Prof. Dr. Îlhan Kizilhan da zanîn ku li herêma Dihokê û Başûrê Kurdistanê van demên dawiyê hizra xwekuştinê gelekî zêde bûye.
Konferansa Navneteweyî ya 4 an a Dihokê bi dirûşma “Derûnnasî û Çareseriya Derûnî bo Paşerojê: Bi Hev re di Duristkirina Hêviyan de” tê li darxistin.
Konferans dê 2 rojan biajo û gelek derûnnas û pisporên qadê dê di panelên cuda de biaxivin.
Îlhan Kizilhan amaje bi zêdebûna nexweşiyên derûnî û civakî da û anzî zimên:
“Gelek nexweşiyên derûnî yên wekî travma, tirs û depresyonê hene û her wiha nexweşiyên civakî jî hene.
Enfal çêbûye, Helebce çêbûye her wiha komkujiya Êzidiyan çêbûye.”
Prof. Dr. Îlhan Kizilhan jî yek ji beşdarên konferansê ye û pirsên Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd bersivandin:
Rûdaw: Armanca we ya ji vê konferansê çi ye?
Îlhan Kizilhan: Ev konferansa çaran e ku em niha li Zanîngeha Dihokê çêdikin. Niha teqrîben ji 10 dewletan pispor hatine vê derê û her wiha pisporên me hem ji Kurdistanê û hem jî Îraqê, Bexdayê û Mûsilê beşdar bûne.
Em dixwazin du rojan li ser meseleyên derûnî û çareseriya derûnî biaxivin. Bi taybetî ji bo Kurdistanê jî gelekî pêwîst e.
Gelek nexweşiyên derûnî yên wekî travma, tirs û depresyonê hene û her wiha nexweşiyên civakî jî hene.
Enfal çêbûye, Helebce çêbûye her wiha komkujiya Êzidiyan çêbûye. Em dixwazin li ser vê yekê biaxivin û çareseriyê bibînin ku em karibin li Kurdistanê meseleyên derûnî baştir çareser bikin.
Rûdaw: Gelo dê behsa hewla xwekuştinê were kirin?
Îlhan Kizilhan: Belê, ev du sal in me ji bo rêlibergirtina xwekuştinê komek ava kiriye. Me xeteke germ ava kiriye û dikarin li herêma Dihokê 24 saetan telefon bikin. Zanayên me yên psîkoterapîst bi wan re diaxivin.
Bê guman panelek li ser vê heye, panelek li ser tarvmayan heye. Panelên li ser yasayan hene ku em çawa karibin pisporiya derûnî li Îraq û Kurdistanê belav bikin.
2 rojan 8 panelên me hene. Teqrîben dê 30-40 zana û pispor li vê derê axaftinên xwe pêşkêş bikin.
Rûdaw: Li gorî amarên we, di nava van du salan de li Dihokê çend bûyerên xwekuştinê çêbûne û we rê li ber çend bûyerên xwekuştinê girtiye?
Îlhan Kizilhan: Bi rastî statîstikên gelekî cuda hene. Me 2021ê dest pê kir. Wê demê di nava mehekê de 11 kesan xwe kuşt.
Hinek alozî çêdibin, hinek qeyran çêdibin ji ber wê jî me got pêwîst e em li ser vê milet şahreza bikin da mirov zanibe xwe çawa biparêze.
Lê teqrîben tiştê ku em dizanin hejmar di navbera 150 û 200 kesî de ye ku her sal li Kurdistanê û herêma Dihokê dixwazin xwe bikujin an jî xwe dikujin. Yanî van demên dawiyê hizra xwekuştinê gelekî zêde bûye. Pêwendiya vê jî bi nexweşiyên derûnî re heye.
Rûdaw: Gelekî spas Birêz Îlhan Kizilhan.
Îlhan Kizilhan: Li ser çavan.
البروفيسور دكتور. وأفادت إلهان كيزيلهان أنه في منطقة دهوك وجنوب كردستان في الآونة الأخيرة، تزايدت فكرة الانتحار بشكل كبير.
ينظم مؤتمر دهوك الدولي الرابع تحت شعار “علم النفس والحلول النفسية للمستقبل: معا لتحقيق الآمال”.
سيستمر المؤتمر لمدة يومين وسيتحدث العديد من علماء النفس والخبراء في هذا المجال في حلقات نقاش مختلفة.
وأشار إلهان كيزيلهان إلى تزايد الأمراض النفسية والاجتماعية وقال:
“هناك العديد من الأمراض النفسية مثل الصدمات والخوف والاكتئاب، بالإضافة إلى الأمراض الاجتماعية.
حدثت الأنفال، وحلبجة حدثت، وكذلك حدثت مجزرة الإيزيديين”.
البروفيسور دكتور. إلهان كيزيلهان هي أيضًا إحدى المشاركات في المؤتمر وأجابت على أسئلة مراسل رووداو هونر رشيد:
رووداو: ما هو هدفكم من هذا المؤتمر؟
إيلهان كيزيلهان: هذا هو المؤتمر الرابع الذي نعقده في جامعة دهوك. حاليًا، حضر خبراء من 10 دول إلى هنا، وشارك أيضًا خبراؤنا من كردستان والعراق وبغداد والموصل.
نريد أن نتحدث عن القضايا النفسية والحلول العقلية لمدة يومين. وهذا ضروري بشكل خاص لكردستان.
هناك العديد من الأمراض النفسية مثل الصدمات والخوف والاكتئاب، بالإضافة إلى الاضطرابات الاجتماعية.
حدثت الأنفال، وحلبجة حدثت وكذلك مجزرة الإيزيديين. نريد التحدث عن هذا الأمر وإيجاد حل حتى نتمكن من حل المشاكل العقلية بشكل أفضل في كردستان.
رووداو: هل سيكون هناك حديث عن محاولة انتحار؟
إيلهان كيزيلهان: نعم، قمنا خلال العامين الماضيين بتشكيل مجموعة لمنع الانتحار. لقد أنشأنا خطًا ساخنًا ويمكننا الاتصال به على مدار 24 ساعة يوميًا في منطقة دهوك. يتحدث إليهم المعالجون النفسيون الخبراء لدينا.
بالطبع هناك لوحة حول هذا، هناك لوحة حول tarvmas. هناك لجان حول القوانين حول كيفية نشر الخبرة العقلية في العراق وكردستان.
لدينا 8 لوحات لمدة يومين. وسيقدم ما يقرب من 30 إلى 40 باحثًا وخبيرًا خطاباتهم هنا.
رووداو: بحسب إحصائيتكم، كم عدد حالات الانتحار التي حدثت في دهوك خلال هذين العامين، وكم عدد حالات الانتحار التي منعتموها؟
إيلهان كيزيلهان: في الواقع، هناك إحصائيات مختلفة جدًا. لقد بدأنا عام 2021. في ذلك الوقت، قتل 11 شخصًا أنفسهم خلال شهر واحد.
تحدث بعض المشاكل، وتحدث بعض الأزمات، ولهذا قلنا أننا بحاجة إلى الاهتمام بهذه الأمة حتى يعرف الناس كيفية حماية أنفسهم.
لكن ما نعرفه تقريباً هو أن العدد يتراوح بين 150 إلى 200 شخص يريدون قتل أنفسهم أو قتل أنفسهم كل عام في إقليم كردستان ودهوك. بمعنى آخر، تزايدت الأفكار الانتحارية كثيرًا في الآونة الأخيرة. ويرتبط هذا أيضًا بالأمراض العقلية.
رووداو: شكرًا جزيلاً لك السيد إلهان كيزيلهان.