامل للعملية”
وأشار البيان إلى أن اللقاءات ركّزت على تبادل المعلومات والآراء حول عملية السلام.
وأكد دميرتاش دعمه الكامل للعملية، وقال:
“أعرب الرفيق المحترم صلاح الدين دميرتاش عن استعداده لتقديم جميع أشكال الدعم لإنجاح العملية وإرساء السلام والديمقراطية.”
وأضاف البيان أن فيغن يوكسيكداغ أعربت أيضًا عن أملها في إرساء السلام وبناء مجتمع ديمقراطي، وأكدت يوكسيكداغ أن “دعمها ومشاركتها في هذا الصدد سيستمران بقوة.”
إطلاق سراحهم مطلبنا المُلِحّ.
وأكد بيان الوفد أن بقاء السجناء في السجن أمرٌ غير مقبول، وقال:
إن اعتقال أصدقائنا، الذين ثبتت براءتهم قانونيًا، لا يُمكن تبريره بأي سبب، وهو أمرٌ غير مقبول بتاتًا.
مطلبنا المُلِحّ وأملنا هو رفع هذا الظلم الصارخ فورًا، وأن يتمكن أصدقاؤنا من المشاركة في مسيرة السلام والديمقراطية بحرية.
وأكد البيان أيضًا أن الاجتماع كان مُثمرًا للغاية، وأن السجناء وجّهوا تحياتهم إلى كل من يُناضل من أجل الحرية والسلام والديمقراطية.
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, bi Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re hevdîtin pêk anîn.
Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinan de derbarê pêvajoya aştiyê agahî hatine parvekirin.
Hevdîtinên li girtîgehên li Edîrne û Kandirayê
Li gorî daxuyaniyê, Buldan û Sancar çûne girtîgehên Edîrne û Kandirayê.
Şandeya Îmraliyê ji bilî Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê, bi serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û parlamentera berê Semra Guzelê re jî hevdîtin kiriye.
Di daxuyaniya bi îmzeya Buldan û Sancar de hat diyarkirin ku moralê girtiyan bilind e û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
“Piştgiriya me ji bo pêvajoyê tam e”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtinan de bi giranî li ser pêvajoya aştiyê dan û standina agahî û nêrînan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Demîrtaş bal kişandiye ser piştgiriya xwe ya tam a ji bo pêvajoyê û hatiye gotin:
“Hevalê hêja Selahattîn Demîrtaş, anî ziman ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştî û demokrasiyê amade ye her cure piştgiriyê bide.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Fîgen Yuksekdagê jî diyar kiriye ku ew hêviya xwe ya ji bo avakirina aştiyê û civakeke demokratîk diparêze û Yuksekdagê aniye ziman ku “dê piştgirî û beşdariya wê ya di vî warî de bi awayekî xurt bidome.”
“Berdana wan daxwaza me ya lezgîn e”
Di daxuyaniya şandeyê de hat diyarkirin ku mana girtiyan a di girtîgehê de nayê qebûlkirin û hat gotin:
“Girtina hevalên me yên ku bêsûciya wan ji aliyê hiqûqî ve jî hatiye selmandin, bi ti hincetê nayê ravekirin û bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Daxwaz û hêviya me ya lezgîn ew e ku ev neheqiya eşkere demildest ji holê bê rakirin û hevalên me di şert û mercên azad de beşdarî meşa aştî û demokrasiyê bibin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hevdîtin gelekî berhemdar derbas bûne û girtiyan silavên xwe ji bo her kesê ku ji bo azadî, aştî û demokrasiyê têdikoşe şandine.